KCK’ê li ser gefên Erdogan û dorpêça li Mexmûrê daxuyaniyek da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser gefên dewleta Tirk a li ser Mexmûrê, bang li Herêma Kurdistan a Federal kir ku demildest dawî li dorpêç û tecrîda li ser Mexmûrê bîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa li Mexmûrê. KCK’ê got: “Ji bo gelê me yê Mexmûrê hê zêdetir zorî û zordarî li ser neyê kirin, em jî daxwaza rakirina dorpêçê dubare dikin. Bi wê bawerin ku rêveberiya Kurd guh bide vê bangê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa kampa Mexmûrê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ev serê 25 salan e ji ber ku dewleta Tirk a dagirker gund şewitandibû, gelê me ji Botanê berê xwe da Mexmûrê û li wê derê penaber in. Niha li Mexmûrê 15 hezar mirovên me bi penaberî dijîn. Gelê Mexmûrê bi nasname, ziman û çanda xwe jiyanek ava kiriye û heta ku doza Kurdan çareser nebe, naxwazin vegerin Tirkiyeyê. Lê dewleta Tirk êrîşên hewayî jî di nav de li ser Mexmûrê êrîşên xwe didomîne.

Kampa penaberan a Mexmûrê di bin mîsogeriya Neteweyên Yekbûyî de ye û di nav sînorên federasyona Başûrê Kurdistanê de ye. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Hewlêrê kir, beriya hemû kesan gelê Mexmûrê mudaxele kir. Ji ber bûyereke ku tu eleqeya gelê Mexmûrê pê tune, rêveberiya herêma Kurdistanê Mexmûr dorpêç kiriye. Niha li Mexmûrê nexweş, xwendekar û karker nikarin ji kampê derkevin. Gelê Mexmûrê ev rewş ji rêveberiya Herêma Kurdistanê, dewleta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û ji gelek saziyan re ragihandiye. Me bi name û wesîleyên cihê xwest ku bila ev ambargo were rakirin. Lê bi mehan e ev ambargo û tecrîd didome, ji ber vê jî em a niha daxuyaniyekê didin.

Li gorî me divê rêveberiya Kurdan alîkarî bidan vê kampê. Carinan kêşe çêbûne jî di hin waran de bûne alîkar. Lê dewleta Tirk her dem li ser Iraq, Neteweyên Yekbûyî û rêveberiya Kurdan zext çêkiriye û hewl daye vê kampê ji hev belav bike. Tê diyarkirin ku di demên dawîn de balefirên keşfê li ser Mexmûrê digerin. Fikara gel ev e ku wê êrîşên hewayî pêk werin. Gelê Mexmûrê parçeyekî xweser ê Kurdan e. Hemû Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hesasiyeta wan a Mexmûrê heye. Bendewariya hemû Kurdan ev e ku tecrîd û dorpêçandina li ser Mexmûrê were rakirin.

Heke rêveberiya herêma Kurdistanê vê dorpêçandinê rake wê hemû gelê me kêfxweş bibin. Ji bo ku gelê me yê Mexmûrê zêde astengiyan nekişînin, em daxwaza rakirina vê dorpêçandinê dubare dikin. Em hêvîdar in ku wê rêveberiya hikumeta herêma Kurdistanê van bendewariyan bi cih bîne.”