KCK: AKP a kujer wê bê qedandin

KCK: Tevgera Azadiyê ya Kurd, wê di sala 7'an a şehadeta Sarayan de têkoşînê xurtir bike û dawî li desthilatdariya AKP'ê bîne ku 9'ê Çileyê komkujî kiribû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, di salvegera 6'an a Komkujiya Parîsê de daxuyaniyek da û got, "Niha li zindanan, li derve û li her devera ku Kurd lê ne, bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo li dijî faşîzmê têkoşîn tê kirin. Ev têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dike, mizgîniyê dide ku sala 2019'an wê bibe saleke têkoşîna mezin."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye: "Beriya niha bi 6 salan, bi fermana desthilatdariya AKP'ê, ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Sakîne Cansiz, ji berpirsyarên dîplomasiya Kurd a li Ewropayê Fîdan Dogan û ji kadroyên tevgera ciwanan Leyla Şaylemez li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Ev komkujî weke parçeyek ji êrîşa tasfiyeyê ya bi rêbaza Srî Lankayê pêk hat ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi cih dihate anîn. Daxwaz û hesreta azadiyê ya hevalên me yên hatine qetilkirin teqez wê bi cih werin anîn û dijminên Kurdan hemû wê werin têkbirin.

'HIKUMETA AKP'Ê JI BER KU LI BER HILWEŞÎNÊ BÛ DEST BI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ KIR'

Êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk a qirker-mêtinger ên li dijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, bi tecrîdkirina Rêber Apo re havîna 2011'an dest pê kirin. ji bo van êrîşên xwe yên tinekirinê bi ser bixîne, rêveberiya PKK'ê kiribû hedef. Ji ber ku zanîbû li çiyayên Kurdistanê nikare vê bike, berê xwe da hevrê Sakîne a bi berpirsyariya karên li Ewropayê radibû û hevalên pê re. Bi fermana Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan, komkujî ji aliyê musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan ve hate plankirin û bi destê endamê MÎT'ê Omer Guney ve hate kirin. Di polîtîkaya tinekirinê ya salên 2011 û 2012'an de biryar hatibû girtin ku her şêweyên rêbaza şerê qirêj bên bikaranîn û êrîşa dawî ya vê polîtîkayê jî Komkujiya Parîsê bû. Desthilatdariya AKP'ê ku dixwest bi modela Srî Lankayê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike, ji ber ku li ber hilweşînê bû dest bi pêvajoya bê şer kir. Rêber Apo ji bo hurmet û rêzdariya li şehîdan, ji bo pêkanîna hesret û daxwazên wan, dest bi pêvajoyeke çareseriya demokratîk kir. Lê belê ji ber ku di karaktera Tayyîp Erdogan û AKP'ê de mejiyê demokratîk nîne, mîna sala 2011'an, bi tecrîda 5'ê Nîsanê re dest bi êrîşa tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kir.

Di nava van sê sal û nîvan de ku bajar hatin hilweşandin, bi sedan sivîl hatin kuştin, bi her şêweyên şerê qirêj êrîş li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hate kirin, mîna Sakîne Cansiz rêveberiya rêxistinê jî kirin hedef. DYE'yê bi biryara xwe ya li dijî kadroyên pêşeng re, dewleta Tirk ji bo êrîşên bi vî rengî sor kir. Dewleta Tirk, sê sal û nîv in tevî ku bi derfetên xwe hemûyan êrîş dike, li bin guhê berxwedaneke ku wê dawî li desthilatdariya AKP-MHP'ê bîne, ketiye. Ruhê berxwedanê yê ku Sakîne Cansiz li girtîgeha Amedê nîşan da, niha li her derê rabûye ser piyan. Bi ruhê berxwedana zindanan, ruhê 'Hûn nikarin roja me tarî bikin', berxwedana xwerêveberiyê û ruhê fedayî yê berxwedana Efrînê bûn yek û niha li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ya qirker-mêtinger berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Ev berxwedan wê bi îradeya serbilind a Sakîne Cansizan teqez bi ser bikeve.

Tevgera Azadiyê ya Jinan bi pêşengî û keda mezin a Sakîne Cansizan mezin bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi ruhê Tevgera Azadiyê ya Jinan qewîn bû, di sala 7'an a şehadeta Sarayan de wê têkoşînê xurt bike û dawî li desthilatdariya AKP'ê bîne ku 9'ê Çileyê komkujî kir. Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk ku hevrê Sakîne di her kêliya têkoşîna azadiyê de pê bawer bû, wê teqez bi cih were anîn.

Têkoşîneke ku xwe bi ruhê azadiyê yê jinê xemilandiye, zor û zehmetiyên derdikeve pêşiya wê çi dibe bila bibe, wê bi ser bikeve. Li devera ku bi ruhê azadiya jinê têkoşîn tê kirin, desthilatdarî, serwer û mêtinger nikarin lê bisekinin. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi ruhê azadiyê yê jinan xwe gihandiye wê astê ku têk naçe, li dijî her şêwe zehmetî û êrîşan têkoşîna xwe didomîne û jiyana azad û demokratîk nêz dike. Dilsoziya azadiyê ya Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) û mîrateya ku ji me re hiştine, li me ferz dike ku sala 2019'an em têkoşînê geştir bikin.

Niha li zindanan, li derve û li her devera Kurd lê ne, bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo û têkbirina faşîzmê têkoşîn tê kirin. Ev têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dike, mizgîniyê dide ku sala 2019'an wê bibe saleke têkoşîna mezin. Li ser vê bingehê, di serî de jin û ciwanên kurd em bang li gelê Kurdistanê hemûyan û dostên xwe dikin ku têkoşînê bilind bikin, faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin û armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk bi cih bînin."