Keça serhildêr: Bêrîtan

Êdî êş û kesera salan di dilên xwe de dihewand û ji bo rizgariya gundê xwe, wekî listika xwe ya zarokatiyê ya bi nivçomayî re li hemberî neyarê hov wek şêran şer dikir.

Bêrîtan bi eslê xwe Hîlalî bû. Gundê Hîlalî bi Şirnexê ve giredayî ye. Pêşî ez dixwazim behsa jiyana rasteqîn a gund, trajediya jiyana koçberiya gundê li qûntara çiyayê asê ve paldayî, qehremaniya ku Hîlaliyan li hember dijminê neyarê hov ê ku dixwaze bi awayeke hovane tune bike û ji holê rake, bikim.

Hevrêyê wê ya tekoşînê Sîdar Gabar, wiha behsa Berîtan dike; “Di sala 1994’an de ji vê xweşikiya Hîlalê çavên neyarên me tarî bibûn û ji hesûdiya xwe komkûjiyeke hovane pêkanîn. Gund bi darê zorê hate valakirin. Niştecihên wir koçber bûn. Êdî Hîlal mîna baxê bihûştê di nava dilê niştecihan de wekî cih girtibû.Êdî di nava lepên neyarê xwînxwar de mabû, dinaliya û rizgariya xwe dixwest. Neyaran hesabên xwe şaş kiribûn. Hesabê zarokên Kurdan nekiribûn. Her zarokeke Kurd li hemberî zilma neyarên hov bibû koza agir, bibû leheng û serî rakiribû. çiyayên azad ji wan re bibû stargeh. Êdî êş û kesera salan di dilên xwe de dihewand û ji bo rizgariya gundê xwe, wekî listika xwe ya zarokatiyê ya bi nivçomayî re li hemberî neyarê hov wek şêran şer dikirin, keç û xortan hêz dabûn hev. Ji bav û kalên xwe hîn bibûn, ji wan re digotin, 'şêr şêr e, çi jin e çi mêr e'.

DERIYÊ DILÊ XWE YÊ ŞOREŞGER JI HEMÛ HEVALAN RE VEDIKIR

Keç jî, xort jî zarokên jiyana koçberiyê bûn. Yek ji van lehengan jî hevrê Bêrîtan bû. Hevrê Bêrîtan roj bi roj kesera gundê xwe dikişand hundirê xwe û êşa wê hîs dikir. Piştî valakirina gund, ji bo hevrê Bêrîtan û malbata wê wek hemû malbatên koçber jiyaneke dijwar dest pê kiribû. Berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê.Cara yekem min wê piştî dîlgirtina Rêber Apo dîtibû. Wê demê ew hêj zarok bû. Bi temenê xwe biçûk, lê gelek jîr û bi bîryar bû. Wê bi dilxwazî û hezkirî, ev jiyana leşkeri hilbijartibû. Destpêkê çek jê re zehmet hatibû, lê di demeke kurt de hînî jiyana leşkeri bû. Tu car gazina ji vê jiyana dijwar nekir. Weke şoreşgerekê têdikoşe. Bi tevger û helwesta xwe ji hevalên xwe re dibe mînak.

Piştî salên 1993’an şûnde min ew nedît. Dema ku min sala 99’an cara duyemîn wê dît, yekser min ew nas nekir. Lê nizanim ji bo çi, min ew ji xwe re pir nêzîk didît. Wekî hevrêyeke xwîna min lê dikeliya. Di nava hevrêyan de herî pir wê bala min kişandibû ser xwe. Birastî min pir meraq dikir, gelo ji ku bû? Rojekê min jê pirsî, 'hevrê tu ji kû yî?' Wê bişanazî bersiva 'Ez ji Hîlalî me' da min. Min jê re got, 'Ma navê te ne Mercan e?' Got, 'Belê navê min Mercan e. Lê navê min ê niha Bêrîtan e'. Ez mat mam. Gelek guherîbû. Min xwe negirt, çend car bê navber, 'Niha tu Bêrîtanî?' Ji ber ku dema ez û hevala Bêrîtan ji hev veqetiyan hêj zarok bû. Bi rastî min qet texmîn nedikir ku, ez wê careke din bibînim. Her çiqas di temenê xwe yê zarokatiyê de tevlî nav rêxistinê bibû û jiyana çiyê ji bo wê hêj zû bû jî, êdî bibû wesileyek ji wê jiyanê re. Bibû evîndara çiyê. Bibû kulîlka çiyê. Bibû perperoka serbixwe ya çiyê, ji wê kulîlkê difiriya kulîlka din. 

