KCK: Sala 40'î wê bibe sala serketinê

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê destpêkirina sala 40. a PKK'ê ku 27'ê Mijdara 1979'an ava bû, pîroz kir. KCK'ê got, "Sala 40'î wê bibe sala berxweda û serketinê."

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê destnîşan kir ku bi têkoşîna PKK'ê re pirsgirêka Kurd gerdûnî bûye û PKK êdî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên herêmê bûye hêvî.

KCK'ê diyar kir, PKK'ê Şoreşa Azadiya Jinê daye destpêkirin û polîtîkayên qirkirina çandî mêtingerî têk biriye.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêşengê Şoreşa Kurdistanê PKK, 39 sal li dû xwe hişt û dest bi sala 40'î ya berxwedan û serketinê dike. PKK ku gelê me ji ser rêya tinebûnê derxist û xist nava pêvajoya vejîn û berxwedanê, em destpêkirina sala wê ya 40'î bi coşeke mezin silav dikin û pê bawer in ku sala nû wê bibe sala serketinên ku çarenûsê diyar dike. Em Cejna Vejîn û Berxwedanê li Rêber Apo, hemû endamên partiyê, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Ji şehîdê mezin ê ku rê li ber biryara avabûna partiyê vekir ji Hakî Karer heta şehîda me ya bêhempa Delal Amed, em hemû şehîdên xwe yên şoreşê ku hebûna xwe di oxira doza azadî û demokrasiyê de feda kirine, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

AVABÛNA FERMÎ YA PKK'Ê JI BO GELÊ KURD MÎLADEKE RASTEQÎN E

KCK'ê diyar kir ku avabûna fermî ya PKK'ê ji bo gelê Kurd tê wateya mîlateke rasteqîn û bi bîr xist, gelê Kurd vê rojê weke 'Cejna Vejînê' pîroz dike. Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girîngiya PKK'ê ji bo gelê Kurdistanê:

"PKK'ê, li dijî serdestiya mêtinger a Tirk a xwe dispêre sîstema tinekirin û înkarê, gelê me yê dixwest hebûna xwe biparêze û bi rengekî azad bijî rakir serhildana rêxistinbûyî. PKK ket nava jiyana Kurdan û bi vî rengî fermana mirinê ya hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst û dûvikên wan li vî gelî birî bûn, parçe bû. Rêberekî ku bûye rê, jiyan û rastî, partiyeke ku li ser bingeha nêrînên vî Rêberî ketiye meriyetê, artêşeke mezin a Şehîdan a ji zêdeyî 40 hezar lehengên bêmirin pêk tê û hêzeke gerîla ya li ser xeta serketinê têdikoşe, nîşan didin ku doza azadiyê têk naçe. Berdêlên ku daye, êşên ku kişandine çiqasî giran jî bin, gelê Kurd ji bo jiyana azad heta dawiyê bû xwedî sekneke bi biryar. Gelê Kurd dizane ku her kêliya van 39 salan pîroz e û bi vî rengî Rêbertî û PKK bi serbilindî hembêz dike. PKK'ê, gelekî ku berê kêmî koleyan jî bû, kir gelekî welê ku hemû gelên cîhanê xweziya xwe lê tîne û di rêya azadî û demokrasiyê de bi gavên ji xwe bawer dimeşe.

