KCD: Em hêvîdar in di sala nû de Kurd wê Kongreya Neteweyî pêk bînin
Kongreya Civaka Demokratîk bi hêviya ku di sala nû de Kurd Kongreya Neteweyî pêk bînin, sala nû li hemû gelên berxwedêr pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk bi hêviya ku di sala nû de Kurd Kongreya Neteweyî pêk bînin, sala nû li hemû gelên berxwedêr pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya sersalê peyamek weşand û got, "Li erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn a ku ruhê dem û dîrokê lê tê jiyîn, em di pêvajoyeke ku çarenûsa sedsalan diyar dike de derbas dibin.
Mirovahî; şahîdiya li hemberî şerê parvekirinê ya 3'yemîn a hêzên netewe-dewlet, statukoparêz û hegemonîk ên cîhanê bi heybetî li ber xwe didin, dike. Rojhilata Navîn cihekî girîng û xwedî roleke diyarker e, gelên Kurdistanê û kurd bi têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê çarenûsa wê diyar dike."
Di peyama KCD'ê de hat ragihandin, hêzên demokratîk û azadiyê yên Kurdistan û Tirkiyeyê hem di aliyê siyasî de û hem jî di aliyê qirkirina fîzîkî de tên ceribandin û hat gotin, "Bi destketiyên bi berdêlên mezin yên wekî siyasî, exlaqî, çandî, sazîbûnî û hemû qadan bi dest xistine, di nava pençê 'darbeya mekanîk' de ne û bi qirkirin û dagirkeriyê re rû bi rû ye."
KCD'ê da xuyakirin, ku ev pêvajo di 5'ê Nîsanê de bi girakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û gihîştiye asta ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê înkar bikin û bi polîtîkayên tundiyê dengê muxalefeta demokratîk qut bikin."
Di dewama peyama KCD'ê de hat gotin, "Dewleta AKP'ê bi MHP'ê re li hev kiriye, eniya faşîst ava kirin û bi vê eniyê re Tirkiye di aliyê siyasî û aborî de ji dinyayê tecrît kirine.
Di vê pêvajoya dîrokî de, ku çarenûsa gelan lê diyar dibe, ji bo gelê Kurd mijara herî jiyanî û girîng avakirina yekîtiyê ye. Ev yek careke din bi me da nîşandan ku bê avakirina yekîtiya kurdan a di vê pêvajoyê de çiqasî jiyanî û girîng e. Li ser vê bingehê hêvî û bawariya me ew e ku sala 2017'an di aliyê gelê Kurd de avakirina yekîtiya neteweyî gelekî girîng e û Kongreya Neteweyî ya ku ev demeke di rojeva kurdan de ye pêk were.
Wekî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) sala 2017'an di serî de li Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiyê bi xwe re bîne. Bi baweriya ku sala nû gelên berxwedêr bi têkoşîna xwe bi ser bikevin û bibe sala aştî, azadî û serketinê."