KCK: Divê gelê Kurd û dostên wan bi xurtî beşdarî meşa 6'ê Çileyê ya Parîsê bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ku bi xurtî beşdarî meşa ku wê sibe li paytexta Fransa Parîsê li dijî Komkujiya Parîsê bê lidarxistin, bibin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî da. KCK’ê diyar kir ku gelê Kurd li dijî komkujiyên Parîsê têkoşîneke girîng meşandin û diyarkirin ku ew ê vê têkoşînê bidomînin. KCK’ê banga tevlêbûna meşa 6’ê Çileyê ya li Parîsê jî kir û got: “Gelê Kurd û dostên wan heta îro li dijî komkujiyên Parîsê têkoşîneke girîng dane û diyar e ku ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bidome. Ev helwesta gelê me û dostên wan gelekî watedar û bi nirx e. Ji niha û pê ve divê têkoşînek xurtir were meşandin.”

KCK’ê bang li dewleta Fransayê jî kir ku di 11'emîn salvegera komkujiyê de komkujiyên li Parîsê hatin kirin ronî bike.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

“11 sal bi ser şehadeta hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî yên di Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin re derbas bûn. Sê jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê di êrîşa hovane de hatin qetilkirin. Em careke din vê komkujiya hovane bi tundî şermezar dikin, di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîna şehîdan bin û têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê.

Komkujiya Parîsê weke berdewamiya Komploya Navneteweyî ya di çarçoveya qirkirina Kurdan de pêk hat. Bi vê komkujiyê re hat xwestin ku li Ewropayê têkoşîna azadiyê pêş nekeve û bi gelên bindest ên cîhanê û komên demokratîk ên şoreşger ên li Ewropayê re neyên cem hev. Li aliyê din bi hedefgirtina 3 hevrêyên jin ên ku pêşengên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn, derket holê ku ev êrîş li dijî xeta azadiya jinê hatiye kirin û armanca wan jî astengkirina xeta azadiya jinê ye. Ev jî nîşan dide ku Komkujiya Parîsê berdewama zîhniyeta qirker, mêtinger û dijminatiya jinan e.

Weke ku me berê jî anîbû ziman, dewleta Tirk bêyî piştgiriya dewlet û rêxistinên îstîxbaratê yên Ewropayê bi serê xwe nikare êrîşeke bi vî rengî li Ewropayê bike. Tiştên ku piştî êrîşê derket holê û nêzîkatiyên dewletên Ewropî bi taybetî jî Fransa vê rastiyê îspat kir. Dewleta Fransayê ji bo kûrkirina lêpirsînê û ronîkirina bûyerê neket nava hewldanê, lê tetîkkêşê bûyerê di girtîgehê de mir, bi vî awayî delîlên şênber ên bûyerê di bin kontrola wê de ji holê hatin rakirin. Li aliyê din êrîşa ku cara duyemîn di 23’yê Kanûna 2022’an de li Parîsê pêk hat û tê de hevrê Evîn Goyî, welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer şehîd bûn, eşkere dike ku dewlet û saziyên îstixbaratê yên Ewropayê bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ne. Ger Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an bihata ronîkirin, Komkujiya Parîsê ya 23’yê Kanûna 2022’yan pêk nedihat. Ji ber vê yekê berpirsyarê sereke yê Komkujiyên Parîsê, Fransa bi xwe ye. Dewleta Fransa ji ber komkujiyan ronî nake sûcdar e. Dewletên din ên Ewropayê jî berpirsyar û sûcdar in. Di 11’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ya Yekîn de em careke din bang li dewleta Fransayê dikin ku komkujiyên li Parîsê hatin kirin ronî bike.

Taybetmendiyeke girîng a komkujiyên li Parîsê ew e ku ne tenê Kurd bûne hedef. Dema ku bi van êrîşan li Kurdan xistin, dewletên Ewropayê jî kirin parçeyek ji polîtîkayên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk û demokrasî, mafên mirovan, edalet û hiqûqê jî kirin hedef û qetilkirin. Di şexsê Kurdên têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin de hemû nirxên mirovahiyê hedef tên girtin. Di vî warî de heta komkujiyên li Parîsê ronî nebin, mirov nikare behsa demokrasî, mafên mirovan, edalet û hiqûqê bike. Li Ewropayê xwedîderketin û parastina van nirxan, bi dijderketina Komkujiyên Parîsê û sekna li kêleka gelê Kurd ê ku ji bo ronîkirina van komkujiyan têbikoşin pêkan e.

Gelê Kurd û dostên wan heta îro li dijî Komkujiyên Parîsê têkoşîneke girîng dane û diyar e ku ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bidome. Ev helwesta gelê me û dostên wan gelekî watedar û bi nirx e. Ji niha û pê ve divê têkoşînek xurtir were meşandin. Bi vê armancê em bang li her kesî dikin ku beşdarî meşa di 6'ê Çileya 2024'an de li Parîsê bê lidarxistin bibin. Divê gelê me û dostên me bi xurtî beşdarî meşa ku sibê li Parîsê bê lidarxistin bibin û li dijî komkujiyê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin."