Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi boneya salvgera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyek nivîskî da. KCK’ê diyar kir ku ew ê hêviya hevbeş a jiyana azad a şehîdên Pirsûsê pêk bînin.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Em di şexsê 33 endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst û Şoreşger ên Tirkiyeyê yên di êrîşa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya 20’ê Tîrmeha 2015’an şehîd bûn de, hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, em cardin soza em ê girêdayê bibîranînên şehîdan bin û têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin, dubare dikin. Şehîdên Pirsûsê, temsîla piştevanî û têkoşîna bi hevparî ya Tevgera Sosyalîst û Şoreşger a Tirkiyeyê ya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd a bi hev re ye û em wek Tevgera Azadiyê ya Kurd, cardin dibêjin ku em ê têkoşîna ku Şehîdên Pirsûsê pêşengiya wê kiriye hêj bêhtir mezin bikin û bibîranînên wan pêk bînin.
Endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst û Şoreşger ên Tirkiyeyê, ji bo piştevaniyê û avakirina ji nû ve ya Kobaniyê hatin Pirsûsê. Van ciwanên xwedî hest û hizirên şoreşger li gor tu yasayê tu çalakî û tevgereke bibe sûc nekirin. Wan, dixwest bi fikrên şoreşger, piştevaniya gelê Kurd bikin û ji wê boneyê hatibûn Pirsûsê. Lê belê, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, bi hestên tolhildana Kobanê mîna DAÎŞ’ê komkujiyek mezin pêkanî.
Faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo tola Kobanê hilînin, amadekariya Komkujiya Pirsûsê kir û pêk anî. Ji ber ku xistina Kobanê, planekî stratejîk ê AKP-MHP’ê bû. AKP-MHP’ê dixwest bi destê DAÎŞ’ê Kobanê bixe da ku Şoreşa Rojava ya hêj nû pêk dihat ji holê rake û dewleteke nû di bin serweriya çeteyên dîndar-faşîst de li Sûriyeyê ava bike. Lê bi neketina Kobanê, ev polîtîkaya AKP-MHP’ê bi avê de çû. AKP-MHP bi vê rewşê hêrs bû û xwest ku tola xwe ji her kesê li dijî DAÎŞ’ê piştgiriya Kurdan kir û tevkariya wan li rizgariya Kobanê bû, hilîne.
BI KOMKUJIYA PIRSÛSÊ RE LI DIJÎ KURDAN ŞER HAT DESTPÊKIRIN
Bi komkujiya li Pirsûsê pêk hat, faşîzma AKP-MHP’ê dest bi şerê qirkirina Kurdan kir. Bi neketina Kobanê, planê AKP-MHP’ê pûç bû. 7’ê Hezîranê, bi serkeftina hevpar a gelê Kurd û aliyên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê, dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê hat û gavên giring ên ketina nav pêvajoyeke nû li Tirkiyeyê hatin avêtin. Bi bidawîbûyîna desthilatdariya AKP-MHP’ê re, astengiya li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û veguherîna demokratîk, li Tirkiyeyê rabû. Bi çareser bûyîna demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîk bûyîna Tirkiyeyê re, wê li Rojhilatê Navîn jî dest bi demokratîk bûyînê bibe, wê li herêmê pêvaoyeyeke nû a bi biratiya gelan û li gor îradeya wekhevî û jiyaneke hevpar dest pê bibe. Jixwe avakirina ji nû ve ya Kobanê dihat wateya avakirina pêvajoya Modernîteya Demokratîk û endamên Tevgera Sosyalîst û Şoreşger ên Tirkiyeyê bi vê armancê hatibûn Pirsûsê. Encax, AKP-MHP, saziyên kûr ên dewletê ji bo asteng kirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîk bûyîna Tirkiyeyê, dewamkirina li hebûna pergala qirker û mêtinger a dewletê, tifaqeke neteweperest, nijadperest û neyarê Kurdan ava kirin û bi Komkujiya Pirsûsê dest bi vê pêvajoyê kirin. Bi vî awayî, şerê bi giştî yê AKP-MHP’ê yê ji bo tunekirina Kurdan ê 24’ê Tîrmeha 2015’an bi Komkujiya Pirsûsê dest pê kir.
