KCD'ê nerazîbûn nîşanî tecrîdê û êşkenceya giran da

Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya giran da.

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, meseleya yekîtiya neteweyî ya nava Kurdan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan nirxand.

Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û 'hevkariya' PDK'ê da û got, "Di mijara yekîtiya neteweyî de helwesta PDK'ê zerareke mezin dide yekîtiya Kurdan. PDK bi lihevkirina dema dawî ya bi dewleta Tirk re kiriye, li çar parçeyan paşeroja gelê Kurd dixe metirsiyê. Kurdistaniyên alîgirê azadiyê û welatparêz, her wiha dostên wan di vê mijarê de divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."

KCD'ê bal kişand ser şerê Ûkraynayê jî û diyar kir ku kapîtalîzm ji bo xwe ji nava krîza xwe rizgar bike, xwe dispêre felaketên nû.

Di dewama daxuyaniyê de KCD'ê bal kişand ser tecrîda bi rêk û pêk ku li Îmraliyê destpê kir û li hemû girtîgeha belav bûye û hate gotin, "Her roj girantir dibe. Li girtîgehan şert û mercên nebaş û binpêkirina mafên mirovan nexweşiyan li girtiyan girantir dike. Tevî vê yekê jî saziyên tipa edlî rapora 'dikarin li girtîgehê bimînin' dide û bi vî rengî girtiyan dixin nava lepên mirinê. Li girtîgehên ku tecrîd û êşkence lê giran e her roj mirov şehîd dikevin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji gbo rakirina tecrîda li girtîgehan û li ser civakê, divê dîrok rast bê fêmkirin, rastiya Rêbertî rast bê fêhmkirin. Li qadên Newrozê ku bi milyonan mirov li hev civiyan, dilsoziya bi Rêbertî re hate nîşandan û hate destnîşankirin ku wê serî li ber polîtîkayên tecrîdê netewînin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê li hemberî berxwedana herî mezin a bi rûmet a dîrokê wê têk biçe."