Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê li ser qetlîama dewleta Tirk a li Zaxoyê pêk anî daxuyaniyek da. Komîteyê bi bîr xist ku dewleta faşîst li Kurdistanê li her derê di 7 mehên dawî de 28 sivîl qetil kiriye, diyar kir ku para hêzên navneteweyî û paşverûtiya herêmî di qetlîamê de heye û got: “TC a faşîst a qirker ku di serî de ji NY, DYE, NATO, YE û paşverûtiya herêmî û hevkarên Kurd destekê digire û piştevaniyê digire, di polîtîkayên xwe de sînoran nas nake, li gel sivîl û gerîlayan xwezaya Kurdistanê tine dike, dişewitîne û hildiweşîne.”
Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê wiha ye:
“Ji 20’ê Tîrmeha 2022’an û vir ve dewleta Tirk a faşîst û dagirker bi hevkariya PDK’ê êrîşên dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bênavber didome. Duh piştî nîvro, artêşa Tirk li gundê Perexê ya herêma Derkarê ya Zaxoyê bi topan geştyarên Ereb bombe kir.
Di bomberdûmana ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve pêk hat, 8 geştyar jiyana xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne. Di nava 7 mehên dawî de ji ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst 28 sivîl bê daraz û neheq hatin qetilkirin. Dewleta Tirk a faşîst û qirker di serî de li Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê polîtîkayeke ya qirker ku naşibe ti qirkirinan li ser gelê Kurd dike. TC a faşîst a qirker ku di serî de ji NY, DYE, NATO, YE û paşverûtiya herêmî û hevkarên Kurd destekê digire û piştevaniyê digire, di polîtîkayên xwe de sînoran nas nake, li gel sivîl û gerîlayan xwezaya Kurdistanê tine dike, dişewitîne û hildiweşîne.
‘TENÊ LI ZAXO QETIL NEKIRIN’
TC a li ber gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê windahiyeke mezin a dîrokî dijî, di serî de bombeyên taktîk nukleer, çekên termobarîk û çekên kîmyasal ku dikevin çarçoveya sûc û qedexe bi kar tîne. Qirêjiya şer a AKP-MHP’ê ku tevî vê encam nagire li Şengal, Mexmûr, Kune Masî, Kelar, Rojava, Mûsil-Nînova, Silêmanî û herî dawî li Zaxoyê bi dehan mirovên me qetil kirin û bi dehan jî birîndar kirine.
‘SÛCÊN ŞER ÊN TC’Ê REWA NEKIN, NEBIN HEVKAR’
Bi bêdengiya hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê van êrîşan rewa nîşan dide.
Divê di serî de li dijî êrîşên bê hed û hesab ên Tirkiye ya li ser Iraq û Sûriyeyê di serî de NY, DYE û YE hêzên navneteweyî bibin xwedî helwest; nebin hevkarên sûcên şer ên TC’ê.
Divê armanca esasî ev be, rejîma faşîst a bi xeyalên Neo Osmanî ku hemû herêm di nava xwînê de dihêle, were sekinandin. Divê hemû dînamîkên herêmê vê bizanibin, heta faşîzma Tirk neyê bê bandorkirin, derbaskirin di serî de ne Rojhilata Navîn û ne jî cîhan wê aram nebe.
‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’
Em bang li gel û dostên xwe dikin ku li dijî vê êrîşê careke din helwest û çalakiyên xwe di asta herî rêxistinkirî û bilind de nîşan bidin. Em mirovên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin, daxwaza şifaya xêrê ya herî lez ji bo birîndaran dixwazin. Em tevger û gel soz didin ku em ê hesabê vê qetlîamê ji rejîma TC’ê bipirsin.”