KCK: Di sala 38'an de qirkerî mêtingerî wê bê têkbirin

KCK: Gerîla wê bi têkoşîna mezin a sala 38'an re pêşketinên mezintir biafirîne. Em gerîlayên ku bi vê têgihiştinê li ber xwe didin bi coş silav dikin û pê piştrast in ku di sala 38'an a şer de wê mêtingerî û qirkeriyê têk bibin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Pêngava 15'ê Tebaxê ku gelê Kurd ji mirinê rizgar kir û rakir ser piyan, li afirînerê pêngavê Rêber Apo pîroz dikin, Rêber Apo silav dikin. Di şexsê fermandarê mezin Egîd de şehîdên me yên ku ev pêngav pêk anîne bi minet û rêzdarî bi bîr tînin, serketinê ji gaziyên têkoşîna gerîla re dixwazin. Cejna Vejînê li gelê me, şervanên azadiyê û dostên xwe yên demokratîk şoreşger pîroz dikin. Têkoşîna gelê me ku bi ruhê 15'ê Tebaxê bûye aşiqê azadiyê, wê teqez bi Kurdistan a Azad, Tirkiye ya Demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk tacîdar bibe.

Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, di demekê de ku faşîzma 12'ê Îlonê li ser Kurdistan û Tirkiyeyê serwer bû, bi ruhê berxwedcana zindanê ya 14'ê Tîrmehê raperîna hebûnê ya gelekî da destpêkirin. Di demekê de ku ji mêtingerî qirkeriyê hebû ku îradeya azadiyê ya gelê Kurd careke din nikare rabe ser piyan, bi ruhekî fedayî ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn serdemeke şoreşan da destpêkirin. 15'ê Tebaxê fîşeka destpêkê bû ku beriya her tiştî li paşverûtiya mêtingerî qirkeriyê ya li nava civaka Kurd ket. Ev şoreşa destpêkê ku bi vê fîşeka ewilî pêk hat, veguherî rastiya gelê Kurd ku bi şoreşên neteweyî, siyasî, civakî, demokratîk û çandî yên mezin afirand.

15'ê Tebaxê çalakiyeke leşkerî, şerekî gerîla jî be, wê bi esasî bi şoreşên xwe yên mezin ên afirandiye cihê xwe di nava dîrokê de bigire. Ev şoreşên ku bi pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê hatin afirandin, wê rûyê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ê sedsala 20'î biguherîne. Bandora şoreşên mezin ên 15'ê Tebaxê wê di sedsalên bê de jî were dîtin. Ya ku 15'ê Tebaxê ewqasî bi bandor kir, kesayetiyên şoreşgerî yên mezin ên afirînerê pêngavê Rêber Apo û fermandarê mezin Egîd e. Heta ku rêbaz û ruhê pêngava 15'ê Tebaxê esas bê wergirtin, ti hêz nikare li ber têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bisekine. Ev ruh û ev rêbaza wê têkoşîna azadiyê ya gelê me teqez bi ser bixîne. Şerê gerîla yê ku 15'ê Tebaxa 1984'an dest pê kir û 37 sal in dewam dike, derbên mezin li dijmin xistiye, nehiştiye ku mêtingerî qirkerî bigihêje armancên xwe. Berhema xwe ya herî mezin jî rastiya gel e ku afirandiye. Armanca herî mezin a pêngava 15'ê Tebaxê afirandina rastiya gel a ji bo azadiyê şer dike, bû. Bi xeta azadîparêziya jinê, gelê herî şoreşger demokratîk ê Rojhilata Navîn afirand û ev armanca xwe bi giranî bi ser xist. Ji xwe dema ku gelekî bi vî rengî yê ku di azadiyê de israr dike û têdikoşe hate afirandin, hingî hîmê serketinê hatiye danîn; derfetên bingehîn ên serketinê hatine afirandin. Serketina ji niha û pê ve ya vê yekê wê nivîsandina dîroka afirandina gelê azad û welatê azad be. Ji xwe nivîsandina vê dîrokê dewam dike. Dema ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê û rêbaza şoreşgerî ya pêngava 15'ê Tebaxê têkoşîn bê blindkirin, hingî Kurdistan a azad, Tirkiye ya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk wê di demeke kurt de pêk werin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan û dijminatiya li demokrasiyê re dike, eger li gel êrişên xwe nikare encamê werbigire, sedema vê yekê ew e ku êrişên xwe li rastiya gel ketiye û şikestiye ku ev rastî bi pêngava vejînê ya 15'ê Tebaxê û xeta azadiya jinê hatiye afirandin. Pêngava 15'ê Tebaxê di nava gelek zor, zehmetî û bêderfetiyê de hate destpêkirin û 37 sal in di nava zehmetî û bêderfetiyan de serketinên mezinb i dest xistiye, destketiyên gelekî girîng radestî gelê me kiriye. Dewleta Tirk tevî ku her cûre derfetan bi kar tîne û êrişên xwe herdemî dike jî nikare encamê werbigire, her roj lawaz dibe û gihîştiye ber hilweşînê.

Dewleta Tirk a mêtinger dagirker sê meh û nîv e êrişê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ya ku ev êriş bêencam hiştiye jî berxwedana fedayî ya gerîlayên jin û mêr e ku bi ruhê 14'ê Tîrmehê û rêbaza têkoşînê ya 15'ê Tebaxê bûne mîna pola.

Gelê Kurd ku di nava 37 salan de bi şoreşên mezin xurt bûye û bi tecrûbeya xwe ya şer a 37 salan bûye hêza herî bi tecrûbe ya dîrokê, di sala 38'an de wê bi têkoşîna xwe ya mezin pêşketinên mezin biafirîne. Bi vê hişmendiyê em bi coş gerîlayên berxwedêr silav dikin û di wê baweriyê de ne ku wê di sala 38'an de bi derbên lê didin wê mêtingerî qirkeriyê têk bibin."