'Kêliyeke bi tenê ya Zîlan vala derbas nebû'

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Ararat anî ziman ku di şexsê Zîlan de jiyana bi wate û azad hîn bi zelalî hate fêhmkirin û got, "Kêliyeke bi tenê ya jiyanê vala derbas nekir. Bi eşq, dilxwazî û wateyeke mezin her kêlî derbas kir."

Di çarçoveya pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de ruhê fedaî û kesayetiya serketinê li Zap, Metîna û Avaşînê li ser xeta Zîlan dîrokê dinivîsîne.

Gerîlayên YJA Starê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşengiyê ji şer re dikin, di salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) de qala girîngiya sekna Zîlan a ji bo têkoşîna azadiyê kirin.

ÊDÎ BI HEZARAN ZÎLAN HENE

Dunya Dilbirîn: Ji bo jinan hemûyan bi roleke mezin rabûye. Di nava refên partiyê de tenê salek tijî kiribû, lê belê di nava wê salê de ji aliyê xwendin û fêhmkirina Rêbertî ve encamên mezin bi dest xist. Em şopdarên wê ne û wê weke pêşenga xwe ya mezin dibînin. Ew ji bo me xwedawendeke. Jiyanê, serketinê, îrade, hêz û moralê îfade dike. Ji bo jinan ruhê berxwedanê afirand. Îro bi hezaran Zîlanên me hene û ev xet dewam dike. Em ê bi vî ruhî timî bi ser bikevin. Nîşan da ku li dijî dijmin şer divê çawa bê kirin. Nîşan da ku jin bêdeng namînin û jiyana mîna berê red dikin.

HER KÊLIYA JIYANÊ DAGIRT

Jiyan Ararat: Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe komploya li dijî Rêbertî pûç kir, ji ber ku wê Rêbertî xwendibû, fêhm kiribû, hîs dikir. Lewma çalakiya wê dîrokî ye û xwedî wateyeke mezin e. Kir ku jin xwe nas bike û li hemberî sîstema desthilatdar têbikoşe. Sîstem û komploya li hemberî Rêbertî qebûl nekir û bi rengekî ku hay ji vê yekê heyî, çalakiya xwe kir. Dema ku mirov bala xwe bide ser kesayetiya wê, dibîne ku xwedî nasnameya jinê ya azad, xwedî îrade û fikrekî xurt e. Mirov di şexsê hevrê Zîlan de azadiyê hîn bi zelalî fêhm dike, girîngî  wateya jiyanê bêhtir têdigihêjin. Her tim bû xwedî jiyaneke bi wate û kêliyeke xwe jî vala derbas nekir. Eşq, dilxwazî û wateyeke mezin tevlî kir û her kêliya jiyanê dagirt. Li çar aliyên cîhanê jin, her kesên li ber sîstemê radibin ketin bin bandora hevrê Zîlan.