KCK: Wê hesretên cangoriyên qetlîama Sirûcê pêk werin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegera Qetlîama Sirûcê daxuyanî da û got “Gelê Rojava û şoreşgerên wê, ew ê van rêwiyên xeyalan ji bîr nekin, wê hesretên wan bi parastina her cure ya Rojava pêk bînin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegera Qetlîama Sirûcê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê e ev tişt hate diyarkirin:

“Di 20’ê Tîrmehê de dema ku 33 ciwan bi bombeyan hatin qetilkirin, ev jî diyar dike ku dewleta Tirk xwedî karakterekî çawa yê mêtinger e. Li Kobanê dema ku DAÎŞ têk çû, wan jî xwestin wisa tola wê bistînin.”

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de 33 rêwiyên xeyalan li Sirûcê bi hevkariya MÎT-DAÎŞ’ê hatin kuştin. Em hemû ciwanên sosyalîst ên di vê êrişê de şehîd bûne, bi hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û hesreta wan a Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bînin. Ji gaziyên Sirûcê re jî di têkoşîna wan de serkeftinê dixwazin.

Qetlîma 20’ê Tîrmehê piştî ku Tayyip Erdogan Mûtabakata Dolmabahçeyê red kir, di 5’ê Nîsanê de li ser Rêber Apo tecrîdeke giran da destpêkirin, di 5’ê Hezîranê de li Amedê qetlîam kir û di 7’ê Hezîranê de hilbijartin tune hesiband û wekî dûmahîka qirkirina li ser gelê Kurd pêk hat. Ev ne bûyereke kesane ye, wekî parçeyekî konsepta tasfiyeyê ye. Ev qetlîam ji aliyê MÎT’ê plansaziya wê hatiye kirin û bi DAÎŞ’ê kirine. Li gorî Plana Çokdanînê ya ku di havîna 2014’an de hate amadekirin û li Desteya Ewlekariyê ya Millî hate pesendkirin, Mûtabakata Dolmabahçeyê hate redkirin, li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şer hate destpêkirin. Di 24’ê Tîrmehê de bi dehan balefiran êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin û ev jî bûye îlana eşkere ya şer. 

ÊRIŞA DOMANDINA QIRKIRINA BI LOZANÊ RE HATIBÛ DESTPÊKIRIN

Bi vî şerî re yê di 24’ê Tîrmehê de li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hate destpêkirin, wan biryara domandina qirkirinê dane ya ku bi Lozanê re hatibû destpêkirin. Sosyalîst di serî de hêzên demokrasiyê ji bo qirkirina li ser gelê Kurd ji xwe re wekî asteng dîtine, ev êriş tevî gelê Kurd birine ser hêzên demokrasiyê. Di 20’ê Tîrmehê de dema ku 33 ciwan bi bombeyan hatin kuştin, ev jî karakterê mêtinger ê dewleta Tirk eşkere dike. A rast bi vî awayî xwestine li Kobanê tola têkçûna DAÎŞ’ê bistînin. Ji ber ku êrişa 20’ê Tîrmehê bûye êrişa li dijî kesên xwedî li Kobanê derketibûn. 33 ciwanên sosyalîst barê giran ên şer hilgirtin, ji bo ku zarokên ji Kobanê ji bin bandora şer derxînin û jiyana wan normalîze bikin, ketibûn rê.

Mehek beriya êrişa Sirûcê bi hevkariya MÎT-DAÎŞ’ê êrişî Kobanê hatibû kirin, jin, ciwan, zarok di nav de bi sedan Kobanêyî hatibûn kuştin. Qetlîama Kobanê ya di 25’ê Hezîranê de û qetlîama Sirûcê ya di 20’ê Tîrmehê de bi heman feraset û armancê hatiye kirin. Lê wan nekariye encama ku xwestine bi dest bixin. Li hemû dinyayê xwedîlêderketina Kobanê û Rojava zêde bûye, Kobanê bûye berxwedana Stalîngradê. Berxwedan û serfiraziya Kobanê wekî berxwedana mirovayetî û ya hêzên demokrasiyê di dîrokê de cihê xwe girtiye. DAÎŞ’ê beşeke zêde ya Kobanê dagir kiribe jî hêzên Kurd û şoreşgerên enternasyonalîst li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe dane û êrişên wan şikandine. Ev berxwedan bi moralê ji gelê Kurd û mirovayetiyê hatiye stendin û careke din îspat bûye ku yên moralê wan zêde dikarin bi ser bikevin.

