KCD: Ji bo jinên Êzîdî divê mirov seferber bibe

KCD'ê got beriya bi 5 salan li Şengalê sûcê mirovahiyê hatiye kirin, diyar kir gefên deweta Tirk jî didomin. KCD'ê her wiha got, ji bo jinên di destê DAÎŞ'ê de divê mirov sefer bibe.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo salvgera Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.
KCD'ê Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê ya çeteyên DAÎŞ'ê bi bîr xist û got, ''Zilma ku li Şengalê, li ser gelê Kurd ê Êzîdî, nexasim ya  li ser jinan hatî kirin, mezintirîn sûc û şerma mirovahiyê yê.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Li gel terora DAÎŞ'ê û komkjiyên wê jî, gelê me yê Êzîdî dev ji berxwedanê bernedaye, dev ji wê baweriya ku berevaniyê li welatê xwe, li azadiya xwe bike, bernedaye.

Bi berxwedana mezin a hêzên xweparstinê yên ku bi pêşengiya jinên Kurd ên Êzîdî û têkoşîna wan, Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin.''

'GEFÊN LI SER ŞENGALÊ DIDOMIN'

KCD'ê bi berdewamî diyar kir, tê xwestin ku polîtîkayên êrîşkar ên paşverûtiya Rojhilata Navîn a li ser Şengalê bi rengê cuda were domandin û hate gotin, ''Hazirî û daxuyaniyên vê sala dawî yên dewleta TC'ê û tifaqa AKP-MHP'ê yên li ser Şengalê encama vê ye.
Avakirina rêveberiyeke demokratîk a li Şengalê ku xwe dispêrê hêz û vîna civaka Êzîdî, di serî de Tirkiyê, paşverûtiya Rojhilata Navîn aciz dike'' û hate gotin, ''Berpirsê sereke ya trajediya mirovahiyê ku li Şengalê hatî serê civaka Êzîdî ev hişmendî ye.''

'JI BO KU EM DAWÎ LI ŞERMÊ BÎNIN, EM SEFERBER BIBIN'

KCD'ê herî dawî bi bîr xist, li gel ku 5 sal di ser qikirinê re derbas bûne jî, hê aqûbeta bi hezaran jinên Kurd ên ku ji hêla DAÎŞ'ê ve hatine revandin ne diyar e, şerma mirovahiyê ye ku hê jî nehate dîtin û got, ''Hêzên navnetewî û herêmî û sazî û dezgehên demokratîk, ji bo vê şermê ji ser xwe rakin û ji  bo xilaskirina jinên Kurd ên Êzîdî yên hatine revandin divê seferber bibin.''