KCDK-E'yê ji bo 25'ê Mijdarê bang kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî qirkirina jinê, temsîliyeta wekhev, xweparastin û xwerêxistinkirina jinê ya li her qada jiyanê rewa ye. Ev yek divê bi qanûnên navneteweyî jî misoger bibe."

Daxuyaniya KCDK-E'yê wiha ye:

"Di 25'ê Mijdara 1960'î de li herêma Cîbasê ya Komara Domînîkê dest avêtin sê xwişkan û ew kuştin. Salek piştî kuştina xwişkên Mîrabel, Tevgera li dijî Trûjîllo kir ku dawî li dîktatoriyê bê anîn.

Bîranîna xwişkên Mîrabel, têkoşîna wan a ji bo mafên mirovan û azadiyê, ji bo tevgerên jinan ên li cîhanê bû sembolek.

Tundiya li dijî jinê, hem ji aliyê fîzîkî, hem jî ji aliyê zayendî û psîkolojîk ve, bi destê desthilatdaran û mêr ve dewam dike. Her cûre tundiya li jinê polîtîk e.

Zexta li jinê, destavêtin û gefa bi tundiyê, her wiha kuştina jinê ji aliyê dewletê ve tê teşwîqkirin. Dewlet bi jinedîtî hatinê, bi bêcezahiştinê teşwîq dike, destdirêjî jî di nav de bi tirsa tundiyê jin ji mafên xwe bêpar tên hiştin û dîl tên girtin. Ji bo dawî li tundiya desthilatdariyên paşverû yên faşîst ên li dijî jinê bê anîn, hem tiştekî nakin hem jî bi sekna xwe teşwîq dikin.

Jin li her qada jiyanê, li mala xwe, li kargehan, li qadên cemaweriyê, di nava têkoşînê de dibin hedefa her cûre tundiyê.

Li Tirkiyeyê her roj bi dehan jin tên qetilkirin, destavêtin li wan tê kirin û qirkirina jinê tê kirin. Di mijara tundiya li nava malbatê de Tirkiye di rêzên destpêkê de ye. Hewl didin ku bûyerên destavêtin û destdirêjiyê yên dema destgîrkirinê binixumînin. Salên dawî destavêtina leşkerên desthilatdariya faşîst zêde bûye.

Li Rojava ku jiyan li dora jinê ava dibe, li dijî zîhniyeta serweriya mêr û dewleta ku wê diparêze, jin bi ser ketine. Qutbûna jinê ji zîhniyeta bi serweriya mêr, jiyana demokratîk û azad ava dike û ewle dike. Jinên Rojava ku barbariya DAÎŞ'ê têk birin û li dijî tarîtiya serdema navîn serketin bi dest xistine, bi modela xwe ya jiyana azad bûne mînak û hêvî ji tevahiya cîhanê re.

Fikrê azadîparêziya jinê yê Rêber Apo, li Rojava ketiye meriyetê û niha weke hêviyek ji tevahiya jinên cîhanê re mezin dibe.

Li gorî daneyên sala 2019'an ên Neteweyên Yekbûyî, 80 hezar jin ji aliyê desthilatdaran û tundiya mêr ve hatin kuştin û milyarek jin jî li pêşberî tundiyê bêparastin mane. Li dijî qirkirina jinê, temsîliyeta wekhev, xweparastin û xwerêxistinkirina jinê ya li her qada jiyanê rewa ye. Ev yek divê bi qanûnên navneteweyî jî misoger bibe.

Bi navê KCDK-E'yê me destnîşan dikin ku hêza bingehîn a veguherîna civakî ya li Tirkiye û cîhanê jin in û ji bo bidawîkirina tundiya li jinê, ji bo avakirina jiyanê li dora jinê, em hemû jinên di vê oxirê de têdikoşin bi wesîleya 25'ê Mijdarê bi hestên piştevaniyê silav dikin.