BI PKK’Ê RE PLANA QIRKIRINA LI LOZANÊ QUT BÛ

Çend roj piştî qetlîama Sirûcê peymana Lozanê hatibû îmzekirin û destpêkirina van êrişan diyar dike ku ev şerekî sedsalî ye. Têkoşîna Azadiya Kurdan a ku bi pêşengiya PKK’ê tê birêvebirin, têkoşîneke sedsalî ye. Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna di navbera hêzên demokrasî û hêzên li hemberî Kurdan û demokrasiyê ye. Heta ku Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk pêk were wê ev têkoşîn bidome. Heta ku doza Kurdan neyê çareserkirin, wê demokratîkbûn pêk neyê, heta ku demokratîkbûn pêk neyê jî wê doza Kurdan çareser nebe. Di rastiya Tirkiyeyê de ev her du tişt ketine nava hev. Jixwe heta ku ev rastî neyê fêmkirin ne têkoşîna azadiya Kurdan û ne jî têkoşîna demokrasiyê dikare were dayîn.

Bi têkoşîna PKK’ê re ya ku bi qasî 50 salan didome, li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê derketiye holê. Vê têkoşînê bandor li ser gelê Ereb, Faris û Tirk jî kiriye, feraseta demokratîk a rastîn li van welatan gihiştiye asteke girîng. Plana qirkirinê ya li her çar parçeyên Kurdistanê ku bi Lozanê hatibû destpêkirin jî êdî hatiye sekinandin. Gelê Kurd bûye hêzeke xurt a azadî û demokrasiyê. Ev gel êdî wekî berê koletiyê qebûl nake û di bin kêra qirkirinê de nasekine. Gelê Kurd bûye gelê herî polîtîk û zana yê gelê kurd û êriş çiqasî zêde bin jî wê her cure berdêlê bidin ber çavê xwe û têbikoşe û wê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk tevî gelên bira re bi hev re biafirînin.

33 rêwiyên xeyalan di heman demê de li hemberî êrişên li ser her çar parçeyên Kurdistanê yên bi Lozanê re hatibû destpêkirin, helwesta xwe nîşan dane. Ew ji bo bêwatekirina têlên sînoran ên bi peymana Lozanê re, ketin rê. Di dîrokê de biratiya gelan li ser vê axê bûye esas, têlên sînor jî bûne sembola polîtîkaya qirkirinê. Fîlmê Propaganda yê Kemal Sûnal rastiya Lozanê bi awayekî eşkere daniye holê û ji bo fêmkirina qirkirinê jî roleke girîng lîstiye.

Qetlîama 20’ê Tîrmehê ya Sirûcê û Qetlîama Gara Enqereyê ya di 10’ê Cotmehê de li hemberî feraseta ku dixwaze gelan û civakan parçe bike, bûye sembolên ku welat û gelan dike yek. 20’ê Tîrmehê û 10’ê Kewçêrê bûne rojên herî zelal ku feraseta Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad derketiye holê. Gelên Tirkiyeyê wê xeyala wan bi Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk tacîdar bike.

Wê 33 rêwiyên li Sirûcê tu carî neyên jibîrkirin. Bingeha Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk wê li hemberî polîtîka û kirinên qirkirinê wekî Lozanê yên mêtingeriyê bide jehrkuj. Gelê Rojava û şoreşgerên wê, ew ê van rêwiyên xeyalan ji bîr nekin, wê hesretên wan bi parastina her cure ya Rojava pêk bînin.”