KCDK-E: Parastina îradeya jinê wezîfeya me ya bingehîn e

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bal kişand ser êrişênd agirkeriyê yên dewleta Tirk û zêdebûna destavêtin û destdirêjiya li jinên Kurd û diyar kir, "Xwedîderketina li îradeya jinê, parastina azadiya jinê wezîfeya me ya bingehîn e."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a qirker êrişa tunekirinê ya topyekûn a li dijî gelê Kurd kûr dike û didomîne. Êriş gihîştiye nuqteyeke welê ku êriş li nirxên Kurdan hemûyan, êriş li cenazeyan, goristanan, jin, zarok, xak û her tiştî dikin."

KCDK-E'yê bal kişand ser êrişên bi taybetî li dijî jinan tên kirin û diyar kir, "Bi rêbaza şerê taybet dest diavêje, bi bêcezahiştinê re xelat dike, teşwîq dike.

Li Kurdistanê bûyerên revandin, destavêtin û tundiya li jinê dewam dikin. Bi destê dewletê, yên ku vê dikin tên teşwîqkirin. Ev êrişên şerê taybet ku weke parçeyek ji qirkirina Kurdan tên meşandin, kuştinê li jinan ferz dikin."

KCDK-E'yê destnîşan kir ku desthilatdariya faşîst baş zane ku jin hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye, lewma bi êrişa dijî jinê dixwaze îradeya Kurdan têk bibe, teslîm bigire û diyar kir, "Jİ ber vê yekê êrişî saziyên jinên Kurd dikin, jinan digirin. Dixwazin jinên Kurd, îradeya Kurdan û têkoşîna azadiyê ya Kurdan tasfiye bikin.

Tundî, êriş û destavêtina li jinên Kurd weke polîtîkaya dewletê rewa kirine. Dadgeh leşkerên tecawizkar nagirin û berdidin. Îpek Er a ku ji ber destavêtinê dawî li jiyana xwe anî, mînaka dawî ya vê yekê ye. Kujerê Îpek Er, dewleta Tirk a qirker e.

Li dijî vê dewleta ku komkujî û qirkirinê li Kurdan ferz dike, berxwedan yekane rê ye. Dİ serî de jin divê gelê me li dijî destavêtin û komkujiyan hişyar bin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Peyama ku dixwazin di şexsê jinê de bidin, îmhakirina çand, nasname û nirxên gel e. Wê demê li dijî êrişa şerê taybet a qirker, yekane alternatîf têkoşîna topyekûn e. Ji ber vê yekê divê em berxwedana xwe civakî bikin û hîn bi rêxistin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd bi taybetî jî jinan hate kirin ku xwedî li îradeya jinê derkevin, îradeyê mezin bikin û guh bidin banga TJK-E'yê ya di vê çarçoveyê de û bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bibin.