Bi neketina Kobanê, dawî li rêvebiriya Şefê Faşîst Tayyîp Erdogan hat û pêvajoyeke nû li ser esase demokratîk bûyîna Tirkiyeyê dest pê kir. Biserketina HDP’ê ya bi piştgiriya tevgera Kurd û sosyalîst û şoreşger a Tirkiyeyê, jin û aliyên îslamî yên demokratîk, Elewî, kedkar û der û dorên demokrasîxwaz a di hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên sala 2015’an de, têkçûyîna siyasî ya desthilatdariya AKP’ê, cardin derket holê. Lê bele, Şefê Faşîst Tayyîp Erdogan, bi neyarê Kurdan Devlet Bahçelî û hêzên kûr ên dewletê re li ser esasê qetilkirina Kurdan tifaq kir da ku ber li têkçûyîna xwe bigire û bi vî awayî pergala faşîzmê li Tirkiyeyê ava bû. Wek ku tê zanîn; AKP-MHP’ê, di çarçoveya Planê Çalakiya Têkbirina gelê Kurd û hêzên sosyalîst û demokrasiyê yên Tirkiyeyê de şerekî bi giştî dest pê kir û dest bi komkujiyan hat kirin. Komkkujiya pêşîn, Komkujiya Pirsûsê bû. Piştî Komkujiya Pirsûsê, 24’ê Tîrmehê dest bi pêvajoya qirkirin û rakirina ji holê ya gelê Kurd û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kirin û bere xwe dan hêzên demokrasiyê û qada siyaseta demokratîk jî. Li dijî civakê jî dest bi şerê taybet hat kirin û dest bi pêvajoya kirina zextan li civakê hat kirin. Bi kurt û Kurmancî, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xistin tora faşîzmê û ev pêvajo heta bi niha jî berdewam e. Tevî ewqas êrîş û komkujiyên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, wan nekarî rê li ber têkçûyîna xwe ya bi serkeftina Kobanê bigirin û her ku çûye bi lez û bez ber bi têkçûyînê ve çûye û hatiye ber ketinê.
KOMKUJÎ JI ALIYÊ ERDOGAN/BAHÇELÎ Û HÊZÊN KÛR ÊN DEWLETÊ VE HAT KIRIN
Komkujiya Pirsûsê bi lihevkirina Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî ya hêzên kûr ên dewletê, ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve hatiye kirin. Nîşandayîna wek ku DAÎŞ komkujî kiribe, rêbazeke veşartina rastiyê ye. Jixwe yê piştgiriya DAÎŞ’ê kiriye û ew ajotiye bi ser Kurdan de, faşîzma AKP-MHP’ê ye. Diyar e û her kes pê dizane. Sedema esas a AKP-MHP’ê, li Pirsûsê berê xwe endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst û Şoreşger ew e ku tevkariya wan li parastina Kobaniyê li dijî DAIŞ’ê bû. Wek ku tê zanîn, biserketina Kobaniyê di serî de gelê me yê li bakur û Tevgera Şoreşger û Sosyalîst a Tirkiyeyê, bi saya piştevanî û piştgiriya dostên Kurdan û hemû aliyên demokratîk û azadîxwaz bû. Ev biserketin ji ber ku tê wateya têkçûyîna Şefê Faşîst Tayyîp Erdogan û AKP’ê, berê xwe dan ciwanên sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê ku tevkariyeke wan a giring li parastin û biserketina Kobanê çêbû da ku bi komkujiya li Pirsûsê heyfa xwe hilînin.
Ciwanên ku di Komkujiya Pisûsê de şehîd bûne li ser şopa pêşengên Tevgera Sosyalîst û Şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya û Hîkmeta Kivilciman meşiyane. Pêşengên Tevgera Sosyalîst û Şoreşger a Tirkiyeyê, bawer dikirin ku rizgariya gelê Tirkiyeyê wê li ser bingehê têkoşîna hevpar a bi gelê Kurd re û xwişk û biratiya gelan bibe û ji bo vê yekê têkoşiyane. Bi qêrîna Denîz Gezmîşa li ser sêpêya bidarvekirinê ya ji bo xwişk û biratiya gelê Kurd û Tirk derketiye holê ku ev yek çiqas giring e. Rêber Apo û PKK’ê jî her tim giringî dane têkoşîna hevpar a gelê Kurd û Tirk û birêxistinbûyîna şoreşa Tirkiyeyê ya bi şoreşa Kurdistanê re ya Îbrahîm, Denîz, Mahîr û Kivilciman û ji bo vê yekê di nava hewldanan de bûne. Di parastina Kobanê de mînaka piştevaniyê ya ku Tevgera Sosyalîst û Şoreşger a Tirkiyeyê danî holê û Denîzên şehîdên Pirsûsê yên dan destpêkirin û ya Rêber Apo girêdayî mayî ji bo ku bê pêkanîn, daniye holê. Ji vî aliyî ve şehîdên Pirsûsê, sembola xwişkîtî û biratiya gelan, milîtanên şoreşgerên pêşeng û fedaiyên stratejiya têkoşîna hevpar in. Ew hevrêyên Denîz, Mahîr, Îbrahîm, Hakî, Kemal, Mazlûm û Rêber Apo ne.
