Kesayetên rewşenbîr û olî li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek dan

Kesayetên siyasî, rewşenbir, nivîskar û oldar ji bo êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar bikin îro li bendê bû ku li Kune Masî daxuyaniyek bidin, êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin û daxwaz bikin ku gel ji êrîşan haydar bin.

Bi dehan kesayetên siyasî, rewşenbîr û oldar ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin û gel li ber êrîşan bibe xwedî helwest xwestin li Kune Masî daxuyaniyek bidin, lê asayîşa YNK bi hinçeta ewlekarî nîne rê neda ku daxuyanî bê dayîn.

Kesayetên siyasî, rewşenbir, nivîskar û oldar li ser vê li Hola Suhrewerdî daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê kesayetên siyasî, rewşenbir, nivîskar û oldar Nebes Xalid daxuyanî xwend. Xalid êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmê ku rojane sivîl dibin qurbanî û ziyan digihêje bax û baxçeyên welatiyên herêmê şermezar kir. Xalid bal kişand ku armanca wan ew e ku hemû alî, kesayet, sazî û rewşenbîr û welatparêzên ji êrîş û pîlanên dijmin ên dagirkirina herêmê şiyar bikin û got: “ Di serî de divê hikûmeta herêma Kurdistan û Iraq li ber êrîşan xwedî helwest be. Rojane êrîş tê kirin sivîl dibin qurbanî. Dîsa ev êrîş di encama pîlanên navnetewî, dewleta Tirk û hinek aliyên herêmî tê kirin, ji bo vê divê li ber vê gel tev hişyar be.”

Xalid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan serweriya xaka Iraq û navnetewî derbas dike û metirsî heye li herêmê rê li ber şerkî mezin veke. Xalid bang li gel kir ku li hemberî hemû êrîş û pîlanên li herêmê şiyar bin û got: “Li şûna em aloziyan mezintir bikin, divê em bi hev re li çareseriyê bigerin. Mafê gelê xwe biparêzin. Bi yekdengî li dijî dagirkeriyê rabin. Li vir ji bo hişyarkirina gel erkeke mezin dikeve ser milê ragihandinê.”  

Piştî daxuyaniyê 189 nivîskar, rewşenbîr, çalakvanên siyasî û oldar li dijî dagirkerî û bêdengiyê nerazîbûna xwe nîşandan û bang li Serokê Herêma Kurdistan,  Serokomarê Iraq û dîsa hikûmeta Iraqê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk a serweriya xaka Iraqê derbas dike û sivîl dibin qurbanî bibin xwedî helwest.