Kerkûkî: Divê welatiyên Kerkûkê xwe bi rê ve bibin

Kerkûkî bal kişand ser xebatên ji bo hilbijartinê û got: "Em kar dikin ku Kerkûk bibe ya welatiyên Kerkûkê. Divê welatiyên Kerkûkê xwe bi rê ve bibin."

Endamê Tevgera Azadî û Serokê lîsteya Partiya Nifşê Nû Hisên Kerkûkî têkildarî xebatên hilbijartinê û bernameya partiya wan a li Kerkûkê ji ANF’ê re axivî.

Hisên Kerkûkî bal kişand ser projeyên bikin û got: "Xebata me ya ji bo bajarê Kerkûkê wê ne mîna rêxistin û partiyên siyasî yên berê ku li herêmê li ser desthilatê bû. Em rê nadin welatiyên Kerkûk bên kuştin, koçberkirin û enfalkirin. Partî û saziyên berê çavên xwe ji bo vê girtibûn. Li şûna pêşiya qirkirin û dagirkeriyê bigirin van partiyan çavê xwe dabûn dewlemendî û petrola Kerkûkê. Weke partiya Nifşê Nû erkê em yê sereke ew e, em aramiya li nava bajêr biparêzin. Em ê hewl bidin ku wan partî û rêxistinên siyasî li şûna berjewendiyên gel berjewendiyên xwe diparêzin ji kiryarên wan dûr bigirin. Karê me yê sereke wê ew be ku hemû pêkhateyên li herêmê bikarin li bajêr bi erka xwe rabin û ji bo parastina bajarê xwe kar bikin."

'JI BO ABORIYA KERKÛK PROJEYÊN ME HENE'

Kerkûkî destnîşan kir ku projeyên wan ên li Kerkûkê di warê aborî de jî hene û got: "Di warê aborî de jî ji bo Kerkûkê projeyên me hene. Hewldanên me yên mezin hene ku hem di nav xwe de hem jî di navdewletî de kampanyayên mezin bên ji bo berhemhênana petrolê. Ji bo sûdê bide welatiyên Kerkûkê. Ji bo vê divê hem welatiyê herêmê sûdê jê bigire û hem jî di bazara cîhandî de jî kampanyayên mezin bên kar bikin."

'DIVÊ KERKÛK BI XWE XWE RÊ VE BIBE'

Serokê lîsteya Partiya Nifşê Nû Hisên Kerkûk bal kişand ser birêvebirina Kerkûkê û got: "Heta niha di aliyê rêveberiyê de rê nehatiye dayîn ku welatiyên Kerkûkê bi vîna xwe kesî hilbijêre. Desthlata ku bi sedê salan e li Kerkûkê rê nedaye ku gel bi xwe xwe bi rê ve bibe. Hemû hewldanên me ew e ke welatiyên Kerkûkê xwe bi xwe xwe rê ve bibe. Her netewe, mezheb, ol û bawerî li gorî fikir û raman xwe bijî. Ji bo wê divê Kerkûk bibe xwedî biryar ji bo rêveberiya Kerkûkê. Hewl didin serweriya Hewlêr-Bexda ya li ser Kerkûkê bi dawî bikin."

'PARLEMETERÊN ME WÊ BIBIN NÛNERÊN HEMÛ PÊKHATEYAN'

Kerkûkî destnîşan kir ku ew dixwazin dawî li serweriya hikûmeta Baasê ya li ser Kerkûkê sepandî bînin û got: "Parlemeterên me wê bibin nûnerên hemû pêkhateyên li Kerkûkê. Ji bo pêkve jiyan û gelê Kurd bikin pêşengê jiyana bi hev re wê kar bikin."