KCK'ê sersaxî ji gelê Mexmûrê re xwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo 4 karkerên ku 17'ê Çileyê ji kampa penaberan a Mexmûrê ji bo kar diçûn Bexdayê lê di rê de jiyana xwe ji dest dan, peyama sersaxiyê weşand.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Denîz Xelîl Denîz, Mehmûd Sîso Tahir, Hogir Mûsa Yûsûf û Cîhat Mihemed Hecî Mihê, ku ji Mexmûrê ji bo kar diçûn cihên cuda yên Iraqê, ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dan. Em ji malbatên wan û temamiya xelkê Mexmûrê re sersaxiyê dixwazin.

Xelkê Mexmûrê, piştî ku dewleta Tirk a faşîst qirker gundên wan şewitand û vala kir, ji Botanê koçî Başûrê Kurdistanê kir. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê weke welatê xwe dîtin. Li gorî wan, li welatê xwe yê ku bi sînorên çêkirî li nav hatiye xêzkirin, bêyî ku zor û zehmetiyê bikişînin wê karibin bijîn. Ji ber vê yekê zarok, kal, pîr, jin li gel tehdeyê jî ber bi Başûrê Kurdistanê bi rê ketin. Lê belê 27 sal in zext û zilmeke ku ew qet ne li bendê bûn, li wan hate kirin. Avêtin ser kampên wan, hatin kuştin, dorpêçî û ambargo li wan hate ferzkirin, ji ber vê yekê jî neçar man ji kampekê ber bi kampeke din ve bar bikin. Herî dawî li Kampa Mexmûrê ya di bin kontrola Iraqê de ye, bi cih bûn. Sala 2003'an bi avabûna Federasyona Başûrê Kurdistanê re li bendê bûn ku pirsgirêk kêm bibin, lê belê zext û zordarî timî bûn para wan. Di demekê de ku dewleta Tirk bi êrişên balafiran dixwaze kampê belav bike, PDK du sal in kamp dorpêç kiriye û ambargo daniye ser. Bi rêya van êrişan û dorpêçiyê dixwazin kampa Mexmûrê ji hev belav bikin.

Tevî ku raya giştî ya Kurd dixwaze ambargo bê rakirin, ji ber daxwaza dewleta Tirk ambargo dewam dike. Şêniyên kampê jî ji ber ambargoyê neçar mane ji bo kar biçin cihên dûr. 4 karker jî di nava vê atmosferê de jiyana xwe ji dest dan. Mexmûriyên ku ji dilê Kurdistanê ji Botanê ne, ji ber ku nasname û rûmeta xwe diparêzin vê zext û zilmê dibînin. Xelkê Mexmûrê li gel van zextan jî ji sekna xwe ya bi rûmet tawîz nedane, li ber her cûre zextên teslîmiyetê rabûne. Bi helwesta demokratîk û welatparêz a xurt, her tim xwedî li hesret û bîranîna şehîdan derketine.

4 karkeran jî di nava têkoşîna parastina rûmetê de jiyana xwe ji dest dan. Ne xelkê Mexmûrê, ne gelê Kurdistanê, ne jî Tevgera me ya Azadiyê wê van karkeran ji bîr bikin. Sekna wan a bi rûmet wê li her cihî bê nîşandan. Ev sekna bi rûmet wê Kurdistanê û gelê Kurd teqez azad bike. Kurdistan wê bibe welatê mînak ê jiyana demokratîk û azad. Xelkê Mexmûrê jî wê bi helwesta xwe, bi şehîdên xwe bibe xelkê neyê jibîrkirin ê vê têkoşîna azadiyê.

Rêber Apo, ji ber ked, şehîd û zehmetiyên kişandiye, ji tevahiya gelê Kurd xwestibû ku xwedî li Mexmûrê derkeve. Sekna bi rûmet a xelkê Mexmûrê her tim gelekî hêja dîtiye. Tevgera me ya azadiyê jî wê li ser bingeha vê sekna xelkê Mexmûrê, ji bo pêkanîna hesreta vî gelî û şehîdên wan, heta afirandina Kurdistana Azad wê têkoşîna xwe dewam bike.

Yên ku ji ber zor û zehmetiya dorpêçiyê li ser rêya kar û di binê çavan de jiyana xwe ji dest dan, wê weke kedkarên têkoşîna azadiyê dîroka Kurdistana Azad de cih bigirin."