KCD: Em ê dest ji qetlîamkeran bernedin!

KCD: Bi berxwedan û têkoşîna xwe ya bênavber, di serî de yên fermana vê qetlîamê dane, em ê dest ji ew ên ku berpirsiyartiya wan di vê qetlîamê de hene û yên hewl didin vê qetlîamê binixumînin bernedin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya salvegera Qetlîama Roboskiyê îro daxuyanî da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat bibîrxistin ku yê fermana vê qetlîamê daye Erdogan e û wiha dewam kir; “Medyaya Tirk jî ji bo karibe vê qetlîamê binixumîne bi rojan nûçeyên ku nirxên mirovî bi tiştekî nahesibîne çêkirin. Medyaya ku hê duh hewl dida vê qetlîamê binixumîne, îro jî di serî de jin û siyasetmedarên, ji bo karibe yên li dijî Erdogan berxwedanê dikin bêqîmet bike çi ji dest tê dike. Di pêvajoyek wisa de ku faşîzma Erdogan û AKP’ê xwe eşkere daye der, medyaya Tirk diviyabû ku li cem gel cih bigirta, lê li cem faşîzmê xwe bi cih kir û careke din rûyê xwe yê rast diyar kir.”

‘BÛ NÎŞANA QETLÎAMÊN NÛ’

Di daxuyaniyê de ku destnîşana “Roboskî, ji bo gelê Kurd bû êşa ku nakewe” hat kirin, hat diyarkirin ku li dijî Kurdan careke din sûcê mirovahiyê hatiye kirin.  Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku piştî Roboskiyê serî li qetlîamên nû hatiye dayîn, hat  îfadekirin ku piştî 5 sal di ser re derbas jî bûye hê dewletê hesab nedaye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Her qetlîamek ku hesabê nehatiye pirsîn, bû nîşaneya qetlîamên nû, êşên nû” û wiha dewam kir:

 ‘Em ciwanên bi nirx ên Kurd ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin. Malbatên ciwanan û yên ku ji bo Roboskiyê ji çar aliyê cîhanê hatin, bi têkoşîna xwe gava Erdogan û medyaya Tirk bi şûn de avêtin. Heta, Erdogan û çapemeniya alîgir dema bi vê têkoşîna gel bi şûn de gav avêtin jî berpirsiyartiya xwe ya qetlîamê înkar kirin. Ev serkeftinek têkoşînek bêeman e.

‘HETA HESABPIRSÎNÊ BERXWEDAN…’

Bi berxwedan û têkoşîna xwe ya bênavber, di serî de yên fermana vê qetlîamê dane, em ê dest ji ew ên ku berpirsiyartiya wan di vê qetlîamê de hene û yên hewl didin vê qetlîamê binixumînin bernedin. Heta hesab ji berpirsên qetlîaman bê pirsîn, wê têkoşîna me ya demokratîk û berxwedana me ya bi rûmet bidome.”