PIRSGIRÊKA KURD GERDÛNÎ BÛYE

Ev 39 salên mezin, berxwedaneke awarte ye ku li dijî sîstema înkar û tinekirinê ya devrveyî mirovahiyê bê navber hatiye dayin û di her kêlî û gavê de xwedî serketinên bêhempa ne. Pirsgirêka Kurd, ku li ser bingeha îsyan û rewşa derûnî ya mirovekî ku di nava şert û mercên kêm de çavên xwe li jiyanê vekir û hê di zarokatiyê de rûmeta wî hatibû şikandin der bû, di nava 39 salên PKK'ê de veguherî pirsgirêkeke gerdûnî. Pirsgirêka Kurd a gerdûnî bûye, êdî çareseriya xwe jî di nava şert û mercên gerdûnî de ferz dike. Gelê me ku rizgariya xwe bi rizgariya hemû gelên li herêmê ve girê daye, pêşengiyê ji şoreşeke herêmî ya nû re dike. Gelê Kurd ku berê bi her awayî weke pirsgirêk dihate dîtin û li ber tinebûnê bû, bi pêşengiya PKK'ê ya xwe bi zîhniyeta gerdûnî ya Rêbertî xemiland, veguherî gelekî ku rêbertiyê ji meşa mezin a hêviya mirovahiyê re dike û bi vî rengî cihê xwe di dîrokê de digire. PKK'ê û gelê me yê bi pêşengiya wê, careke din nîşanî tevahiya cîhanê da ku Rojhilata Navîn a ku mîna erdnîgariya xwe jiyan jî lê bûye çol di rastiyê de diyarê mûcîzeyan e û mirovên li vê erdnîgariyê jî xwedî wê hêzê ne ku di nava çolê de dikarin jiyanê şîn bikin.

PKK NÎŞANEYA RUHÊ AZADÎPARÊZ E

Rêber Apo dema ku çareseriya pirsgirêka Kurd danî ber xwe, ji bilî çend hest û gotinên ku ne di asta hêviyê de bûn, çekek xwe tine bû. Bi rengekî xurt nîşan da ku rastiya ji hesteke bi vî rengî û çend gotinan pêk tê, çeka herî mezin e. Ji tevahiya cîhanê re îspat kir ku hestên baş û çend gotin dikarin rê li ber mûcîzeyan vekin. Di nava rastiyeke neteweyî de ku dema dest bi kar kir bingeheke cidî ay civakî tine bû, xiyanet li her derê serdest bû û her tişt di asta dijberiyê de bû, Rêber Apo zanîbû ku nêzîkatiyeke bi şêweyekî din tê wateya gavneavêtinê. Bi vê rêbazê dest bi hewldanên avakirina PKK'ê kir. Pîvana 'Mirovê ku bi wate û hîsê dijî mirovê herî xurt e' weke pîvana jiyanî ya rastiya Rêbertî mohra xwe li avabûn û pêşketina PKK'ê xist. Hîskirina bi rengekî rast, hizra rast û jiyana li gorî van rastiyan weke derfeta herî mezin kir ku PKK di şerê berxwedanê yê bêhempa de li ser piyan bimîne û bibe misogeriya herî xurt a serketinê. Ev pîvanên ku cewhera rêbaza têkoşînê ya Apoyî ye, weke îfadeya ruhê azadîparêz ê PKK'ê di çalakî, nêrîn û ruhê her milîtanên PKK'ê û her welatparêzên Kurd de şênber bûye. PKK'ê xwe spart vî ruhî û vê nêrînê û mêtingeriya faşîst a ku ti nirxên pîroz nas nake anî ber rûxandinê."

PKK'Ê ŞOREŞA JINÊ YA AZAD DA DESTPÊKIRIN

KCK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser asta ku têkoşîna azadiyê ya jinê xwe gihandiye û destnîşan kir ku PKK'ê ji bo 'Şoreşa Azadiya Jinê ku yek ji şoreşên herî kûr ên dîrokê ye' şert û mercên pêwîst afirand.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Damezrandina PKK'ê, ji bo jinên Kurd ku di asta 'hilberînera fîzîkî ya herî erzan a nifşê herî xerabûyî' hatibûn xistin, bû pêngaveke nû ya diyarker. PKK'ê ku Şoreşa Vejînê li Kurdistanê gihand serketinê, ji bo Şoreşa Azadiya Jinê ku yek ji şoreşên herî kûr ên dîrokê ye, hemû şert û mercên pêwîst amade kir. Şoreşa jinê ku di nava demê de bi rengekî bê hempa bi pêş ket û di nava şoreşê de şoreş afirand, mohra xwe li Şoreşa Kurdistanê xist. Ji ber vê yekê PKK bû partiyeke ku Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin, artêşbûna jinê afirand, rêxistinbûna xweser a jinê ava kir, xwe gihand hêza pêşeng a şoreşê û bi vî rengî bû partiyeke jinê. Tevgera Azadiyê ya Jinê ku şoreşgerên pêşeng ên bêhempa yên mîna Zîlan, Bêrîtan, Sara û Delal afirand û bû xwedî partiya xwe ya pêşeng, weke tevgereke ku hêviyê dide mirovahiyê û rêya rast a rizgariyê nîşanî mirovahiyê dide, bala tevahiya cîhanê kişand ser xwe. Tevgera Azadiya Jinê ku îksîra têk naçe ya Şoreşa Kurdistanê ye, rengê jinê da civakîbûna nû ya tê avakirin û jiyan kir rewşeke ku divê di ser hemû nirxan re bê hiştin."

