KCK: Divê gelê me alîkariyê bide erdhejzedeyan

KCK’ê derbarê erdheja li Xoyê daxuyanî da û got ku “Bêyî ku alîkariyê ji dewletê bixwazin, divê gelê me û saziyê wê alîkarî û piştgiriyê bide kesên ku pêdiviya wan pê heye.”

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê derbarê erdheja li Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li Xoya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiyaye û erdhejê bandora xwe li Wan û navçeyên wê kiriye. Elbak di serî de li Qelqelî û Seray jî hejiyaye. Tê diyarkirin ku li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan birîndar hene. Hê jî çend kes mirine, hejmara wan nayê zanîn. Li Elbakê jî 10 mirovên me mirine û gelek jê jî birîndar bûne. Em sersaxiyê ji malbatên erdhejzedeyan re û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.

Ji ber ku têra xwe tevdîr û amadekariya dewletan tune, di dema erdhej û karesatan de nikarin alîkariyê bikin. Di karesatan de divê gelê li wê derê zûzûka xwe bi rêxistin bike û alîkariyê bide erdhejzedeyan. Li cem gelê Kurd vê çanda civakîbûnê heye. Dema karesatek pêk tê, gelê me berpirsyariya xwe ya civakî û exlaqî bi cih tîne.

Tê zanîn ku di zivistanê de jiyan gelek dijwar e. Ji ber vê jî divê gelê me alîkariyê bide kesên ku malên wan xera bûne. Hevgirtina civakî dikare hemû birînan bipêçe. Di vî warî de divê hevgirtin û alîkarî ji aliyê gelê me were kirin. Divê were zanîn ku hêza hevgirtina civakî ji ya dewletê zêdetir e.

Gelê me him li Rojhilatê Kurdistanê û him jî li Bakurê Kurdistanê tevî saziyên xwe divê alîkarî û piştgiriyê bide erdhejzedeyan. Jixwe gelê me ne ji dewletan lê ji cîran û gelê xwe hêviya alîkariyê dike. Diyar e ku xisara li Rojhilatê Kurdistanê mezintir e. Divê gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê alîkarî û hevgirtinê bide erdhejzedeyan. Gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat divê piştgiriya pêwist bikin.

Kapîtalîzm dixwaze civakîbûnê bikuje û ev tişt li ser çand, exlaq û wijdanê gelan jî dibe êrîşek. Li hemberî takekesparêzî û maddîyatparêziyê gelê Kurd di dîrokê de bi civakîbûneke mezin divê li ber xwe bide. Bi berxwedana mezin a gelê me re, hemû bobelat dikarin bandora wan kêmtir bibin.

Kesên di erdhejê de mirine em sersaxiyê ji malbatê wan re û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”