KCD'ê Qirkirina 1915'an bi tundî şermezar kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) diyar kir ku ew qirkirina di sala 1915’an de a li ser gelê Ermen nalet dikin û bal bir ser vî tiştî ku bi dagirkirina Efrînê re ev polîtîkayên qirkirinê didome.

Komîsyona Gel û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew qirkirina di sala 1915’an de a li ser gelê Ermen nalet dikin. KCD’ê bal bir ser vî tiştî ku bi dagirkirina Efrînê re ev polîtîkayên qirkirinê didome.

Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Polîtîkayên pişaftin û qirkirinê ya li hemberî gelên Anatolya û Mezopotamyayê li ser navê Tirkîtiyê bi hişmendiya yek dewlet, yek gel, yek ziman ji hêla Cemiyeta Îttihat û Terakkî ve hatiye destpêkirin. Ev hişmendî îro jî bênavber didome û tê domandin.

Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Çerkes û gelek gel û baweriyên din bi qirkirinan re rû bi rû man. Di nava van qirkirinan de ya herî mezin û texrîbatên wê zêde bûn, bêguman Komkujiya Ermenan e ya ku di sala 1915’an de pêk hat. Di vê qirkirinê de derdora milyon û nîvek Ermen hatin qetilkirin. Ew qas jê jî ji cih û waren xwe hatin derxistin. Bi vê re dînamîka civakî ya ku di encama hezaran salan derketibû holê, hat tunekirin.

Di ser qirkirin û trajediya mirovahiya li ser Ermenan hatiye meşandin 103 sal derbas bûn. Ligel daxwaz, bendewarî û di heman demê de bangewaziyên raya navneteweyî û wijdana mirovahiyê jî dewleta Tirkiyeyê bi vê pekanîna dijmirovahî û qirêjiyê rû bi rû nehatiye û berovajî vê yekê serî li înkarkirinê daye. Di encama vê feraseta înkarkirinê de polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Ermen hat meşandin, li ser gelê Kurd jî tê meşandin.

Polîtîkayên qirker, komkujî û nîjadî yên Îttihat û Terakkî, îro bi destê AKP’a ku bûye MHP ve tê nûjenkirin û li Sûr, Cizîr, Silopî, Gever, Nisêbîn, Kerboran û li gelek bajarên din ên Kurdistanê hat meşandin. Gelê Kurd bi qirkirin û wêraniyeke mezin re rû bi rû ma. Îktîdara AKP-MHP’ê herî dawî çeteyên mîna DAIŞ’ê danî kêleka xwe û êrîşî bajarê ku li Sûriyeyê herî aram bû, bajarê aştiyê û cihê ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibir, êrîşî Efrînê kirin. Dagirkirina Efrînê nûjenkirina ev polîtîkayên qirkirinê ye.

Ev polîtîka û pêkanîn, berxwedan û vîna gelê me ya bi salane ji bo azadiyê derxistiye holê, tune nekiriye. Ev yek di tecrubeyên berê de bi awayekî eşkere derketiye holê.

Di çarçoveya van nirxandinan de; em qirkirina di 1915’an de ya bi taybetî li ser gelê Ermen û bi giştî li ser hemû gelên Mezopotamya û Anatolyayê hat meşandin bi tundî lanet dikin.

Em bang li dewlet û hikûmeta AKP’ê dikin ku bi paşeroja xwe re rû bi rû were û dev ji pêkanînên û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelan dimeşîne berde.

Em êşa hemû gelê Ermen û yên diyasporayê par ve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku, bi tevkarî û têkoşîna hevpar a gelan em ê siberoja xwe azad bikin.”