KCK'ê ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk bang li Misilmanan kir

KCK'ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand û bang li hemû Misilmanan kir, ku tevlî pêvajoya avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk bibin. Ji Kurdan jî xwest, piştgiriyê bidin Kongreya Neteweyî.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê, bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Cejna Remezanê li tevahiya alema Îslamê hate pîrozkirin û wiha hate gotin:

"Em Cejna Remezanê li Misilmanên, ku di duayên xwe de her tim qala nirxên însanî yên weke hezkirin, biratî, wekhevî û azadiyê dikin, pîroz dikin. Em hêvîdar in wê ev cejn bibe wesîle ku hemû hêzên faşîst ên ol bi kar tînin beralî bibin û jiyana demokratîk bafire. Em bi hêvî û daxwazin, ku cejna 2017'an bibe destpêka wan rojan, ku ruhê piştgirî û biratiyê yê navbera bawerî û gelan mezin bibe.

BILA EV CEJN BIBE WESÎLEYA BIDAWÎBÛNA ÊŞÊN TÊN KIŞANDIN

Ev demeke dirêj e li Rojhilata Navîn êşên gelekî giran hene. Ji ber şerê heyî, gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi qasî wan seqet man û bi mîlyonan mirov jî penaber bûn. Bilav ev cejn bibe wesîle ji bidawîbûna van êşên giran e.

Faşîzma DAIŞ'ê ku dijminê mirovên ji her baweriyê ye, bi têkoşîna şoreşgerên Kurd, Ereb, Asûrî û gelên din, li ber qedandinê ye. Serketina şerê mezin ê li Reqayê, wê vê gurûha faşîst a neteweperest, ku olê bi kar tîne bêbandor bike û Qatar û dewleta Tirk ku piştevanê vê gurûhê ye biguherîne. Destketiya herî bi xêr û bêr a vê cejnê û rojên piştî cejnê ji herêma me re bîne, wê ev be. Ji ber vê yekê, hêviyên cejna îsal zêdetir in. Lewma bi hest, bîr û baweriyeke cudatir, cejna îsal tê pîrozkirin.

Dewletên neteweperest ên li herêma me, ku dewleta Tirk serkêşiya wan dike, êrîşên xwe yên dijminane yên li dijî nasname û baweriyên gelan didomînin.

DIVÊ HEVALBENDIYA ŞER A TARÎ JI HEV BÊ XISTIN

Di dema dawî de careke din derkete holê ku Qatar û dewleta Tirkiyeyê, navenda terorê ne. Ev dewletên navborî, hêza sereke ya piştevan û parêzvanê vê rêxistina çete ye, ku ji bo nixumandina sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê, ol bi kar tîne. Ev rastî careke din kete rojevê. Ev yek wê bibe sedem ku hevalbendiya şer a tarî ji hev bê bikeve û armancên mirovên di oxira parastina mirovahiyê de şehîd bûn hê bi hêsanî bi cih bên.

Ev zalimên navborî, nirxên olî û însanî gemarî dikin, cih û warên pîroz ên gelan xera dikin û didin xerakirin. Yên ku herî zêde mafê wan e ku di vê cejnê de bê bîranîn, ew kes in ku di şerê li dijî van zaliman de şehîd bûne. Birîndar, gaziyên vê berxwedanê hene. Yên ku êsîr ketine destê van hêzên şer hene. Cihê destpêkê ku di cejnê de serdana wê bê kirin, bêguman şehîdgeh in. Pêwîste yên ku di destpêkê de cejna wan bê pîrozkirin, gazî bin, malbatên şehîd û girtiyan bin. Yên ku mafê wan e di destpêkê de alîkarî bi wan re bê kirin, ew mirovên zilman eniya şer li wan hatiye kirin e. Em pê bawer in, ku Kurdistanî wê bi vê bîr û baweriyê, bi vê nêzîkatiyê cejna xwe pîroz bikin.

