Kedkarên li Rojhilatê Kurdistanê ev 10 roj in li qadan e
Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên kolber, kasibkar û esnafan di roja xwe ya 10’emîn de ne.
Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên kolber, kasibkar û esnafan di roja xwe ya 10’emîn de ne.
Li Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku bacên gumrukê hatin zêdekirin û deriyên sînor hatin girtin, kolber, kesibkar û esnafan dest bi çalakiya grevê kirin. Çalakî 10 roj in didome.
Li bajarên Ciwanro, Bane, Merîwan, Bokan, Mehabad, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê kedkarên ku çalakiyan pêk tînin dixwazin rejîma Îranê daxwazên wan pêk bînin.
Çalakgerên ku şeva din li Merîwanê derketin qadan rejîma Îranê protesto kirin û xwaringeheke taybet şewitandin. Xwediyê xwaringehê Kawe Kunepuşî li ber çalakgeran rabû û di encama destwerdana çalakgeran de birîndar bû.
Pasdarên Îranê li Meriwanê destûr nedan ku çalakger çalakiyan lidar bixin û ji bo ku girseya kombûyî belav bikin gule berdan hewayê.