PKK PARTIYA ŞEHÎDAN E

Konseya Serokatiyê ya KCK'ê diyar kir ku ji hêla damezirînerê PKK'ê Abdullah Ocalan bi xwe ve PKK weke 'Partiya Şehîdan' hatiye binavkirin û li ser şehîdan wiha got:

"Damezirîna PKK'ê jî weke divêtiya ku bîranîna şehîdê me yê nemir Hakî Karer were jiyîn pêk hat. Li Kurdistanê ku berê ji bo mirîşkan mirov dihatin kuştin lê ji bo nirxên sereke yên civakî kesek ber pê nedihat ku dilopek xwêdanê jî birîne, hevrê Hakî Karer nîşan da ku nirxên wiha yên giranbiha hene ku ji bo civakê meseleya manûnemanê ne û ji bo van nirxan mirin peywira herî pîroz e. Zincîra şehîdan ku weke xelekên li pey hev hatine rêzkirin mêzin bûye, di heman demê de çespandina wê ye ku gelê me ti caran wê dev ji jiyana azad neqere.

Jinxas û mêrxanên gelê me yê ku di nav şerekî dijwar de ne îro jî xelekên nû li zincîra şehîdan zêde dikin. Şehîdbûn ji bo civakeke bi azwerî bi ser azadiyê ve ye ne rewşeke hêwilnak e. A hêwilnak ew e ku mirov li şehîdbûnê bifikire û dev ji parastina jiyana azad biqere. Şehîbûna hevrê Delal Amed bi vê maneyê fermana wê ye ku berxwedaniya şoreşger were geşkirin û li ser vê zemînê mêtingeriya faşîst were hilweşandin. Û lehengên weke wê wiha nemir hêzên fermandar ên rastîn ên gelê me ne û doza Kurdan a azadiyê bi fermandariya manewî a wan ku em bi hezkirin dilsozê wê ne wê bi teqezî serfiraz bibe."

POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINA ÇANDÎ TÊNE TERTÛBELAVKIRIN

KCK'ê bi berdewamî li ser mîsyona berdest a PKK'ê û pêvajoya li pêş me ev nirxandin kir:

"PKK ya ku li paytexta dewleta mêtinger li ser zemîna tevgera ciwan-rewşenbîran derketî holê, di her qonaxa têkoşînê de bi enerjiya şoreşger a zêde ya ciwanan, bi wêrekiya bê dawî, fedekariya zêde, bi tîbûna zêde ya li heqîqetê, bi dilsoziya li jiyana azad û giyanê mezin ê fedaî xwe têr kir. Ciwanên ku koledarî, zilm û zordarî qebûl nekirin tim berê xwe dane nav PKK'ê.

Dema ku berxwedaniya parastina rewa hate ber qonaxa şerê gerîlatiyê, banga PKK'ê ya geşkirna gerîla, dîsa li cem ciwanan bersiv ji xwe re dît. Artêşbûna gerîla ku di gewherê xwe de avaniya leşkerî ya ciwanan bû, li hêlekê bawerî da gel û li hêla dî jî dijmin qutifand. Ciwan ku di nav referan de bi 10 hezaran şehîdên wê hene, di civakîbûn, partîbûn û gerîlabûnê de her demê bi rista pêşeng rabû. Bi PKK'ê re ciwanên şerker bû civaka şerker, ciwanên serkeftî bû civaka serkeftî. Heman ciwantî niha jî di hemû eniyên têkoşîna me de bi rista xwe radibin û polîtîkayên qirkirina çandî ji hev tertûbelav dikin. Li gel êrîşên dirinde yên mêtingeriya qiqer ciwantiya ku dînamîzma xwe ya şoreşger diparêze, nîşan dide ku ew hem kana sereke ya hêza PKK'ê ye û hem jî hêviya gel e.