DIVÊ CIWAN LI HER DERÊ XWE BI RÊXISTIN BIKIN
Berpirsyariyên ciwanan ên xwedî derketina li bîranîn û têkoşîna ciwanên sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê û li pey şopa wan kirina têkoşînê li pêş heye û divê bi vê berpirsyariyê bikevin nava liv û tevgerê. Xwişk û biratiya gelan, pêşketina têkoşîna hevpar a şoreşa Kurdistan û şoreşa Tirkiyeyê encax bi pêşengiya ciwanan pêk bê. Wek pêşengên tevgera ciwanan, pêşengî ji têkoşîna Tevgera Sosyalîst û Şoreşger a Tirkiyeyê re kirin, bûn xwediyê pêşketina dîrokî ya mezin û nirxên mezin ava kirin. PKK jî weke parçeyek a Tevgera Ciwanên Sosyalîst û Şoreşger a Tirkiyeyê bi pêş ket û her tim bi vê ruhî têkoşiya. Rêber Apo, bi gotina “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin’’ ruh û kesayeta Şoreşa Kurdistanê danî holê. Divê ciwan jî bi vî ruh û nasnameya şoreşger, xwe li her derê bi rêxistin bikin û têkoşînê mezintir bikin.
Divê di der barê perwerde û rêxistinkirina ciwanên zanîngehê de, pêşengiyê bikin. Berpirsyariyeke bi vî awayî ya ciwanên rewşenbîr li hember civak û girseyên ciwanan heye. Sîstema Modernîteya qirker, mêtinger û kapîtalîst ciwanan bi mêtingerî û hiş birinê bi rê ve dibe. Ji vî aliyî ve gelek giring e ku ciwan rabin ser pêyan û pêşengiyê ji şoreşê re bikin. Pêkanîna vê yekê jî, di serî de erka ciwanên rewşenbîr, ciwanên zanîngehan e. Weke ku berê jî çêbû, divê îro jî ciwanên zanîngehê yên Tirkiye û Kurdistanê xwedî li van berpirsyariyên dîrokî û civakî derbikevin, girseyên ciwanan bi rêxistinkirinê bixin nava liv û tevgerê û pêşengiyê ji civakê re bikin. Ciwan, bi pêkanîna van berpirsyariyan dikarin xwedî li ciwanên ku li Pirsûsê şehîd bûne derbikevin û bi pêşxistina têkoşîna wan liyaqê wan bibin.
TÊKOŞÎNA HEVPAR
Di encama têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de faşîzma AKP-MHP’ê ketiye ber hilweşînê. Êrîş û qetlîamên ku heta niha AKP-MHP’ê pêk anîne nekariye wê ji hilweşînê rizgar bike, wê nikaribe vê hilweşînê rawestîne û ji tunekirinê dûr bixe. Wê faşîzma AKP-MHP’ê teqez e hilweşe. Têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ku di xeta şehîdên Pirsûsê de dimeşe wê tunekirina AKP-MHP’ê bi xwe re bîne, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî wê misogeriya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk bîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo pêşî li hilweşandina xwe bigire û armancên xwe yên ku bi têkoşîna Şehîdên Pirsûsê têk çûne, pêk bîne, îro jî gefa dagirkirinê li Rojava dixwe. Çawan ku weke duh şehîdên Pirsûsê xwedî li Şoreşa Rojava derketin, divê îro jî bi heman ruhî xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin û faşîjma AKP-MHP’ê bê tinekirin. Ji bo têkoşîna dîrokî ya li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê tê meşandin bigihêje serkeftinê hewceye di serî de ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê em bang li her kesî dikin ku di xeta Şehîdên Pirsûsê de bên cem hev û têkoşîna hevpar mezintir bikin.
Em weke Tevgera Azadiya Kurd, careke din aşkera dikin ku li gorî soza ku me daye Şehîdên Pirsûsê û hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê, em ê têkoşîna hevpar hîn xurtir geş bikin û di têkoşîna azadî û demokrasiyê de serkeftinê bi dest bixin û hêviya hevbeş a jiyana azad a gelên Tirkiye û Kurdistanê pêk bînin. Bi vê bîr û baweriyê em carek din di şexsê şehîdên Pirsûsê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em carek din soz didin ku em ê têkoşîna şehîdan bigihînin serkeftinê.“