KCK: Berxwedana li Îmralî û Efrînê komplo pûç kiriye

Konseya Serokatiya giştî a KCK’ê têkildarî berxwedana li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku “Berxwedana li Îmralî û Efrînê komploya navneteweyî pûç kiriye.”

Koma Civakên Kurdistanê têkildarî berxwedana li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku “Berxwedana li Îmralî û Efrînê komploya navneteweyî pûç kiriye.”

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di 19’mîn sala ku li ser plangeriya navdewletî ya 15’ê Sibatê di serî de rihê berxwedana Efrîn silav dikin û hezkirina xwe pêşkêşî Rêberê jiyanê azad û heqîqet, Rêberên gelen azadîxwaz, Rêberê jinên azadîxwaz Rêber Apo dikin û li hember vê berxwedana ku li İmralî heya niha dewam dike, bi rêzdarî serê xwe ditewînin. Di heman deme de bi tundî ev plangerî û hemû aliyên ku rolê wan di nav vê plangeriyê de hebû, em wan şermezar dikin. Bêguman plangeriya 15’ê Sibatê li dîrokê de wek plangeriyeke qirêj hatiye tomarkirin û wê wisa jî bimîne. Her wiha kiryarên vê bûyerê jî bi pênûsa reş navê wan di dîrokê de dimîne.

Ji gelê têkoşer ê Kurdistan û azadixwazên cîhanê re

Pênaseya herî bi wate û rêk û pêk ji bo plangeriya navdewletî Rêber Apo kiriye û wiha dibêje, "Pergala sedsala 20’mîn ku min wekî astengekî ciddî li pêşiya şîroveyên dû sedsaliyê xwe yê hegemonxwazî li ser Rojhilata Navîn û siyasetê wan a di derbarê Kurdistan ve ku min serî hildabû hesab dikir. Ji ber vê ez ji bo plan û projeyên wan wekî metirsyariyek dihatim hesibandin. Di wê deme de Emerîka dixwest ku projeya Rojhilata Navîn a mezin çêbike û di vê rêkê de pergala xwe li Rojhilata navîn mayînde bike. Li hember vê yekê ew guhertin û pêşketina ku di pêşengtiya PKK’ê li Kurdistan çêbûbûn rolên wan a sereke hebû. Ji ber vê yekê bêbandorkirina min bi şêwazekî bê sînor pêwîstiyekî rewşekî wê demê bû, heya ku bikaribin projeyên xwe mayînde bikin. Ji ber vê yeke wisa difikirîn ku di şexsê min de reqîbên xwe xistin defikê û riyên xwe vekirin.”

Ev nîşan dide ku komplogeran xwestin careke din wekî sedsala 20’an, bêyî ku îradeya gelê Rojhilata Navîn bigirin berçav cîhanê dizayn dikin. Ji bo pêkanîna vê yeke jî xwestin bi girtina Rêber Apo derbeyek mezin li têkoşanê azadiya gele Kurdistan û gelê herêmê bixin û vana bê bandor bikin. Lê 19 salê bihûrî de derket holê ku nekarîn bigihêjin armancên xwe. Ji ber ku ne Rêber Apo bi rêka esaretê de bêbandor bû, ne Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistan bi pêşengiya PKK’ê de tune bû û ne jî daxwazên gelên Rojhilata Navîn ji bo azadî û mafên xwe hatiye tepisandin. Berovajiyê vê Rêber Apo zindan kir dibistana berxwedan û cihê xwe jinûveafirandinê. Wekî Rêber Apo dibêje; “Girtîgeh ji bo kesên xwedî doz û armancên mezin ku di bin vê de neperçiqînin cîheki ye ku têkoşan û fêmkirina heqîqet pir bihêz û serkeftî dibe. Girtîgeha İmralî jî, bi hemû awayî ji bo min buye qada şer û heqîqetê.”

