KCD, HDK û HDP wê roj Yekşemê daxuyaniyek ‘girîng’ bidin

KCD, HDK û HDP û hemû hevparên wê, bi tevlîbûna hevşaredaran roja Yekşemê wê daxuyaniyeke ku ‘peyamên girîng’ li xwe digire bide.

Desteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku duh li Amedê li hev civiyabû, encamnameya xwe civîna xwe eşkerekir. Di çarçoveya encaman de ku ji civîna Desteya Navendî ya Partiyê hatin derxistin, duh saetên êvarê HDP bi awayekî awarte bi Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) re civiya. Hat hînbûn ku di civîna hatiye lidarxistin de têkildarî rojevên Tirkiyeyê de nîqaş hatine kirin û derbarê van geşedanan biryarên girîng hatine girtin.

Biryarên ku duh di civîna awarte de hatin girtin, îro di 1'emîn Konferansa Rêxistinbûyîna Navendî ya HDP'ê ya didome de jî hatin nirxandin. Di vê çarçoveyê de HDP, HDK, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), hemû pêkhateyên HDP'ê, endamên Desteya Navendî ya Partiyê (MYK), Meclîsa Partiya (PM), Meclisa Jinan a HDP'ê, meclîsên ciwanan ên HDP'ê û Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, parlamenterên HDP'ê, hevşaredarên bajaran û hevşaredar jî di nav de 800 delegeyên ku beşdarî konferansê bûn wê sibê li Amedê daxuyaniyeke hevpar bidin çapameniyê.

Bi daxuyaniya ku bê dayîn HDP û pêkhateyên xwe nexşerêya xwe ya dema pêş û hewlesta xwe ya derbarê geşedanên ku li welat û herêmê dertên holê aşkera bikin.

Hat ragihandin ku di daxuyaniyê de wê peyamên girîng di serî de ji bo desthilat û partiya muxalefetê ya sereke CHP, partiyên muxalefetê yên din û raya giştî ya Tirkiyeyê bên dayîn.