JIYANA AZAD BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIBE

Kurd bi rojev û karê li ser yekîtiya neteweyî dest bi vê cejnê kirine. Jiyana azad a Kurdan li ser axa xwe, bi pêkanîna yekîtiya neteweyî dibe. Kurd pê bawer in, ku siberoja wan a azad tenê bi yekîtiya neteweyî dibe. Ji ber vê yekê, Kurd di asta pîrozmendiyê de xebatên ji bo yekîtiyê tên kirin, girîng dibînin. Weke komîteyê, em cejnê li kes, sazî û rêxistinên siyasî yên ku pêşengiyê ji xebatên avakirina yekîtiya demokratîk a gelê Kurd re dikin, pîroz dikin. Civandina kongreya neteweyî wê ji bo Kurdan bibe cejneke nû. Em bang li gelê xwe dikin, ku li hemberî kes û hêzên ku rojevên sexte dafirînin û ji vê cejnê vedigire, hişyar be.

PÊWÎSTE HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan wê bibe tevkariya herî mezin a ji bo aştî û demokratîkbûna herêma me. Yekîtiya demokratîk a gelê Kurd wê di heman demê de bibe çareya rasteqîn a çareseriya demokratîk a pirsgirêkên li Rojhilata Navîn. Bi vî rengî wê dînamîkên dîrokî yên herêma me, di xeta biratiya gelan de ji nû ve zindî bibin û bibin xwedî sîstema demokratîk. Yekîtiya demokratîk a gelê Kurd xwedî naverokeke welê ye, ku her Misilmanê baweriya xwe bi Îslama ku aştiyê ferz dike heye, divê piştigriyê bide. Li ser bingeha vê rastiyê, hêzên ku di asta sereke de li ser mijara yekîtiyê divê bi erk û berpirsyariyê rabin, alim û seydayên Kurd in. Bi bîr û baweriya me, di sohbet û serdanên cejnê de lazim e mijara serkee ya Kurdistaniyan yekîtiya neteweyî be. Cejn ew roj in, ku piştgirî, piştevanî û parvekirin di asta herî bilind de tên kirin. Em bang li mele, seyda û alimên kurd dikin, ku bi taybetî di van rojên watedar de hîn bêhtir tevkariyê li karê yekîtiya neteweyî bikin, ku ev kar hem însanî û neteweyî ye, hem jî wezîfeyeke olî ye. Em dixwazin bibîr bînin, ku wezîfeyeke din a girîng a divê em bi cih bînin; jiholêrakirina nîfaq û fitneya ku dijmin dixwaze bixe nava gelê me û bi rengekî mayinde pêkanîna yekîtiya me ye.

Gelê Kurdistanê ev meha rojiyê jî bi berxwedaneke gelekî mezin derbas kir. Gelê Sûrê, li dijî zextên faşîst ên AKP-Erdogan, bi parastina dîrok û nasnameya xwe ev meha rojiyê temam kir. Weke gel, em di pêvajoyeke welê de ne ku êrîş û zextên dewleta Tirk a faşîst her zêde dibe. Têkoşîna li dijî faşîzmê, têkoşîna herî hêja û watedar a serdema heyî ye. Têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîstên ku olê bi kar tînin dide meşandin, têkoşîna azadkirina jiyana pîroz e. Ji ber vê yekê têkoşîna gelê Kurd ji ailyê însanî û exlaqî ve têkoşîneke mezin e. Her mirov û nirxê li Kurdistanê li ber xwe dide, dîrok û siberoja mirovahiyê temsîl dikin. Bi vê bîr û baweriyê, di şexsê malbatên şehîdan û Kurdistaniyên li Sûrê li ber xwe didin, cejnê li hemû Kurdistaniyan û Misilmanên xwedî wijdan pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku tevlî avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk bibin, ku ev yek wê bibe aştî û biratiyê serdest bike. Em bang li hemû Kurdan jî dikin ku ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku wê bibe hîmê bingehîn ê Rojhilata Navîn a Demokratîk, destekê bidin."