KCK'ê kesên ku di Komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera 3'yan a komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqerê de kesên ku jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. KCK'ê got li Tirkiyê û Rojhilata Navîn wê dijminên demokrasiyê û azadiyê werin têkbirin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber  a KCK'ê ji bo salvegera 3'yan a komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqerê peyamek weşand û got: ''Ev êrîş li dijî hevkarbûna têkoşînê ya hêzên demokasiyê ya Tirkiyê û ya têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan hatiye kirin.''

KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, ''Beriya niha bi 3 salan Tayyîp Erdogan ê faşîst çeteyên bi kontrola MÎT'ê dihatin girtin, xwedî dikirin, bi ser meşa aştî û demokrasiyê de şand û 105 demokrat, welatparêz û sosyalîst kuştin. Bi sedan jê birîndar kirine û bi dehan jê seqet kirine.''

Di daxuyaniyê de bi domdarî hate gotin, ''Tayyîp Erdogan ê ku naxwaza desthilata xwe ji dest bide û AKP, bi wan hêzan re ku naxwazin netewdewleta qirker hilweşe, tifaqeke genî danîne. Ev tifaqa faşîst a qirker ev 4 sal in bi êrîşa li ser hêzên demokrasiyê û têkoşîna azadiya Kurd, dixwaze temenê xwe dirêj bike.''

Desthilatên ku naxwazin pirsa Kurd çareser bikin bi sedan sal in ji bo ku têkoşîna azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê biçewisînin zilm û zexta faşîstî kirine. Desthilata AKP'ê jî ji ber ku ne xwedî niyet û polîtîkayekê ye ku pirsa Kurd çareser bike, li dijî geşbûna têkoşîna azadiya Kurd berê xwe daye faşîzmê. Komkujiya 10'ê Cotmehê û ji wê rojê ve êrîşên zêde yên li ser hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiya delêla vê ye.

Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Meydana Garê ya Enqerê êrîşeke li ser hevkarbûna têkoşînê ya hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê û ya demokrasiyê ya gelê Kurd e. Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsa Kurd, projeya hevkarbûnê ya hêzên demokrasiyê û hêzên azadiyê yên gelê Kurd daniye holê. Li ser vê projeyê 7'ê Hezîranê di hilbijartinê de hevkariyeke girîng derketiye holê; beşekî girîng ê tecrûbeya demokrasiyê ya Tirkiyê li meclîsê temsîla xwe dîtiye. Hem di zemîna civakî û hem jî di ya siyasî de hîmên Tirkiyeya nû hatine danîn. Ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan û gelên Tirkiyê, ku mêtingeriya qirker bi sedan sal in dixwest vê asteng bike, gavên pir girîng hatine avêtin.  Ên ku di vê yekîtî û têkoşîna hevpar de mirina xwe dîtin, ev komkujî pêk anîne.

Desthilata AKP'ê ku li Sûriyê û Rojhilata Navîn li dijî hêzên azadî û demokrasiyê bi DAÎŞ û El Nusra re tifaq danî, heman têkilî û tifaq ji bo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî daniye. Çawa ku têkiliya li Kobanê danî bûyî sedema mirina bi sedan kesî, di mîtînga Amedê de, li Pirsûsê û Gara Enqerê jî bûye sedema mirina bi sedan welatparêz, demokrat û sosyalîstî. Bi vî rengî demokratîkbûna ku yekîtiya gelê Kurd û Tirk pêk bîne, hatiye xwestin ku were astengkirin.

Ên ku di êrîşa meşa 10'ê Cotmehê de şehîd bûn ji bo gelên Tirkiyê pir watedar in, ji bo gelê Kurd pir binirx in. Ew ji bo hişmendî, hîs û rihê ji bo Tirkiyê hewce, bûne xwedî xeteke îdeolojîk û siyasî. Neteweya demokratîk û Tirkiyeya demokratîk bi rengekî ku ji holê neyê rakirin bi xwînê li ser van xakan nivîsîn. Ew ji bo Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana azad hatibûn cem hev. Ji ber ku bi rabûna li dijî şer dixwestin ku pirsa Kurd bi demokrasiyê were çareserkirin. Ji bo vê jî, xwedîderketina li bîranîna wan berpirsyariya sincî û siyasî ya hemû gelên Tirkiyê û gelê Kurd e. Gelên Tirkiyê û gelê Kurd tenê ku li ser bêrîkirin û armancên wan têbikoşe dikare berpirsyariya xwe bi cih bîne. Dema ku 10'ê Cotmehê bi rengê xeta siyasî û îdeolojîk a ku wê Tirkiyê demokratîk bike û Kurdistanê azad bike, were dîtin û li ser vê têkoşîn were dayin li Tirkiyê wê dîrokeke dî ya têkoşînê dest pê bike; di şexsê faşîzma AKP-MHP'ê de, li Tirkiyê û Rojhilata Navîn dijminên azadî û demokrasiyê wê werin têkbirin.

10'ê Cotmehê divê bibe ew roja ku hişmendiya azadiyê û demokrasiyê li  Kurdistan û Tirkiyê wê çawa geş û gur bibe. Divê her 10'ê Cotmehê divê bibe rojeke ku wiha têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelên Tirkiyê gaveke dî dayî ber xwe. Li ser hişmendî û giyanê 10'ê Cotmehê divê têkoşîn were geşkirin û jiyana azad û demokratîk were serfirazkirin.

Em şehîdên 10'ê Cotmehê ku bi rengekî berbiçav nîşan dan bê ka jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd û gelên Tirkiyê wê çawa pêk were, bi hurmet û minet bi bîr tînin, em sond dixwin ku bêrîkirina wan Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana azad pêk bînin.''