KCK’ê kesên ku di komkujiya Meraşê de hatine qetilkirin bi bîr anî

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê kesên ku di komkujiya Meraşê de jiyana xwe j idest dane bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin,‘’Em dîsa sond dixwin ku bîranîna wan li Tirkiyê bi jiyaneke azad û demokratîk ya hemû bawerî û komêk etnîk tacîdar bikin"

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê salvgera komkujiya Meraşê daxuyaniyek da û got, ‘’Ji bo Elewiyan gelek ferqa heye di navbera rewşa beriya komkujî û piştî komkujiyê de. Komkujiya Meraşê, ji bo tinekirina Elewîtiya Tirkiyê û Kurdistanê weke amûrekê hatiye bikaranîn.’’

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê  wiha got:

Komkujiya Meraşê Daîreya Herbê ya Taybet a netew dewletê bi  mebesta ku hemû gel û baweriyan asîmîle bikin, qir bikin û Tirkiyê bi temamî bikin welatekî Tirk û Hanîfî  Sinî yê Îslamê hatiye kirin. Bi vê komkujiyê re hatiye xwestin ku Elewî ji şûnwarên xwe werin kirin, pêşiya Tevgera Azadiya Kurd bigirin û zemînê ji darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê re ava bikin. Ji bo vê armancê pêk bînin jî jin, zarok, Elewiyên yixtiyar hatine kuştin.

Komkujiya Meraşê bi armanca ku netew-dewleta yek reng ava bikin hatiye pêkanîn. Ji bo ku hişmendî yekrengparêz e, ji bo ku yek bawerî were avakirin jî li ser Elewiyan polîtîkaya qirkirinê sazkar kirine. Bi Palana Şark Islahatê xwestine ku Kurdên Elewî bikin Tirk. Piştî ku hemû rêbazên şerê taybet û polîtîkayên asîmîlasyonê encam nestandin, polîtîkaya ku Elewî ji şûnwarên xwe werin kirin hatiye sazkarkriin. Bi komkujiya Meraşê yek ji armanca sereke bûye ev. Jixwe piştî komkujiya Meraşê, di serî de Meraş, Meletî, Sêwas, piraniya Kurdên li hêla rojavayê Firatê dijiyan ji şûnwarê wan hatine kirin. Di qirkirina baweriya Elewiyan de ji Komkujiya Meraşê bi risteke mezin e. Ji bo Elewiyan gelek ferq heye di navbera rewşa beriya komkujiyê û piştî komkujiyê de.

Komkujiya Meraşê tenê di nav Meraşê de, li dijî 2-3 taxan nebûye. Bi komkujiya Meraşê re di serî de Kurdên Elewî li dijî hemû Elewiyan êrîşên qirker çêbûne. Di şexsê 200 Elewiyên hatine kuştin de hatiye xwestin ku hemû Elewî werin kuştin. Piştî komkujiya Meraşê, kavilbûna xakên ku Elewî lê dijîn, bi rengê ku kund lê bixwîne, nîşan daye ku armanca wan çiye.

Travmaya Komkujiya Meraşê ya li ser Elewiyan, bi faşîzma 12’ê Îlonê re hatiye qeyîmkirin, Meraş, Meletî, Sêwas, Erzîncan, Dersim, Sembûr û Dîlok ji bo Kurdên Elewî kirine rewşeke wiha ku nikaribin lê bijîn. Bi vî rengî baş diyar bûye ku faşîzma 12’ê Îlonê berdewamiya polîtîkayên Meraşê ye. Bi darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê li ser Kurdan, Elewî, sosyalîst, şoreşger, demokrat û kedkaran zexteke zêde hatiye kirin. Zilm, zext û komkujiyên bi Meraşê re dest pê kirin li hemû Kurdistanê û Tirkiyê berbelav bûye.

Di salvegera Komkujiya Meraşê de divê mirov di nav wê hewldan û têkoşînê de be ku armanc werin berovajîkirin. Di serê van hewldanan de jî divê mirov li dijî faşîzmê têbikoşe, vegrê wan gund, bajarok û bajarên ku bi Komkujiya Meraşê re hatine valakirin. Ji bo ku Elewî û Kurd bikaribin nasnameya xwe bi azadî û demokratîk bijîn divê Tirkiye demokratîk bibe û Kurdistan azad bibe.

Ji bo vê jî têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê a niha girîng e. Tenê wiha mirov dikare bersiveke rast bibe bîranînên ku di Komkujiya Meraşê de û di darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de şehîd bûne. Li ser vê bingehê em bang li hemû Elewî, çewisandî, kedkar, jin û ciwanan dikin ku li dijî faşîzma AKP’ê têbikoşin. Tenê wiha mirov dikare armancên komkujiya Meraşê û faşîzma 12’ê Îlonê berovajî bike.

Di şexsê şehîdên Komkujiya Meraşê de hemû şehîdên azadî û sosyalîzmê bi minet bi bîr tînin, em sonda xwe dubare dikin ku bi dilsoziya bi bîranîna wan em ê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ava bikin.