'Keleha Berxwedanê ya Zapê gelek tişt fêrî min kir'

Gerîla Jiyan Cûdî qala herêma Zapê kir got: "Zap qadeke wisa ye ku gelek zehmetiyên xwe hene. Lê her çiqasî zehmetiyên xwe hebin jî, zehmetiyên heyî vîn û baweriya mirov xurtir dikin."

Yek ji cihên ku ji bo gerîla bûye mabed û starejîn qada Zapê ye. Zap navê xwe ji Ava Zê digre. Mîna bihuştekê di dilê gerîla de bi cih bûye. Yek ji gerîlayên YJA Starê Jiyan Cudî hezkirina xwe ya çiyayên Kurdistanê û girêdana xwe ya bi Zapê re vegot.

'HEVRÊTIYA PKK'Ê RUHÊ JIYANÊ YE'

Di nava tevgera PKK’ê de tişta ku herî zêde bandora xwe li mirovan dike hevaltiya wê ye. Bi girêdana xwe ya hevrêtiyê li cihên herî zehmet berxwedanê bilind dikin û têkoşînê didin. Yek ji gerîlayên YJA Starê Jiyan Cudî bi van gotinan nêrîna xwe anî zimên: "Min li Zapê dest bi gerîlatiyê kir. Ez bi xwe li qada Zapê fêrî gerîlatiyê bûm. Gerîlatiya min di wan çiyayên bilind de pêş ket. Gerîlatiya li çiyayê Zapê û hevrêtiya ku lê tê  jiyîn, bandoreke mezin li kesayeta min kir. Ezmûnên ku min li wir girtiye, bû wesîle ku ez xwe nas bikim. Gelek bîranîn û bûyerên ku min li Zapê jiyane, qet ji bîra min naçin. Ew her dihişê min de ne, weke aveke zelal a ku diherike dijîn."

'KESAYETA BI HÊZ DI NAVA ZEHMETIYAN DE PÊŞ DIKEVE'

Gerîla Cudî bal kişand ser avakirina kesayeta di demên zehmet de û wiha domand: "Zap qadeke wisa ye ku gelek zehmetiyên xwe hene. Lê her çiqasî zehmetiyên xwe hebin jî, zehmetiyên heyî vîn û baweriya mirov xurtir dike. Bi van zehmetiyan re, vîn û hevtêrtî tê pêşxistin. Min bi xwe jî di nava van zehmetiyan de gelek ezmûn û qezencên mezin bidest xistin."