KCK: Erdogan bi xwe fermana komkujiya Roboskî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand, ku fermana komkujiya Roboskî ji aliyê Tayyîp Erdogan bi xwe ve hate dayin û got, "Li dijî gelê Kurd her roj komkujiyên mîna Roboskî dike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 6. a komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî da û malbatên Roboskî yên xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, silav kir.

KCK'ê bi bîr xist, ku 34 zarok û ciwanên ji Roboskî bi bomberdûmana balafirên şer hatin kuştin û got, "Cesedên zarok û ciwanan ên li hêstiran hatin barkirin, kezeba mirovan şewitand. Ew dîmen wê ti carî ji hiş û mejiyê mirovan dernekeve."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komkujî bi plan hatiye kirin û bi komkujiya Roboskî re xwestine travmayeke din li travmayên gelê Kurd zêde bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev komkujî gelekî bi plan û xwînsarî hate kirin. Lewma yên li ser desthilatdariyê ne û rayedarên dewletê, mîna ku bûyereke ji rêzê ye ev komkujî pêşwazî kirin. Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan li şûna ku hesab ji kiryarên vê komkujiyê bipirse, kesên ku ev êrîş kirin pîroz kir. Mîna her carê, ji bo êrîşkariya polîs û leşkeran a di têkoşîna dijî Kurdan de neşikê, kujer careke din hatin parastin."

'ERDOGAN GOTIBÛ KU DIKARIN SIVÎLAN JÎ BIKUJIN'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Komkujiya Roboskî bû mikurhatineke vekirî ku nîşan dide, hemû komkujiyên li Kurdistanê yên li dijî sivîlan bi fermana dewletê hatine kirin. Tevî ku li pêş çavan ji aliyê dewletê ve hate kirin jî kujer nehatin darizandin. Bi vê yekê re mesaj dan ku dema komkujî ji bo şikandina îradeya gelê Kurd bê kirin wê hesab jê neyê pirsîn. Piştre jî li dijî gelê Kurd gelek caran cînayet hatin kirin, komkujî hatin kirin û hesabpirsîna li aliyekî, xebat ji kujeran re hatin dayin. Salên 2015 û 2016'an bi rengekî hovane êrîş li îrade û daxwaza gel a xwerêveberiyê hate kirin û bi sedan sivîl hatin kuştin. Ji xwe rayedarên hikumetê ji polîs û leşkeran re gotibûn ku ji bo şikandina îradeya gel dikarin her şêweyên çekan bi kar bînin. Ferman dabûn ku jin, zarok, ciwan, extiyaran bikujin.

Fermana komkujiya Roboskî jî yekser ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hate dayin. Dema ku agahiya 'di nava sivîlên Roboskiyî de fermandarekî gerîla heye' ji Erdogan re hate ragihandin, Erdogan jî fermana; hûn dikarin hemû sivîlan jî bikujin, da. Ji aliyê gelek kesan ve hate eşkerekirin û hate nivîsandin ku komkujiya Roboskî bi vî rengî hatiye kirin. Zîhniyeteke qirker li holê heye ku ji bo şikandina îradeya Kurdan fermana kuştina bi hezaran, bi deh hezaran sivîlan daye. Yê ku niha vê yekê bi awayekî vekirî diparêze û tîne ziman Tayyîp Erdogan e. Tayyîp Erdogan sala 2006'an bi gotina 'jin jî be zarok jî be, ya pêwîst çi be em ê wê bikin' ev zîhniyet û karaktera xwe raxistibû ber çavan. Di Adara 2006'an de kuştina bi dehan zarokan, komkujiya Roboskî û kuştina bi sedan sivîlî li bajarên berxwedana xwerêveberiyê, bi fermana vê zîhniyetê bû.

ROBOSKÎ KARAKTERA DEWLETA TIRK Û AKP'Ê RAXIST PÊŞ ÇAVAN

Komkujiya Roboskî karaktera dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê bi rengekî şênber raxist pêş çavan. Di şexsê komkujiya Roboskî de rûyê rast ê Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê eşkere bû. Lê belê di şexsê malbatên Roboskî de, helwesta gelê Kurd a li dijî vê zîhniyetê û hêzên komkujî kirin, bi zelalî eşkere bû. Gelê Roboskî nîşanî tevahiya cîhanê da ku bi komkujî û zilmê îradeya gelê Kurd nikare bê şikandin û ji daxwaza azadiyê venagerin. Em hemû malbatên şehîdên Roboskî û gelê xwe yê Roboskî ku sekneke bi vî rengî nîşan dan, bi rêzdarî silav dikin. Wan, rûmeta Kurdan bi rengekî herî baş parastin û temsîl kirin.

Zîhniyeta ku komkujiya Roboskî kir, îro hemû maskeyên li ser rûyê xwe danî û karakterê xwe yê dijminatiya li Kurdan bi vekirî nîşan da. Li dijî gelê Kurd her roj komkujiyên Roboskî tên kirin. Doza Roboskî û berxwedana malbatan bû doz û berxwedana tevahiya gelê Kurd. Ji bo hesabê komkujiya Roboskî were pirsîn, divê têkoşîna li dijî mêtingeriya qirker bê xurtkirin û Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad bê afirandin. Bi demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê re hesabê herî baş dikare ji berpirsyarên komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên din were pirsîn.

BANGA JI BO HESABPIRSÎNÊ

Di salvegera şeşemîn a komkujiya Roboskî de, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku bi êrîşa dijî şehîdgehan û derxistina cenazeyên gerîla ji gorê dixwaze koka Kurdan biqedîne, em bang li jin, ciwan, extiyar û zarok, bi tevahî bang li gelê Kurdistanê dikin ku têkoşînê geş bikin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku ji bilî alîgirê xwe dijminatiyê li gelên Tirkiyeyê dikin, em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku eniya demokrasiyê ava bikin, têkoşînê geş bikin û Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad biafirînin.

Em careke din soz didin ku em ê xewn û xeyalên zarok û ciwanên Roboskî yên hatin kuştin, ku Kurdistana azad e, bi geşkirina têkoşînê bi ser bixînin."