KCK: Mistefa wê her demê bi dostbûna xwe di  Tevgera Azadiyê de were bîranîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo lîderê Goran Newşîrvan Mistefa ku jiyana xwe ji dest dabû peyamek weşand.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê xemgîniya xwe ya ji bo wefata lîderê Goran diyar kir û got Mistefa her demê wê bi dostanbûna xwe ya li Tevger Azadiyê were bibîranîn. KCK’ê got, ‘’Newşîrvan Mistefa ku bi wate û nirxê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ji bo çar parçeyan zanîbû, her demê bi Tevgera me ya Azadiyê re dost bûye’’

Peyama sersaxiyê ya KCK’ê wiha ye:

‘’Em bi xemgînî jê agahdar bûne ku lîderê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa jiyana xwe ji dest daye. Ji ber sedema mirina lîderê Tevgera goran Newşîrvan Mistefa ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de xwedî kedeke mezin e, em sersaxiyê didine malbatê, dostên wî, Tevgera goran, raya giştî ya demokratîk a Kurd û hemû gelê Kurdistanê. Em bawer dikin ku em ê xewn û xeyalên wî li hemû beşên Kurdistanê pêk bînin. Em sond dixwin ku em Tevgera Azadiya Kurd em ê bibin şopdarên hesreta siyasetmedarê demokratîk û welatparêz Birêz Newşîrvan Mistefa û ji bo ku em hesreta wî pêk bînin berpirsyariya ku dikeve ser milê em em ê bi cih bînin.

Newşîrvan Mistefa xwedî dîrokeke têkoşînê ya azadî û demokrasiyê ya 50 salî ye. Di wê mijarê de ku li Başûrê Kurdistanê ji bo ku têkoşîna demokrasiyê û azadiyê bi karketerê şoreşgerî pêk were xwedî roleke çalak e, bi siyasetmedariya xwe ya çalak û demokratîk di dîroka siyasetê de cihê xwe girtiye. Li Rojhilata Navîn di dorpêça qirkirinê de ji bo Kurdan têkoşîna 50 salî helwesteke pir nirxdar e ji bo gelê me. Newşîrvan Mistefa hem di têkoşîna azadiyê ya gelê Başûrê Kurdistanê de xwedî kedeke mezin e û hem jî di demokratîkirina Başûrê Kurdistanê de jî xwedî roleke dîrokî ye. Li Başûrê Kurdistanê  têkoşîna demokratîkirinê û hewldana wê berdewam e. Başûrê Kurdistanê dema ku bi gihaşte demokrasiya rast keda Newşîrvan Mistefa jî bi layiqî wê bi hurmet û minet were bibîranîn.

Newşîrvan Mistefa her demê bi dostbûna xwe ya li Tevgera me ya Azadiyê were bibîranîn. Newşîrvan Mistefa ku bi wate û nirxê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ji bo çar parçeyan zanîbû, her demê bi Tevgera me ya Azadiyê re dost bûye. Dîtibû ku Şoreşa Roajva ji bo tevahiya Kurdistanê kana hêzê ye, ji destpêkê destek daye Şoreşa Rojava. Gelê Rojavayê Kurdistanê jî her demê bi spasdarî wê helwesta Newşîrvan Mistefa û Tevgera Goran bi bîr bîne.

Newşîrvan Mistefa bi karekterê xwe yê şoreşger ku hêz daya têkoşîna gelê xwe ji niha û şûn de jî wê keda xwe bide nirxên moralî. Tevgera me ya Azadiyê ji bo dilsoziya bi kedkarên azadiyê û demokrasiyê ku keda xwe dane têkoşîna azadiyê ya Tevgera me ya Azadiyê û gelê me, wê têkoşînê berz bike û Kurdistan azad û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bîne.’’