KCK: Rêça Mahir Çayanan li nav HBDH'ê dijî

KCK'ê Mahîr Çayan û 9 hevalên wî bi bîr anî û got, ''Mahîr Çayan û hevalên wî li Tirkiyê tecrûbeyeke girîng a şoreşger, demokrasiyê hiştine. Niha ev rêz û rêçik li nav Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan, li ser hîmê tifaqa şoreşger dijî.''

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî komkujiya Kizildere ya 30'ê Adara 1972'an wiha got:

''30'yê Adara 1972'an Mahîr Çayan û 9 hevalên wî li gundê Kizildere ya navçeya Nîksarê ya Tokatê di şerê dij3i hêzên şerê taybet a darbeya faşîst a 12'ê Adarê de şehîd bûne. Em van zarên hêja yên gelên Tirkiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin, em soz didin ku bêrîkirina wan li Tirkiyeyeke Demokratîk, Kurdistana Azad bi cih bînin.

Mahîr Çayan û hevalên wî ji bo ku du milîtanên THKO'yê û Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ji îdamê xilas bikin 3 Ingilîz revandine. Di ber 3 Ingilîzan de dixwestin ku 3 şoreşgeran ji destê dijmin xilas bikin. Lê hêzên faşîst ên dewleta Tirk hem şoreşger û hem jî Ingilîz kuştine.

Mahîr Çayan û hevalên wî, Denîz Gezmîş û hevalên wî, Ibrahîm Kaypakkaya û hevalên wî dixwestin ku Tirkiyê ji hegemonyaya emperyalîzmê xilas bikin û Tirkiyeya Demorkatîk ava bikin.  Di Tirkiyeya Demokratîk de wê Kurdistan azad bibûya. Ji ber vê pirsa Kurd û azadbûna Kurdistanê weke pirseke sereke ya Tirkiyê didîtin. Zarên leheng ên Kurdan jî di nav rêxistinên van şoreşgeran de cih girtine. Gelek ciwanên Kurd ên wekî Huseyîn Înan, Huseyîn Cevahîr û Alî Haydar Yildiz di nav van rêxistinan de dema ku têdikoşiyan şehîd bûne.

Mahîr Çayan li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê dema ku li ser mijara pirsa Kurd axiviye, vê bandor li ser Rêber Apo kiriye û bûye sempatîzanê THKP-C. Dema ku Mahîr Çayan û hevalên xwe li Kizildere şehîd bûne, ji bo ku dewleta Tirk protesto bikin, li Fakulteya Zanînên Siyasî ku lê dixwend pêşengiya boykotê kiriye. Ji ber vê hatiye girtinû 7 mehan i Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê maye. Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan, ji beşa ku Rêbe Apo lê bû birine û îdam kirine. Rêber Apo piştî ku ji girtîgehê derdikeve li Fakulteya Zanînên Siyasî ku sempatîzanên THKP-C'yê lê zehf in rêxistiniya ciwanan kiriye, di rêxistinkirina ciwanên şoreşger ên Enqerê de û di ADYOD'ê de pêşengî kiriye. Bi dilsoziya şehadeta Mahîr Çayan û hevalên wî, Denîz Gezmîş Hevalên wî bersiveke wiha daye.

Mahîr Çayan û hevalên wî li Tirkiyê tecrûbeyek girîng a şoreşgerî û demokrasiyê hiştine. Niha ev rêz û rêçik li nav Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan li ser hîmê tifaqa şoreşger tê jiyîn. Li qada siyasî ya demokratîk jî bêrîkirina van şehîdan li ser hîmê têkoşîna hevpar tê dayin. Têkoşîna wan û berdêlên ku wan dane beleheq neçûye. Di têkoşîna Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad de tê jiyîn.

Em li ber bîranîna wan bi hurmet bejna xwe ditewînin, bi bêrîkirina li wan li ser  hîmê xwîşk û biratiya gelan careke dî sond dixwin ku têkoşîna Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad geş bikin.''