PKK'Ê BERXWEDANIYEKE RÛMETDAR NÎŞAN DA

Her çendî bi biryardariya çareserkirina arîşeya Kurd derketibe holê jî PKK ti caran radestî neteweperestiyê nebû. Berevajî vê li dijî her cure neteweperestiyê helwesteke rûmetdar nîşan da. Xisletê gerdûnî yê Rêbertî mohra xwe li vê taybetmendiya PKK'ê xist. Ji vê hêlê ve PKK nebû cihêkar û cihêkir lê bû partiyeke wiha ya yekîneyên herî berfireh ên wekheviya cihêyan û demokrasiya herî berfireh. Nasnameya Tirkbûnê ya du hevrêyên pêşî yên Rêbertî û bi dilsoziya bîranîna şehîdê me yê pêşî yê mezin Hakî Karer çûna ber bi partîbûnê ve, hişmendiya gerdûnî ya PKK'ê qeyîm kir. PKK azadiya gelê Kurd her carê di serkeftina têkoşîna hevpar a gelan de dît. Xwîşk û biratiya gelan a li ser zemîna xwîşk û biratiya dîrokî ya Kurd-Tirkan di her her tiştî re dît û hewl da divêtiyên partîbûnê bi cih bîne. Ev helwesta PKK'ê rê li ber girt ku bi jehra şovenîzmê ya ku mêtingeriya qirker vereşiyayî gel qira hev bînin. Têgîna 'neteweya Tirkiyê ' û  dirûşma 'li welatê hevpar jiyana hevpar' bû şanîdêra herî berbiçav a giyanê yekîtiya azad a PKK'ê.

PKK NE TENÊ BÛYE HÊVIYA GELÊ KURD, BÛYE HÊVIYA GEMÛ GELÊN HERÊMÊ

Îro PKK ne tenê çeka herî mezin a azadiyê ya gelê Kurd e, her wiha bûye hêviya rizgariyê ya hemû gelên herêmê. Li Rojhilata Navîn ku Şerê Cîhanê yê Sêyan lê tê jiyîn, eniya demokrasî û azadiyê ya gelan li dor berxwedaniya PKK'ê ava dibe. Dewletên ku hêzên lexistinê ya DAIŞ'ê pêk tînin û dixwazin statûkoyê ava bikin, li pêş vê eniyê bi paş ve diçin û ji hev difeşkilin. Ji ber vê sedemê ye ku Erdoganê faşîst ê dîktator Tirkiyê dike girtîgeheke dorvekirî û li Kurdistanê serî dide polîtîkayên kavilkirinê. Şerê di navbera Hz. Brahîm û Nemrûd de di berxwedaniya PKK'ê de ya li dijî dîktatoriya faşîst a Erdogan xwe dubare dike. Tê gotin Nemrûd ne bi şûr lê ji hêla kelmeşekê ve hatiye kuştin, ku ketibû mêjiyê wî de. Diyar e ku kelmêş bawerî û ramana nû vedibêje.

Ya ku dibe sedem ku Erdogan weke Nemrûd ji êşan xwe dijdîne û wî ber bi çarenûseke weke ya Nemrûd ve dibe jî ew e ku hay jê çêbûye ku azadiya gelê Kurd teqez e. PKK ya ku rojanebûna Tevgera Brahîmî ye û li gorî serdema me hatiye nûjenkirin, wê gelan ji destê Nemrûd û Firewnên hevdem rizgar bike, tovê Nemrûd û Firewnan bi temamî ziwa bike. Bi PKK'ê re gel wê bi ser bikevin û pergalên Firewn û Nemrûdî wê têk biçin! Hikmê Dîrokê û gelan ev e!''