Kesên ku di Qetlîama Enfalê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn

Kesên ku di Qetlîama Enfalê ya ji aliyê Hikûmeta Iraqê li Başûrê Kurdistanê pêk anîn de jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera wê de hatin bibîranîn.

Di salvegera 29’emîn a Qetlîama Enfal de, kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarokê Zinan ê bajrê Kifrît ê Başûrê Kurdistanê hatin bibîranîn.

Di merasîma ji aliyê Saziya Kesên di Enfalê de jiyana xwe ji dest dane ve hate lidarxistin, bi dirûşma “Şehîdên me dixwazin yekîtiya gelê me pêk were” ve hate lidarxistin.

Di merasîma gelek kes başdarbûn de, bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Li ser navê ximên ku kesûkarê xwe di Qetlîama Enfalê de jiyana xwe ji dest dabûn Bextiyar Omar axaftinek kir. Piştre jî hunermend Celal Farîs li ser kesên ku di qetlamê de jiyana xwe ji dest dane, stran lorand.

Her wiha weneyên ku Enfalê dike mijar jî hatin nîşandan.