Rêber Apo di girtîgehê de hewldana xwe ji bo peydakirina heqîqet û çareseriya pirsgirêka bi rengekî pir kur hewldana xwe zêde kir, ne tenê pirsgirêkên ev dem û li ser sedemên plangerî şîrove kir û rêka çareseriyê ji bo wan danî, lê hemû mêjiyê mirovahiyê şîrove kir û nexweşiyên şaristaniya çinayetî û pergala desthilatdariya zilamsalar û dewletnetew diyar kir û çareseriya projeya alternatif ji bo wan jî çêkir. Bi rêka tezên netewa demokratîk di çarçevoya projeya netewa demokratik û xwerêveberiya demokratik hêz û moralek mezin hêz da tevgera azadixwazê Kurdistan û hemû gelan, jinan û pêkhateyên azadixwazên herêm û cîhan. Guhertinên li herêmê ku piştî 2011’an de çêbûn bûn sedem ku bala gelê cîhanê û heremê bikşînin ser tezên Rêber Apo. Bi hêviya azadî biçin pêşwaziya wê. Ev rastî di projeyên xwerêveberiya Kantonên Rojavayê Kurdistan û federasyona Bakurê Suriyê bi rengekî aşkera tê dîtin.

Ji bo Azadixwaz û demokratîkxwazan

Tekoşan û berxwedaniya Rêber Apo di gîrtîgeha Îmralî de, şerên gerîla û berxwedaniya gele Kurd û dostên wan di Kurdistan û cîhanê de heya astekî mezin pêşiya vê girt, nehîşt ku planê navdewletî bigihêje armancên xwe. Lê divê ev rastiyê em bizanin ku ev plangeriya navdewletî hîn jî vala nehatiye derxistin. Ji ber ku ew pergala ku di sedsala 20’an de li ser esasê şerê navberê gel û pêkhateyên cuda, cuda perçe kirin û bêîradekirina wan çêbûye û hêj serdest e û naxwaze xwe bigûhere, pêşiya vê yekê digire. Ji ber vê yekê Rêber Apo û projeyên wî wek metirsiyek herî mezin dibinin. Ji ber vê yekê heya niha pergala Îmralî wekî pergalekî cîhanî dewam dike û derveyî hemû hiquq û qanûnan bi rê ve diçe. Heta maf û azadiyê herî esasî nadin Rêber Apo. Heya niha nêzikê 7 sal e nahêlin parêzerên Rêber Apo biçe hevdîtinê, nêzikî salekî û nîv rê nehatiye dayîn ku kesekî serdana wê bike, lê Saziyên Mafên Mirovan yên Ewrûpa û CPT ku xwe wekî parêzerên mafên girtiyan pênase dike li hember Rêber Apo ker û kor in û helwestek wan herî biçûk jî li hember pergala Îmralî nîne. Ji vê zêdetir li welatek wekî Elmanya di çalakiyên girseyî de pêşî bilindkirina wêneyên Rêber Apo tên girtin. Her wiha Tirkiye bilindkirina wêneyên Rêber Apo ji aliye gel û şervanên bakurê Suriye ve dike sersedemê nasandinê wekî PKK, di heman demê de wan wekî terorîst pênase dike. Vaya jî bi hinceta asayîşa welatê wê têk dibin dide nîşandan. Ji bo ku ev destkeftî metirsiya li ser ewlehiya welatê xwe dike wek hinceta li ser Efrîn û Bakurê Sûriyeyê. Sîstema cîhanê ji heta niha li hemberê vê êrîş û dagirkeriyê bêdeng e. Ev jî nîşaneyekî dinê a pergala netewdewlet a sedsala 20’an e. Siyaseta plangerî û înkarkirinê her projekî îradeya gelan û bi hev re jiyan a gelan esas digire didomîne.

Ji ber ku her kesê ku hinek jî xwedî vîcdan be ew rastî dibîne û ev hincet nerast in û dûrê pîvanên azadiyê ne, demokrasî û mafê mirovan e. Em dikarin ew sîstema ku îro li Îmralî rê ve diçe ew êrîşa ku bi destê Erdogan,Bahçelî li ser Efrîn û gelê Rojava çêdibe wek qonexekî nûyê navdewletî mirov dikare bi nav bike. Ev êrîş hewildana ji bo pêşîgirtina projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye. Israrkirina plana perçekirina gelan û dijminahiya di navbera pêkhateyê cuda cuda ye.