Ez û hevrê Bêrîtan demeke kurt li gel hev man. Rojek hat em dîsa jihev veqetiyan. Jiyana şervaniyê wisa bû. Di her kêliyê de peywir dihate guhertin. Piştî vê veqetandina me, êdî demeke dûr û dirêj me hevdû nedît. Herî dawî min hevrê Bêrîtan di zivistana 2004-2005’an de dît. Me bi hev re di dibistana Mahsûm Korkmaz de dewreyek perwerde dît. Ev ji bo min şanseke pir mezin bû. Bi rastî moraleke mezin da min. Lewra min pir bêriya wê kiribû û min dixwest ez wê bibînim. Êdî hevrê Bêrîtan mezin bibû. Bibû şervaneke ji xwe bawer û çalak. Dema diaxivî, her kes bi baldarî lê guhdar dikir. Li ser xeta şoreşgerî û rêxistinê kûr bibû. Ev taybetmendiya wê, di hewldan û axaftinên wê de xuya dikir. Ji bo wê jî ji aliyê her kesî/ê ve dihat hezkirin. Her kes wê ji xwe re mînak digirt. hevrê Bêrîtan bi hesteke paqij û xwerû dijiya. Tu car dilê kesî/ê nedihişt. Devliken û xweş sohbet bû. Deriyê dilê xwe yê şoreşger ji hemû hevalan re vedikir. Bi rastî jî ez gelek tişt jê hîn bûm. Di wê demê de herî pir pirtûka Rêber Apo ya 'Parastina Gelekê' bala wê dikişand. Dixwend û li ser wê kûr dibû. Lewra dixwest parêznameyan baş fêm bike û di pratîkê de pêk bîne. Bi rastî jî ji me hemûyan zêdetir hevala Bêrîtan li ser parêznameyan lêhûrbûn dikir û hewldida ku fêm bike. Di pratika xwe de jî bikar dianî. Ev kûrahî di nêzîkatiya wê ya hevrêtiyê de, di hezkirina wê ya jiyanê de, di hewldana wê ya berpirsiyariyê de û di awirên wê yên serhildêr de nişan dida.”

“TI CAR SERÎ LI BER DIJMINÊN XWE NETEWAND”

Gerila Sîdar Gabar wiha berdevam dike: “Vesazkirina hevrê Bêrîtan li herêma Zagrosan çêbibû. Lê bi rastî jî herêma Zagrosê qet ne di hişê wê de bû. Ne ku ji vê herêmê heznedikir, di dilê hevrê Bêrîtan de her tim herêma Botan hebû. Pêşniyara xwe ji qada Botanê re kiribû. Lê baş dizanibû ku, Zagros jî herêmeke Kurdistanê ye. Êdî tiştê ku bikira tinebû. Amadekariya xwe bi rêk û pêk kir û kete rêya herêma Zagrosan. Ew tenê evîndara herêma Botan’ê jî nebû, hezkiriya tevahiya Kurdistanê bû. Di demeke kurt de xwe ji têkoşîneke dijwar re amade kir. Êdî bibû lehengeke bêhempa û ji çiyayên pîroz yên ku dergûşa mirovahiyêne hêz ji wir digirt û şer dikir. Gav bi gav ber bi lûtkeyên Cîlo ve hildikişiya. Hevrê Bêrîtan pratika xwe ya yekem li Zagrosan, ango Çarçela derbas kir. Ji hatina xwe ya Çarçela de hezkirineke bêhempa çêbibû. Evîndara xweşikî, nepenî û bedewiya Çarçelayan bû. Xwe di bihûşta Çarçelayan de digirt. Di helbestên xwe de xweşikiyên Çarçela dianî ziman. Bêjeyên xwe yên herî xweşik û bi wate dixemiland û ji bo Çarçeladihonand, dinivîsî, ji heval û hogirên xwe re dixwend. 

Têkiliyeke germ di navbera hevrê Bêrîtan, çiyayên Çarçela û hevrêyên wê de çêbibû. Êdî hevrê Bêrîtan jî wek zozanên Çarçelayê xweşik, wekî Cîlo serhildêr û wekî Cûdî bi heybet bû. Biqasî govendê nepen û bi qasî Avaşîn zelal bû.Bi hêviya dîtina çiyayê Gabarê ve jiyan dikir. Dixwest Gabarê jî bibîne û pê re hevrêtî bike. Hevrê Bêrîtan demeke li Zagrosê dimîne paşê derbasî çiyayê Gabarê dibe. Wekî zarokeke nû jidayîk dibe, bextewer dibe. Bi coş û kefxweş e. Ji bo Bêrîtanê careke din jiyaneke nû dest pê kiribû. Her çiqas cara yekem hatibû Gabarê jî, wek bi salan e li herêmê jiyaye, qet xerîbî nekişand. Di demeke kurt de dest bi xebatên xwe kir. Di dile Gabarê de, di mile hevrê û hogirên xwe de cihekî bi nirx girt. Pratika wê ya yekem li Çiravê çêbû. Êdî herêmê baş dinasî. Bi hemû kevir û kuçeyên herêmê re, bû hevrêyeke dilsoz. Bi xaka pîroz a Gabarê re li hev hatibû. Me wê salê zivistana xwe bi hev re, ango li Gabarê derbas kir. Ji aliyekê sir û seqema zivistanê, ji aliyê din ve jî êrîşên neyaran didomiya. Ti carî serî li ber dijminê xwe dananî. Bi lehengî li ber xwe dida. Rêhevaleke serkeftî bû. Wê dizanibû ku xweşikî û dijwariya jiyanê wê her hebe. 

