Kedkarên Mersînê çûn serdana malbata Şenyaşar

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê çûn serdana malbata Şenyaşar ya di berxwedaniyê de ye.

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 409’an de berdewam kir. Di çalakiya îro de endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê çûn serdana malbatê.

Endamên platformê bi pankarta “Di têkoşîna heq û edaletê de em bi malbata Şenyaşar re ne” hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Hakki Demîr diyar kir ku malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê biisrar didomîne û wiha got: “Hêj jî berpirsyarên vê komkujiyê nehatine dîtin. Heke ev edliyeye edaletê pêk neyîne, ew kesên di vir de ne dadger û dozger in. Peywira wan ew e ku heq û edaletê pêk bînin. Karê wan ne ew e ku xizmetê ji hikûmetê re bikin. Weke hêzên ked û demokrasiyê em bi malbatê re ne. Û di wê baweriyê de ne ku wê malbat bi ser keve.”

Berdevkê platformê Kemal Goksoy jî anî ziman ku wan bi serdana xwe hewl dan bibin dengê malbata Şenyaşar û wiha domand: “Cihê ku edalet lê nebe qala aramiyê, cihê ku aramî lê nebe qala îstîkrarê û cihê ku îstîkrar lê nebe jî qala aştiyê nayê kirin. Em ê li cem malbatê bin.”

Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar jî ji bo serdanê spasiya endamên platformê kir û wiha got: “Doza me, doza maf e. 3 mirovên me hatin qetilkirin. Lê di nava 4 salan de tenê îfadeyê yek kesî nehatiye girtin. Dema hiqûqnas tên pêşiya edliyeyê, dozger ji deriyê piştê yê edliyeyê direve. Hinek serdest hene ku îro serdozger diparêzin. Dema ev serdest ji desthilatdariyê ketin, wê demê ev dozger wê werin darizandin. Em mafdar in û wê dev ji vê doza xwe ya rewa bernedin. Serkeftin wê ya me û edaletê be.”

 Piştre jî endamê Hewldana 78’an a Mêrsînê Îbrahîm Bîlen pirtûka xwe ya helbestan a “Xwediyên Spêdê” îmze kir û diyarî malbatê kir.

 Endamên platformê heta demekî bi malbatê re nobet girt û piştre jî çûn.