KCD û DBP'ê serdana KDP-T kirin

Heyetek ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di çarçoveya karên tifaqa Kurdan de serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (KDP-T) kir.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz pêşengî ji heyetê re kirin. Her wiha Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Mehmet Şîrîn Tûnç jî cihê xwe di nava heyetê de girtin.

Heyet ji aliyê Serokê Giştî yê KDP-T Mehmet Emîn Kardaş û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Mehmet Emîn Kardaş kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û diyar kir ku ew ji bo tifaqa Kurdan û hilbijartinên dema bê, li hev kom bûne.

Kardaş bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku ji bo polîtîkaya "Kembera Ereb" bê têkbirin, divê gelê Kurd yek bin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku ew di pêvajoyeke girîng de ne û got, "Bi navê KCD û DBP'ê ji bo avakirina tifaqa demokratîk me li Kurdistanê dest bi kar kir. Em zanin ku ev hilbijartin hilbijartina têkbirina faşîzmê ye. Ji bo vê jî tifaqa Kurdan girîng e. Tifaqa me dewam dike, ji bo em nîqaş bikin ku di vê hilbijartinê de çi bikin, em li hev kom bûn. Em zanin ku yekane rêya rabûna li ber faşîzmê û têkbirina êrîşên li ser Rojava, yekîtî ye. Em ê ji bo vê têbikoşin."