KCK’ê ji bo meha Remezanê peyamek weşand

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê: Divê meha Remezanê ya sala 2022’an bi çanda biratiya ummetê divê tevî gelên din dahatûya azad û demokratîk pêk were.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bang li seydayên Kurd kir û got “Em bang dikin ku divê Îslama desthilatdariyê were dîtin ku çawa nirxên me bi xeletî bi kar tînin û êrişî nirxên me yên exlaqî dike.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em dikevin meha Remezanê ya ku dibe wesîleya xêrên mezin ên baweriya Îslamê. Em hêvîdar in meha Remezanê aştî û aramiyê bîne alema Îslamê.

Hikumeta Erdogan êrişên li ser gelê Kurd û nirxên wê didomîne, bi bikaranîna Îslamê re bi polîtîkayên xwe yên ku rastiya me ya gel înkar dike, ji bo ku gelê Kurd ji dîrokê derxîne her rêyê diceribîne û şer kûrtir dike.

Em dizanin ku senteza Tirk-Îslamê dixwaze seydayên Kurd û misilmanên Kurd ên ku dixwazin bi zimanê xwe îbadetê bikin, wekî dijmin dibîne. AKP û MHP dijminatiya diayên bi Kurdî jî dike. Li hemberî vî tiştî divê li ser xeta Îslama demokratîk divê têkoşîneke rêxistinkirî û kolektîf were dayîn. Gelê Kurd ji roja ku Îslam nas kiriye û heta niha biratiya ummetê ji xwe re kiriye esas. Tevî gel û baweriyên din di nav dostaniyê de jiyane. Gelê Kurd di çil salên dawîn de ji bo domandina vê çandê têdikoşe.

Bi wesîleya meha Remezanê em bang dikin ku divê li hemberî Fîrewn û Nemrûdên dema niha Erdogan û yên wekî wî helwest were nîşandan. Divê di meha Remezanê de seydayên Kurd di mijarên cihê de aqil û exlaq bide gel. Em bang dikin ku li hemberî kesên ku êrişî nirxên me yên exlaqî dikin têkoşîneke fikrî were kirin.

Em dixwazin bi bîr bixînin ku fitre û zekatên ku mirov didin saziyên mêtingeriya dewleta Tirk li gorî Îslamê ne xêr e. Ji ber ku ev fitre û zekat wekî gaz, jop û bombeyên qetlîamê bi ser gelê me vedigere.

Divê gelê me yê Bakur neçin camiyên diyaneta Tirk. Li van camiyan li hemberî gelê Kurd derew, înkar, fesadî û ji bo komkujiyan bang tên kirin.

Bi van hestan em hêvîdar in meha Remezanê bibe wesîleya xêrê ji bo hemû misilmanên Kurd û demokrat û em hêvîdar in dia, nêt û rojiya we qebûl bibe.”