Kedkarê çapemeniya Azad Karaagar hate bibîranîn

Kedkarê Çapemeniya Azad Orhan Karaagar di salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Taxa Xaçort a Wanê hate bibîranîn. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bîranîn lidar xist. Endamên malbata Orhan Karaagar, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Dayikên Aştiyê û gelek rojnamevan beşdarî bîranînê bûn.

‘JI ALIYÊ HÊZÊN JI HÊLA DEWLETÊ VE HATINE XWEDÎKIRIN, HAT QETILKIRIN’

Di bîranînê de Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlen axivî û got ku dê xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine qetilkirin ji bîr nekin. Bîlen, wiha got: “Di şexsê Orhan Karaagar de em tevahiya şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr tînin. Hevrêyê me 31 sal berê ji hêla hêzên tarî ve hate qetilkirin. Ji aliyê hêzên ji hêla dewletê ve hatin xwedîkirin û mezinkirin ve hate qetilkirin. Ji roja hatiye qetilkirin heta niha di her bîranînê de em dixwazin ku kujerên wî bên dîtin û cezakirin. Mîna kujerên Mûsa Anter û Burhan Karadenîz û şehîdên Çapemeniya Azad, kujerên Orhan jî ji hêla dewletê ve hatin veşartin. Heke kujerên wî bihatina girtin û darizandin, ne Hrant Dînk ne jî rojnamevanên din nedihatin qetilkilrin. Ji bo girtin û darizandina kujeran em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî got ku Karaagar dema ji bo heqîqetê têdikoşiya hatiye şehîdkirin û wiha got: “Ev bû 31 sal hêj jî faîlên hevrêyê me nehatine dîtin. Her çend ku bi ser re 31 sal derbas bibin jî, em li vir in. Hevrêyên me bi xwîna xwe têkoşiyan. Kevneşopiya ku wan bi xwîna xwe ava kir, heta roja me didome. Têkoşîna wan hêj didome. Heke îro çapemeniya Kurd heqîqet û rastiyê vebêje, ev bi saya berdêlên hevrêyên me ye. Ev jî ji bo me rûmet e. Em ê têkoşîna wan bidomînin.” 

Birayê Orhan Karaagar, Nîzam Karaagar ku piştî 30 salan 4 meh berê hatibû tehliyekirin jî di bîranînê de wiha got: “Bi ser re 31 sal derbas bûn lê hêj jî êşa me mîna xwe ye. Weke ku Hz. Muhammed gotiye; ‘Dema we mirovek qetil kir, weke ku we tevahiya mirovahiyê qetil kiribe ye.’ Weke ku di helbesta Ahmet Arîf de jî hatiye gotin, tu hevrêyên me di vî şerî de têk neçûn. Lê xefik danîn û bi hovane qetil kirin. Heke armanca wan kêmkirin be, ew bi xwe kêm bûn. Heke armanca wan tarîtî be, ew bi xwe di tarîtiyê de man. Em her tim li vir in û xwedî lê derdikevin.”