KCK: Ji bo berxwedana li zindanan divê li her derê çalakî bên lidarxistin
KCK: Êrîş û tecrîda li Îmrali û zindanan, êrîşa li dijî tevahiya gelê me ye. Girtî, rûmeta têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ne. Divê em li her cihî xwedî lê derkevin.
KCK: Êrîş û tecrîda li Îmrali û zindanan, êrîşa li dijî tevahiya gelê me ye. Girtî, rûmeta têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ne. Divê em li her cihî xwedî lê derkevin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Şakranê dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bû, ketiye roja 54'an û wiha dewam kir: "Bi hezaran girtiyên şoreşger, weke şopdarên dîroka berxwedanê, li dijî tecrîd, zexta giran a psîkolojîk a li ser Rêber Apo û li hemberî zextên giran ên faşîst ên li ser girtiyan û gel, li ber xwe didin. Ji bo afirandina jiyaneke demokratîk û azad, ku di berdêla wê de dikarin canê xwe bidin, li ber xwe didin. Di vê demê de, ku faşîzm weke tirsnakiyê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê digere, ew bêdeng neman. Weke ewladên herî hêja yên gel, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi berpirsyarî rabûn. Di pêvajoya referandûmê de, di têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê de girtiyên siyasî helwesta xwe nîşan dan. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP'ê, pêkanînên xwe yê faşîst, herî zêde li Îmraliyê û zindanên din xistiye meriyetê."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, berxwedêrên zindanan, bi rêya çalakiya rojiya mirinê dixwazin zexta li ser Rêberê Gelê Kurd, êrîşên dijminê Kurdan û demokrasiyê, ku bi şewitandin û xerakirina bajarên Kurdan tên kirin, bi dawî bibin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Çawa ku di sala 2012'an de li dijî êrîşên giran ên li ser gelê Kurd û li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo bi berxwedanê bersiv hate dayîn, niha jî li dijî êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê berxwedanek heta mirinê tê nîşandan. Li dijî êrîşên faşîst ên mêtîngeriya qirker a AKP-MHP'ê, ji bo bibin parçeyek ji têkoşîna demokrasî û azadiyê, dest bi çalakiyê kirine. Di serdemên herî krîtîk ên têkoşîna azadî û demokrasiyê de her tim bi erka xwe rabûne. Vê erka xwe niha jî bi cih tînin.
Eger berxwedêrên zindanan ji bo Rêber Apo û gelê me jiyana xwe feda dikin, divê em jî weke şoreşger, demokrat û gel, bi erka xwe rabin û xwedî li çalakiya wan derkevin, ku gihîştiye ber mirinê. Di serî de ciwanên Kurd, pêwîste gelê me û hêzên demokrasiyê li her deverê çalakiyan lidar bixin û destekê bidin berxwedana zindanan. Ne tenê li Kurdistanê, divê ciwan li metropolên Tirkiyeyê, li her taxê bi çalakiyên xwe xwedî li berxwedana zindanan derkevin. Gel û ciwanên me yên xwedî rêxistinbûneke zana û xwezayî, pêwîste li her cihî çalakiyên protestoyî lidar bixin.
Xetên me yên sor; Rêber Apo, şehîdên me û girtiyên li zindanan e. Êrîş û tecrîda li Îmrali û zindanan, êrîşa li dijî tevahiya gelê me ye. Girtî, rûmeta têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ne. Divê li her cihî xwedî li wan bê derketin."
'EM BERXWEDANA GIRTIYAN A LI DIJÎ ÊRÎŞÊN FAŞÎST SILAV DIKIN'
Di dawiya daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de wiha hat gotin:
"Hêzên siyasî demokratîk, saziyên mafên mirovan, saziyên demokratîk, rewşenbîr, nivîskar û hemû mirovên xwedî wijdan, lazim e xwedî li berxwedana li zindanan derkevin. Xwedîderketina li berxwedana li zindanan, xwedîderketina li jiyana azad û demokratîk e. Heta ku mirov li ber zextên li zindanan ranebin, nepêkane ku têkoşîneke hevgirtî ya azadî û demokrasiyê bimeşînin. Eger girtiyên siyasî yên li zindanan emrê xwe didin têkoşîna azadî û demokrasiyê û niha jî ji bo cihê xwe di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê de bigirin jiyana xwe danîne holê, hingî wezîfeya dikeve ser milê me hêzên demokrasî û azadiyê ew e, ku bi berxwedaneke xurt xwedî li çalakiya wan derkevin.
Li dijî êrîşên faşîst ên faşîzma AKP-MHP'ê, ku bi tecrîda li ser Rêber Apo dest pê kir û bi şewitandin û xerakirina bajarên Kurdan, bi girtina bi hezaran siyasetmedaran dewam kir, girtiyên şoreşger dest bi berxwedanê kirine. Em vê berxwedana wan silav dikin û careke din soza xwe dubare dikin, ku em ê daxwaz û xeyalên wan bi xurtkirina têkoşîna azadiyê bi cih bînin."