KCK: Komkujiya Parîsê bûyera Dreyfûsê ya duyemîn e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 7'an a qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev komkujî mîna bûyereke duyemîn a Dreyfûsê di dîroka Fransayê de cih girtiye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Fransa di bin berpirsyariyeke giran de ye û komkujiya Parîsê weke bûyera duyemîn a Dreyfûsê pênase kir.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Beriya 7 salan sê şoreşgerên jin bi fermana Tayyîp Erdogan ji aliyê tetîkkêşê MÎT'ê ve hatin qetilkirin. Em van şehîdên xwe yên azadiyê careke din bi rêz û minet bi bîr tînin. Bi ruhê azadiya jinê hê hevalên Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) şoreşa Kurdistanê hate meyandin û Kurdistana azad, Tirkikyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan e wê teqez pêk werin. Em Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî bi rêz û minet bi bîr tînin ku beriya 4 salan di berxwedana xwerêveberiyê de bi fedayî li ber xwe dan û şehîd bûn. Berxwedana wan wê weke ala têkoşînê ya Kurdistana Azad bibe misogeriya têkneçûyî ya têkoşîna me ya azadiyê.

MEHA ÇILEYÊ BÛ MEHA ŞEHÎDÊN JIN

Meha Çileyê êdî ji bo gelê Kurd û hêzên azadiyê veguheriye meha şehîdên jinê. Şehîdên me yên jin bi dilsoziya xwe ya azadiyê, bi afirê azadiyê mîna volqanekî meha Çileyê kirin meha geşbûna têkoşîna azadiyê. Meha Çileyê wê êdî ne serma û seqem be, wê bi tîna volqanê azadiyê germ be.

BERPIRSYARÊN MÎTÊ YÊN HATIN GIRTIN

Şehadeta wan hêrsa me ya şoreşgerî gihand asta herî bilind. Hesabê qetilkirina van şoreşgeran wê bê pirsîn, soz hate dayin û ev soz jî bi cih hate anîn. Bi Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya Sakîne Cansiz re du rêveberên payebilind ên MÎT'ê bi çalakiyeke mezin a şoreşgerî hatin girtin. Yek ji wezîfeyên avabûna PKK'ê jî ew e ku ceza li sûcdar û xayinan bibire. Ji niha û pê ve jî wê ti xiyanet û sûc bêceza nemîne.

BÛYERA DUYEMÎN A DREYFÛSÊ

Ev komkujî li paytexta Fransa, li devereke navendî pêk hat. Şêweyê pêkanîna komkujiyê berpirsyariyeke giran da ser milê Fransayê. Eger Fransayê çavên xwe li vê bûyera komkujiya bi vî rengî negirtibe hingî divê teqez eşkere bike. Naxwe wê wateya gotina edaletê li Fransayê nemîne. Wê weke bûyereke duyemîn a Dreyfûsê cihê xwe di dîrokê de bigire. Eger saziyên edaletê yên Fransayê vê bûyerê eşkere neke, eger hêzên li pişt tetîkkêş ceza nekin wê bibin berpirsyarê kuştinê. Em bang li rewşenbîr, demokrat, jin û mirovên xwedî wijdan ên li Fransayê dikin ku ji bo darizandina berpirsyaran bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

HEVRÊ SARA PÊŞENGEKE JINÊ YA EFSANEWÎ BÛ

Hevrê Sara, Ronahî, Rojbîn, Sêvê, Pakîze û Fatma şehîd bûn, lê belê dilsozî û hesreta wan a ji bo azadiyê mezintir bû, veguherîn ruh û hêza têkoşîna me ya azadiyê. Nikarin efsaneyan bikujin. Hevrê Sara li êşkencexaneyan, di berxwedana zindanan de, di têkoşîna gerîla de, di artêşbûna jinê de bûye sembola azadiyê. Qetilkirina wê ji aliyê dijminên azadiyê ve kir ku ev efsane ne tenê li Kurdistanê her wiha li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bibe pêşengeke jinê ya efsanewî.

Hevrê Sara mîna erdnîgariya serhildêr a Dersimê ku hesta azadiyê dide mirovan şoreşgereke mezin û serhildêr bû û wê ti carî neyê jibîrkirin. Her nifş wê hevrê Sara mezintir bike, bi hezkirina wê ya azadiyê wê têkoşîna ji bo jiyana demokratîk û azad bêhtir bi xurtî bimeşînin. Nepêkane ku hezkirin û dilsoziya bi azadiyê re ya gel, jin û ciwanên Kurd bên bêdengkirin ku bi şehîdan û hevrê Sara hate meyandin. Dilsoziya bi azadiyê re ya gelê me ku bi dilsoziya azadiyê ya hevrê Sara ya mîna teqîna volqanê hate meyandin, wê her tim mîna volqanê biteqe. Jiyana civakî ya ku bi destê jinê li Mezopotamya Jorîn hate afirandin wê îro jî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi jiyana azadî û demokrasiyê ya civakî hebe. Her şêwe êrişên mêtinger, qirker, zordar ên hêzên mêtinger wê bi hêza civakî ya azadiya jinê bên têkbirin. Bi ruhê azadiya jinê ev xak wê teqez bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk.

Serbilindî, meşa bi serbilindî û kesayetiya wê ya serfiraz a Sara, kesayetiya civaka li Kurdistan û vê cografyayê ye. Kesayetiya Sara kesayetiya Dersim e ku heta sala 1938'an dest negihiştibûyê; li gel dagirkeriyê jî xwe nêzî dewletê nekir û ruhê azadiyê di nava xweliyê xwe de parastiye. Kurd û Kurdistan ku di şexsê Sara û şehîdên me hemûyan de rabûn ser piyan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê veguherîne hêvî û çavkaniya jiyana demokratîk û azad.

'EM HEVRÊ RÛBAR, XELÎL Û MÛRAT BI BÎR TÎNIN'

Em hevrêyên xwe Rûbar, Xelîl û Mûrat ku di sala 2017'an de li Qendîlê di êrişa hewayî de şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta wan; Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk pêk bînin. Xizmetên ku hevrê Rûbar, Xelîl û Mûrat bi rengekî fedayî ji vî gelî re kirin wê ti carî neyên jibîrkirin. Ew bûn kedkarê şoreşê yên mezin û kesayetiya milîtan a têkoşîna me ya azadiyê xurtir kirin, taybetmendiya têkneçûyî ya têkoşîna me bi îradeya xwe ya têkneçûyî gihandin wê astê ku teqez bi ser bikeve.

Em jî di şexsê hevrê Sara û Rûbar û şehîdên meha Çileyê de soz didin şehîdên xwe hemûyan; agirê azadiyê yê li vê kana demokrasî û azadiyê ya Rojhilata Navîn wê bê geşkirin, nebaşî hemû wê bên şewitandin û Serdema Şaristaniya Demokratîk a li dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn tê wê dest pê bike."