KCK'ê ji bo Dag û Er bang kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku ev nêzî 2 meh in li dijî pêkanînên dijmirovî yên li girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne bang li her kesî kir ku bikeve nava tevgerê.

Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ku li girtîgehê plana qetilkirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er heye û hate gotin ku li girtîgeha ku her du girtî lê tên ragirtin sîxurê bi navê Yasîn Alî Hidir bûye midûr.

TI TÊKILIYA WAN BI KUŞTINA ELEMANÊ MÎT’Ê RE NÎNE

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Ji raya giştî re hat eşkerekirin ku Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên di girtîgeha Hewlêrê de zêdetirî 50 roj in di greva birçîbûnê de ne û hin sazî jî ji bo balê bikşînin ser vê rewşê daxuyanî dane. Divê şert û mercên van her du girtiyên ku ev demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ne, ji aliyê gel û raya giştî ya demokratîk ve bên zanîn û bên parastin. Beriya her tiştî derbarê van her du girtiyan de agahiyên şaş ji raya giştî re hatine dayîn. Pêwîst e ev agahî werin sererastkirin û derbarê Mazlûm Dag û Abdurrahman Erd de raya giştî rast bê agahdarkirin. Li Hewlêrê di kuştina endamê MÎT’ê de rasterast ti eleqeya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er nîne û cihê xwe di wê çalakiyê de negirtine. Tenê alîkarî dane hevrêyên ku çalakî pêk anîne.

ENDAMÊ MÎT'Ê YÊ HAT KUŞTIN FERMANA QETILKIRINA HEVRÊ HELMET DABÛ

Endamê MÎT’ê yê hate kuştin fermana qetilkirina şoreşgerê hêja hevrê Helmet ê ji Başûrê Kurdistanê dabû. Ji ber vê yekê ev kes hate hedefgirtin û gulebarankirin. Nayê fêmkirin ku çima PDK’ê ji kuştina kesek ku di qetilkirina lehengê hêja yê gelê Başûrê Kurdistanê hevrê Helmet ku jiyana xwe ji bo doza Kurdistanê feda kir û ji aliyê her kes ve dihate hezkirin bêzar dike. Fêmkirina vê ne pêkan e. PDK’ê vê nerehetiyê bi êşkencekirina Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên li girtîgeha Hewlêrê nîşan dide. Girtiyan jî li dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev nerehetiya PDK'ê û helwesta ku ji ber vê yekê girtiye, nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin. Divê raya giştî, saziyên sivîl, saziyên demokratîk û raya giştî bizane ku li girtîgeha Hewlêrê êşkence tê kirin û piştgiriyê bidin du girtiyên li dijî êşkenceyê ketine greva birçîbûnê.

HEKE TIŞTEK WERE SERÊ WAN WÊ PDK BERPIRSYAR BE

Her wiha, rewşeke din a li ser van her du girtiyan heye ku dewleta Tirk a dagirker ji bo Mazlûm Dag û Abdurahman Er di girtîgehê de qetil bike, planek çêkiriye. MÎT ji bo van her du girtiyan li girtîgehê qetil bike, hin ajan rêxistin kirine û xwestine her du girtiyan qetil bikin. Hin ajanên ku sîxurên MÎT'ê bûn û ji bo vê qetlîamê jî hatibûn wezîfedarkirin, ji aliyê hêzên me ve hatin girtin. Yek ji wan sîxurê bi navê Yasîn Alî Hidir e. Ev kes berê midûrê girtîgehê bû. Ji bo di girtîgehê de hinek girtiyan rêxistin bike, MÎT’ê ji bo pêkanîna qetlîamê ev kes peywirdar kiriye û ji bo vî tiştî pere daye wî.  Piştî qetlîamê wê pereyekî mezin bidana wî. Ji ber vê yekê şert û mercên girtiyan krîtîk e û planên li ser wan jî giran e. Mazlûm Dag û Abdurrahman Er di destê PDK'ê de ne. PDK ji can û ewlekariya wan kesane berpirsiyar e. Hemû tiştên ku li dijî wan were girtin, di bin berpirsyariya PDK’ê ye û divê her kes vî tiştî bizanibe.

Beriya ku derengî bikeve em bang li hemû saziyên demokratîk û hemû kesên hestiyar dikin ku li dijî êşkenceya li ser van girtiyan têbikoşin, ji bo parastiyan jiyana wan têkevin nav hewldanan û xwedî li van girtiyên di greva birçîbûnê de derkevin. Divê bi lezgînî bi van girtiyên di greva birçîbûnê de hevdîtin were kirin, rewşa wan were dîtin û li wan were guhdarîkirin.”