KCK: Daxwazên Mustafa Deprem teqez wê werin bicihanîn

Hevseroktiya Konseya Rêvebera KCK’ê ji bo endamê Desteya Pîran a FEDA’yê Mustafa Deprem ku duh jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxiyê da.

Peyama Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku sersaxî dayî malbata Deprem û gelê Kurdistanê wiha ye:

‘’Welatparêzê heja ku di Desteya Pîran a Federasyona Elewiyên Demokrat (FEDA) de xebat dikir gihaştiye heqiyê. Em sersaxiyê didine malbatê û hemû gelê Kurdistanê.

Welatparêzê me yê hêja Mustafa Deprem salên 1970’î di rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Tirkiyê (TOB-DER) de cih girtiye û di têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê de berpirsyarî daye ser milê xwe. Mustafa Deprem ku piştî faşîzma 12’ê Îlonê neçar maye  derkeve derveyî welêt têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi rengê welatparêzê demokrat domandiye. Bi ditina ku hemû bêrîkirinên wî wê bi Tevgera Azadiya Kurd pêk werin û pêk tên, morol û hêzeke mezin ji xizmeta xwe ya  ji Tevgera Azadiyê  standiye.

Pîrê Elewiyan Mustafa Deprem di ramanê Rêber Apo de û di bername û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de bawer kiriye ku wê hemû çewisandî, gel û bawerî bigihijin jiyaneke azad û demokratîk.

Pîr Mustafa Deprem dîtiye ku Tevgera Azadiyê têkoşîna jiyana azad û demokratîk a Elewiyan e jî û heta hilma xwe ya dawî jî dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re domandiye. Tevgera Azadiya Kurd wê tim li bêrîkirina van welatparêzn demokratîk xwedî derbikeve û hêviya wan pûç neke. Wê hêviya van welatparêzn ku heta hilma wan ya dawî ji bo têkoşîna azadiyê dilê wan kutkutî ye neyê şikandin, bêrîkirina wan bi teqezî wê were pêkanîn.’’