KCK: Divê bi lezgîn êrîşên li ser Şengalê bi dawî bibin
KCK’ê diyar kir ku têkiliyên PDK’ê ya li gel lihevkirna AKP-MHP’ê bi armaca tinekirina Tevgera Azadiya Kurd e. KCK’ê bal kişand ku li dijî êrîş û zextan gavan şûnde navêjin.
KCK’ê diyar kir ku têkiliyên PDK’ê ya li gel lihevkirna AKP-MHP’ê bi armaca tinekirina Tevgera Azadiya Kurd e. KCK’ê bal kişand ku li dijî êrîş û zextan gavan şûnde navêjin.
Hevseroktaiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên girêdayî PDK’ê ya li ser Şengal û Civaka Êzidî nayê qebûlkirin.
KCK’ê diyar kir ku têkiliyên PDK’ê ya li gel lihevkirna AKP-MHP’ê bi armaca tinekirina Tevgera Azadiya Kurd e. KCK’ê bal kişand ku li dijî êrîş û zextan gavan şûnde navêjin.
KCK’ê bang li gelê Kurdistanê kir ku xwedî li Civaka Êzidî derkeve û got: “Di nava vê hêza girêdayî PDK’ê de ku di nav de hêzên kontra û beşke jî leşkerên Tirk cih digirin.” Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dixwazin vîna Civaka Êzidî bişkînin.
DIVÊ BI LEZGÎN DAWÎ LI ÊRÎŞAN BÊN
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Armanca êrîşa li Xanesor û Sinûnê ya li ser Şengal û Civaka Êzidî tê têkirin, tê wateya şikandina vîna gel û tesfiyekirinê. Civaka Êzidî piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an biryar daye kû êdî bi xwe xwe rêve bibe û erka xweparastinê bi xwe bike. Divê rêz ji vê biryarê re bê girtin. Êdî mîna rêveberiya ji beriya 3’yê Tebaxê li ser Şengalê kirin ne exlaqiye, ne wijdan û ne jî demokratîke. Ev hêza ku girêdayî PDK’ê, tê wateya hêzên tinekirina kêmenetewên di nava netewa Kurd de ne. Em bang dikin ku bi lezgîn dawî li van êrîşan bên û rêz û hurmet ji rêveberî, erka xweparastin û vîna gel binasin dikin. Heta ku vîna civak Êzidî neyê naskirin, rêveberiya Êzidiyan û hêza erka xweparastinê neyê naskirin, heta rêveberiya azadiya Êzidiyan li Şengalê neyê naskirin ne mimkune ku sîstemekî civakî û siyasî bê avkairin. Mafê ti kesê nîne ku li ser Şengalê rêveberiyekî otorîter bide avakirin. Li Şengalê çareseriya siyasî enceq bi naskirina vîna Civaka Êzidî û qebûlkirina hêza erka xweparstinê dibe. Civaka Êzidî ji derveyî vê qebûlkirina sistema siyasî, kirina wê û statûyê, tê wateya qebûlkirina sîsteam siyasî ya ku bûye sedema ku 73’ê ferman bi serê wan hatiye.”
ÊZIDÎ JI BO GELÊ KURD Û MIROVAHIYÊ MÎRASEKE
KCK’ê destnîşan kir ku Êzidî hem di aliyê Kurdan de û hem jî di aliyê mirovahiyê de mîrasekî ji dîrokê maye û got: “Berpirsyariya Êzidiyan hem li ser Kurdan û hem jî li ser hemû mirovahiyê heye.” Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ji bo Êzidî bibin xwedî rêveberiyekî demokratîk ne tenê Kurd berpirsyarin, di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), civaka navneteweyî û hêzên siyasî jî berpirsyarin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dewam daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
Ev êrîş piştî ku dewleta Tirk tim Şengal weke hedef da nîşandan pêk hatiye. Jixwe ev êrîş piştî hevdîtina Birêz Barzanî ya bi Enqeryê û şûnde pêk hatiye. Piştî êrîşa ku li Şengalê pêk hat û şûnde ajansa fermî a dewleta Tirk Anadolû Ajans, anî ziman ku ev êrîş li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyeyê pêk hatiye, li pişt van êrîşan têkiliyên siyasî hene.
JI BO PDK'Ê HIŞYARÎ!
PDK divê vê bizane, desthilatdariya AKP û MHP'ê politîkayên qirkirinê îro li tevayî Kurdistanê belav kirine. Têkiliya bi PDK'ê re jî tasviyekirina Tevgera Azadiya Kurd ku li dijî vê qirkirinê disekine ye. Di vî alî de pêwîste PDK xwe ji politîkayên dewleta Tirk yên li ser Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê bikêşe. Pêwîste dest ji civaka gelê Kurd ya herî mezlûm Civaka Êzidî berde. Pêwîste rêz ji vîna wan re were girtin.
Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên girîng ên siyasî û aboriyê hene. Pêwîste PDK di derbarê çareserkirina van pirsgirêkan de rol bihizire. Di demekî ku em banga lidarxistina Kongreya Netewî dikin de êrîşkirina li ser Şengalê nayê qebûlkirin. Li Başûrê Kurdistanê bi rojevkirina tiştên din xwe xilaskirina ji pirsgirêkên aborî û siyasî ne gengaze. Êrîşkirina li ser Şengalê û rijandina xwîna ciwanên Kurdan wê tenê pirsgirêkan derxîne û dijminên Kurdan kêfxweş û xwedî hêz bike. Pêwîste PDK di nava politikayên dewleta Tirk ku di sedsala 21'an ku dixwaze Kurdan li dijî hev ji bo xwe bide kar kirin û cardin sistemekî qirkirinê çêbike de cih negre û nebe parçeyek ji vê senaryoyê.
TEVGERA AZADIYA KURD BI ZEXTAN GAV ŞÛNDE NA AVÊJE
Weke Tevgera Azadiya Kurd, pirsgirêkên di navbera partiyên Kurdan de bi rêya hevdîtinan em dixwazin were çareserkirin. Di demekî ku hevdîtinên bi PDK'ê re êrîşkirina PDK'ê li ser Şengalê wê tenê têkliyên siyasî û bê baweriyê mezintir bike û ti encamek din nayê bidestxistin. Em cardin bibîr dixin ku bi zextan qebûlkirina hinek tiştan, Tevgera Azadiya Kurd gavekê jî şûnde na avêje. Em carek din banga xwe ya ji bo PDK'ê nû dikin û dibêjin ku pêwîste pirsigirêkan bi Meclîsa Êzidî û Dezgehên Xwerêveberiyê re çareser bike.
Em bang li ciwanên Êzidî û Civaka Êzidî dikin ku parastina axa Şengalê ku Êzidiyan di afirîne ji bo ku fermanek din çênebe, dibin banê xweparastinê de bi avakirina rêveberiyên xweser, welatiyên Êzidî yên ku li derveyî Êzidxanê dijîn li derdora vê berxwedanê kom bibin û xwe ji nû ve bafirînin û di nava vê tekoşîna jiyana azad û demokrasiyê de cih bigrin.
BANG LI ALIYÊN SIYASÎ YÊN KURD Û GEL HATE KIRIN
Heta ku hêzên siyasî yên Kurd pirsgirêkan çareser neke û hêza herî bingehîn a ku pêşiya şer bigire gelê Kurd û raya giştiye. Dema ku gelê Kurd di van rewşan de rabûn ser lingan û mudaxele kir, dema ku raya giştî ya Kurd diyar kir ku naxwazin di nava Kurdan de şer rû bide, ti hêzên siyasî cesaret nake ku van êrîşan pêk bîne. Ji ber vê yekê di serî de hemû Kurdistaniyên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li dijî van êrîşên PDK’ê û hêzên wan ên li Şengalê derkevin û ji bo li herêmê qadên leşkerî nedin avakirin, hêza demoratîkbûnê bide nîşandan. Di serî de em bang li gelê xwe yên li Başûrê Kurdisatê, hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û dazgeh, çapmenî, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û akademîsyenan dikin ku li dijî êrîşên hêzên girêdayî PDK’ê ya li Şengalê derkevin, dakevin qadan da ku hêzên PDK’ê paşde vekişin. Divê li dijî polîtîkayên helandin, şikandina vînê, polîtîkayên şantaj, gef û zextên PDK’ê ya li Başûrê Kurdistan û Şengalê derkevin.
Di serî de divê Gelê Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî û hemû hêzên demokratîk, hemû gelê Kurd, hêzên siyasî û dezgehên demokratîk cih li gel Civaka Şengalê, meclîsên wê û hêzên xweparastinê bigirin; divê têkoşîna civak Êzidî ya qezençkirina vînê, hêzên xweparastinê û rêveberiyê bi tenê neyêhêlin.
Em bang dikin ku xwedî li Êzidiyên ku ji bo hemû mirovahiyê, hêzên siyasî yên demokratîk û dezgehan û hêzên navneteweî bûye mîras, li dijî êrîşên li ser tên kirin derketin, li ser bingeha xwerêveberiya Civaka Êzidî û Xweparstinê piştgirî bidin têkoşîna xweseriyê û berxwedana wan.