KCK’ê sersaxî ji bo malbata Qadir Hacî Elî xwest

Komîteya Peywendiyan a KCK’ê ji ber wefata Endamê Berê yê Polîtbûroya YNK’ê û yek ji damezrênerên Tevgera Goran Qadir Hacî Elî peyamek sersaxiyê weşand.

Komîteya Peywendiyan a Koma Civakên Kurdistan (KCK) ji ber wefata Endamê Berê yê Polîtbûroya YNK’ê û yek ji damezrênerên Tevgera Goran Qadir Hacî Elî, peyamek sersaxiyê weşand.

Di peyama KCK’ê de hate gotin, wefata Qadir Hacî Elî windahiyek mezin bû ji bo têkoşîna siyasî û demokrasî ya Başûrê Kurdistanê.

Peyama KCK’ê wihaye:

“Bi mixabinî ve me xebera wefatê ya kesayetê şoreşger, azadîxwaz û pêşengê gelê me, xwedê efûke Qadir Hacî Elî bihîst. Ji destdana Kak Qadir Hacî Elî xisaretek mezine ji bo têkoşîna siyasî, demokrasî û azadiya Başûrê Kurdistanê.

Kak Qadir Hacî Elî di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de parastina azadî, yeksanî û mafperweriyê kiriye. Wek kesayetek netewî di nava malbatek nîştimanperwer de rolek mezin a wî di destkeftên siyasî, demokrasiya gelê me de hebû. Bîranînên Kak Qadir Hacî Elî wê di têkoşîna azadîxwaz û edaletxwaz a gelê me de hertim zindî bimîne.

Ji bo vê em sersaxiyê ji raya giştî ya gelê Kurdistanê bi taybetî malbata serbilind a Kak Qadir Hacî Elî, hemû heval û hevrêyên wî yên di nava Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan û Tevgera Goran de dixwazin. Em xema we parve dikin. Daxwaz ji yezdanê mezin dikin ku ruhê wî bi buheşta berîn şad bike.”