KCD: Li dijî talan û desteserkirina AKP’ê em pişta Sûryaniyan bigirin

KCD’ê ji bo ku AKP’ê dest li ser dêrên Sûryaniyan dani bang kir ku her kes pişta Sûryaniyan bigire.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro bi daxuyaniyeke nivîskî banga kir ku her kes pişta Sûryaniyan bigire.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Meha Remezanê û Cejna Remezanê ne tenê ji bo hemû alema îslamê pîroz e,  ji bo ol û baweriyan biratî, rêzgirtin, hezkirin, jiyana bi hev re, refleks û hestên xweşkirina jiyana bi hev re di nava xwe de dihewîne. Ya ku îslamê mezin dike ev taybetiya wê ye. Êrîşa li hemberî hemû bawerî û îbadetan wekî êrîşa li hemberî xwe dibîne. Peymana Medîneyê mînaka vê ya li ber çavan e. ‘’

Di daxuyaniyê de hate gotin AKP nirxên sereke, jêneger ên Îslamê ji nedîtî ve tê, dêr û erdên gelê Sûryanî bi navê ‘camwerîkirinê’ desteser dike û ev qutbûna ji nirxên sereke yên Îslamê ye.

BANGA LI GEL Û SAZIYAN

KCD’ê wiha domand:

‘’Ev xespkirina bi zora sunîtiyê pêk tê û radestkirina wê ya karên Diyanetê nixumandina ser wê ye. Bi vî awayî stratejiya wan a her kes Tirk e, her kes Sunî ye, her kes Misilman e, her kes bibe zilam e derket holê. 

Em ev polîtîka û pêkanîna talankerî û xespê ya hikûmeta AKP’ê ya ku bi tu awayî nirxên Îslamê û mirovahiyê li ber çavan nagire, bi darê zorê dixwaze li gorî xwe teşe bide jiyanê bi tundî şermezar dikin û lanetê lê dibarînin.

Ji kîjan ol û baweriyê dibin bila bibin, divê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, saziyên demokratîk, raya giştî ya navneteweyî li hemberî faşîzm û zilma AKP’ê ya li ser gelê Suryanî dimeşîne rawestin û bangewaziya tevkariyê ya bi gelê Suryanî re bikin.’’