KCK: Wê hesreta Qazî Mihemed û hevalên wî teqez pêk were!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Serokkomarê Komara Mehabade Qazî Mihemed û hevalên wî yên ku ji aliyê dewleta Îranê hatibûn darvekirin, bi bîr anî. KCK’ê diyar kir wê Kurdistana Azad a ku hesreta wan e, teqez pêk were.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê salvegeradarvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em Serokkomarê Komara Mehabadê Qazî Mihemed û hevalên wî yên ku di 31’ê Adara 1947’an de ji aliyê dewleta Îranê hatibûn darvekirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Wê Kurdistana Azad a ku hesreta wan e teqez pêk were.

Feraseta netewe-dewlet a ku wekî fesadiyekê ketiya nav Rojhilata Navîn û îdeolojiya wê nijadperestî sedsala 20’an kiriye sedsala qirkirina Kurdan. Gelê Kurd li hemberî polîtîkayên mêtinger serî hildaye û azadî xwestiye. Vê daxwaza Kurdan jî rastî darvekirin û qetlîaman hatiye. Komara Mehabadê ya azad û xweser jî bi qetlîam û darvekirinan hatiye hilweşandin. Polîtîkayên darvekirin û qetlîamê yên Tirkiye û Îran li hemberî Kurdan dikin, nîşanî me dide ku di sedsala 20’an de li ser Kurdan înkar û zilmeke çawa heye. Îro jî li ser Kurdan polîtîkayên înkar, zilm û zextan heye. Gelê Kurd dixwaze tevî gelên herêmê di nav biratiyê de bi awayekî xweser û azad bijî, lê ev daxwaz nayê qebûlkirin. Li ser netewe, çand, gel, bîr û baweriyên derveyî feraseta netewe-dewletê polîtîkayên zext, zilm û qirkirina çandî didome.

Di sedsalên 20 û 21’an de di warê çaresernekirina doza Kurdan de ne bi tenê gelê Kurd êş kişandiye, dewletên herêmê û gelên wê jî nekarîne ji nav krîzên siyasî û civakî derkevin. Wekî ku Rêber Apo dibêje çaresernekirina doza Kurdan wekî cezayekî li ser Rojhilata Navîn e. Welatên herêmê û Rojhilata Navîn ji bo ku ji krîzan derkevin, li van deran îstîkrar û aştî pêk were, divê doza Kurdan were çareserkirin.

Pirsgirêkên siyasî û civakî yên Îranê îro çareserkirina doza Kurdan ferz dike. Ev rastî nîşanî me dide ku Kurdistana Azad û Îrana Demokratîk mumkin û nêz e. Ji  vî aliyî ve wê şehadetên li hemû parçeyên Kurdistanê wê bi Kurdistana Azad re watedar bibe. Wê wekî nemirên Kurdistanê di dîrokê de cih bigirin.”