KCK: Ew ê giyanê 14’ê Tîrmehê bi ser bikeve

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê berxwedêrên ‘Rojiya Mirinê’ ya di 14’ê Tîrmehê de Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anî.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ÇALAKIYA 14’Ê TÎRMEHÊ FAŞÎZMA 12’Ê ÎLONÊ TÊK BIR

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di 12’ê Îlona 1980’an de cûntayê darbeyeke faşîst kir û di şexsê girtiyên li Amedê, xwest PKK’ê di nav betonên zindanan de asê bike. Bi tiştî re xwestin hêviya azadiyê ya gelan tune bikin û Kurdan qir bikin. Berxwederên rojiya mirinê li dijî vî tiştî çalakiyeke herî mezin a di dîrokê de li dar xistin. Kadroyên pêşêng ên PKK’ê armanca faşîzma 12’ê Îlonê têk birin û li dijî faşîzma 12’ê Îlonê serfiraziyeke îdeolojîk bi dest xistin.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê awayê şoreşa Kurdistanê ava kir a ku di şertên giran de berxwedan tê kirin. Êdî di nav destên Kurdan de tarza têkoşîna bidestxistina azadiyê heye. Heke bi vî tarzî têkoşîn were kirin ew ê jiyana azad a gelê Kurd pêk were. Ligel hemû êrîşan PKK li Kurdistanê têkoşîna azadiyê bi pêş ve dibe û destkeftinên mezin bi dest dixe, ev tişt jî bi saya serê tarza şoreşa Kurdistanê pêkan e.

BERXWEDERÊN 14’Ê TÎRMEHÊ BÛNE GIYANÊ BERXWEDANÊ YÊ GERÎLAYAN

Berxwederên 14’ê Tîrmehê di şertên faşîzma 12’ê Îlonê de piştgiriyeke mezin dan hewldanên destpêkirina şerê gerîla yê Rêber Apo û ji bo pêkanîna 15’ê Tebaxê rola xwe ya dîrokî bi cih anîne. Bi berxwedana xwe ya zindanê re banga têkoşînê kirin û bûn giyan û tarza serkeftinê ya berxwedana gerîlayan.

Îro jî faşîzma AKP-MHP’ê li dijî gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn darbeyeke faşîst kirine. Li hemberî vê faşîzmê ew ê giyan û berxwedana 14’ê Tîrmehê gelê me ber bi serkeftinê bibe. Heke bi giyanê 14’ê Tîrmehê berxwedan were kirin ew ê faşîzma AKP ûu MHP’ê jî têk biçe. Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê hate têkbirin ew ê faşîzma AKP-MHP’ê jî têk biçe. Bi giyanê têkoşîna 14’ê Tîrmehê ya gelê me, ew ê textê Erdogan were hejandin. Giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê êdî ketiye nav ax, av û hewaya Kurdistanê. Êrîş çiqasî xedar bin jî ew ê giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê bi ser bikeve û ew ê mêtingeriya qirker têk biçe.

Em bang li hemû ciwan, jin, xort, kal û pîrên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku em û bi geşkirina giyanê berxwedana 14’ê Tîrmehê têkoşînê geştir bikin û Kurdistana Azad û Tirkiye û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.”