Dawiya zivistana 2007’an bû. Heyva Gulanê bû. Careke din ji bo peywirek hevala Bêrîtan vegeriya qada Çiravê. Di komuna hevala Zekiye de cih girt. Ew û hevrê Hêvî Koçer, Dinya Efrîn, Nefel Gever û Zekiye Mêrdîn ji bo peywirek diçin cihekî. Di rê de rastî kemîna neyarên xwe tên. Bi berxwedaneke mezin şer dikin û şehîd dikevin. Şehadeta hevrêyên wê bandoreke neyînî û pir giran lê ava dike. Ti car ji hişê wê dernakeve. Lewra di wê tîmê de ew tenê mabû. Şev û roj fikra tolhildana hevrêyên wê di hişê wê de bû. Jiyan didomiya. Dizanibû ku ji bo jiyaneke xweş, rizgarbûna welat şer û têkoşîn pêwîst e. Di warê derûniya şer de serwext bû. Di demeke kurt de xwe da hev û ji bo têkoşînkirinê di nav hevalên xwe de cih girt.”

Gerila Sidar gotinên xwe wiha bi dawî dike; “Helwesta wê gelek bandor li ser hevrêyan dikir. Her kes dixwest li gel wê peywir bigire. Taybetiyên wê yên serbixwe hebûn. Evîndara azadiyê û serxwebûnê bû. Di şertên herî giran de jî, xwe perwerde dikir û pêş de dibir. Hevrêyên xwe jî bi xwe re perwerde dikir. Pir baweriya xwe bi perwerdehiyê dianî. Jiyana bi rêk û pêk, bi plan û perwerdeyê ve girêdida. Taybetmendiyên wê yên herî bandorker him tolhildêr û hin jî nivîskareke baş bû. Rojnivîsa xwe dinivîsî. Helbestên wê jî bala her kesî/ê dikişand. Ew şoreşgereke pir alî bû.

Hevrê Bêrîtan di sala 2007’an de li çiyayê Gabarê, li qada şehîd Erdal, di êrîşekê de şehîd dikeve. Bi vî rengî ew jî wek pakrewanekê tevlî nav koma hevalên xwe yên şehîd dibe. Di wê pêvajoyê de jehr dayîna Rêber Apo hatîbû rojevê. Ji aliyeke din ve jî politikayên îmha û înkarkirinê dimeşandin. Bi wê mebestê giraniya xwe dabûn ser çiyayê Gabarê. Dixwestin vê herêmê bidest bixin.Her çiqas di vê demê de şehîd hatin dayîn jî, bi berxwedaneke mezin PKK’ê hêza neyaran carekê din şikand. Ev jî rastiyeke ruh û giyana PKK’ê îfade dike. Yek ji hevalên ku vî ruhî bi awayekî dilsoz dijiya û tevlî dibû hevrê Bêrîtan bû. Bi vê ruhê xwe berxwedaneke bêhempa nîşan dabû. Her çendî hevrê Bêrîtan bi bedena xwe li gel me nebe jî, lê wê her tim di jiyan û giyana me de bijî. Bi rastî di derbarê hevrê Bêrîtan de nivîsîn ne hêsan e. Peyv têrê nake. Encax bi jiyanê mirov dikare rastiya hevrê Bêrîtan fêm bike. Fêmkirina Bêrîtan di heman demê de têgihîştina PKK’ê ye.

Ji bo min jî, xwedî li bîranînên wan derketin, wan zêdetir fêmkirine. Ez ê kesayetiya wan ji xwe re mînak bigirim û di vê rêya pîroz de bimeşim. Bîranînên wan, wê rêya min ronî bikin. Bizanim ku ji bîr kirina we, ji bo min wê îxanet be. Bi hemû hêstên xwe, bi hezkirina xwe, ez we bi rêzdarî himbêz dikim û we silav dikim. Wê rojên herî dijwar bimin re parvekir. Ez bi sedema wê bi ser diketim. Ez ê her tim we bişopînim. Bi hêvî û daxwaza gihîştin û dîtina wê û rêhevalên min.”