KCK’ê cangoriyên qetlîama Zergelê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê 8 cangoriyên qetlîama Zergelê bi bîr anî yên ku çar sal berê di 1’ê Tebaxê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hatibûn qetilkirin.

KCK’ê di daxuyaniyê de got ku “Di 1’ê Tebaxa 2015’an de balefirên şer ên dewleta Tirk gundê Zergelê yê li Qendîlê bomberdûman kiribû û 8 kesên sivîl qetil kiribû. Em cangoriyên vê qetlîamê bi hurmet bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê Kurdistana Azad û Demokratîk ava bikin a ku hesreta wan bû.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin:

“Balefirên şer ên dewleta Tirk gelek caran qadên Qendîl, Behdînan û Xakurkê bomberdûman kirine û sivîl qetil kirine. Îro jî cih û warên sivîlan tên bomberdûmankirin û hewl tê dayîn ku gund werin valakirin. Çawa ku di salên 1990’î de li Bakurê Kurdistanê ji holê rakiribin, niha jî dixwazin heman polîtîkayê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê pêk bînin. Berê jî rejîma Seddam Husên PDK û YNK dikir hincet û êrîşî gundan dikir. Hemû dijminên Kurdan her demê ji xwe re hincetekê dibînin û êrîşî deskeftiyên gelê Kurd dikin. Îro jî dewleta Tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê û Rojava dike. Mînaka herî berbiçav dagirkeriya li ser Xakurkê, Xinêrê û Behdînanê ye.

Armanca dewleta Tirk eşkere ye, ew dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin û vê derê bikin qada belavbûna neteweya Tirkan. Ji ber vê jî Tirkiye sivîlan qetil dike û hewl dide gundan vala bike. Li hemberî van êrîşan divê gelê Kurd li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin û dagirkeran ji axa xwe derxînin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk bi gerîlayan re têbikoşe û destkeftiyên Başûrê Kurdistanê biparêze.”