Ji bo azadîxwaz û dostên mirovahiyê

Em di vê baweriyê de ne ku wê berxwedaniya Îmralî, têkoşîn û xwsteka azadiya gel û dostê me pêşiya komploya 99’an girt û nehîşt bigîhîje armancên xwe. Ew berxwedana ku niha li Îmralî rê ve diçe û xwedîderketina gelê me û dostê me yên cîhanê li Rêber Apo, her wisa berxwedana hêzên şoreşgerên Bakurê Sûriyeyê ên di êniyên şer de li hemberî leşkerên Erdogan û çeteyên wî, yekîtiya gelên Bakurê Suriyê li hember van êrîşan dikare pergala Îmralî perçe bike û êrîşên li ser Efrînê jî bişikîne. Bi wateyekî din ev komplo wê vala were derxistin. Li hember vê yekî dikarin projeye xwe ya rêveberiya civakê û Federasyona Bakurê Suriyê teqez bike û ji bo hemû Suriye û Rojhilata Navîn bike mînak. Bi vê yekî jî wê di herêmê de derî pêşiya sîstemekî demokratîk vebike. Ev yek jî berpirsiyartî dixe sukra hemû Kurdistanî û gelan, jinan û pêkhateyên azadîxwaz û herêm, cihan divê hemû hêza xwe bixin tevgerê ji bo serxistina berxwedana Îmralî û Efrîn. Bêguman çawa berxwedana Kobanê bû destpêka dawîbûna Daîş, berxwedaniya Efrîn jî wê bibe destpêka dawîbûna desthilatdariya Erdogan û Bahçelî û perçekirina sîstema Îmralî. Em bi vê boneyê sİlav û rêzên xwe ji bo hemû gelên berxwedêr yên Efrîn û Bakurê Sûriyeyê re dişînin. Ne terikandina ax, av û welatê xwe girêdana bi van re nîşaneya naskirina maf û azadiya xwe ye. Di heman demê de di keseyeta şehîd Avesta Xabûr de bejna xwe li hemberê hemû şehîdên berxwedaniya Efrînê ditewînin. Bê guman ew gelê ku xwediyên zarokên wek Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan û Ezîz Ereb in wê tu carî dagirker bi ser nekeve û ev vîna berxwedêr wê bi ser bikeve.

Her wiha silav û rêzên xwe ji bo ew kes sazî gel û pêkhateyên ku di 19 salên bihorî de bi şêwazên cûda cûda ve ji rêber Apo xwedî derketine ji bo azadiya wî têkoşîn kirine, dişînin. Silav ji bo hemû gelê berxwedêr ên çar perçê Kurdistan û derve. Taybet bangawaziya me ji bo ew Kurdistanî û dostê wan ê azadîxwaz ji niha ve li Ewropa di nav çalakiyê de ne û wê di çalakiya mezin a 17’ê Sibatê de cih bigirin, ji bo Kurdîstanî û gelê azadîxwaz ew e ku, bi rengekî aktîf beşdarî çalakiyên şermezarkirina komploya navdewletî û dagirkeriya li ser Efrînê bibin.

Rêber Apo dibêje: ‘ Ji bo jiyanek azad min pêwîst dît ku civaka ku ez pê ve girêdayî me, azad bibe.’ Em jî ji bo gel Rêber Apo bi rengekî azad bijîn, û pergala cîhanê neçar bikin ku dawî wî siyaseta xwe ya li hember Rêber Apo û gelan bînin, girîng e em bi hev re bi diruşma ‘Bi berxwedan sîstema Îmralî perçe dikin û Rêber Apo azad dikin’ asta têkoşîna xwe bilind bikin û sîstema Îmralî hilweşînin û dawî li pergala dagirker bînin û jiyaneke azad li gel serok Apo mîsoger bikin.

Herî dawî bi rihê berxwedan û têkoşîna heval Kemal, Mazlûm, Sara, Viyan, Delal û Avestayan girêdanê xwe heta dawî bi girêdan û heqîqeta Rêber Apo dubare dikin û soza xwe a ji bo Rêber Apo şehîdan gelê azadîxwaz ên herem û cîhanê nû dikin û dibêjin berxwedan û têkoşîna wan temînata, serkeftina riya me û armancê me ne.”