KCD'ê nerazîbûn nîşanî Erdogan da ku ji Demîrtaş re got terorîst

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) nerazîbûn nîşanî Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan da, ku ji Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş re got 'terorîst'.

KCD'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got, "AKP û serokê wê yê giştî Tayyîp Erdogan ji sala 2002’an roja hatine ser desthilatdariyê û heta niha bi awayekî hovane êrîşî ser gelê Kurd dike. Bi taybetî li hemberî siyaseta Kurd hemû saziyê dewletê tevlî vê êrîşê kirine û bi vî awayî dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan nîşan dide.

Di hilbijarta 2009'an de Erdogan û AKP`ê li Kurdistanê têk çûn û li hemberî vê têkçûnê di 14’ê Nîsana 2009’an de dest  operasyonên qirkirina siyasî kirin. Di vê operasyona qirkirina siyasî de bi hezaran siyasetmedarên Kurd girtin û li girtîgehan wekî rehîn ragirtin. Dîsa, di hilbijartina 7’ê Hezîranê de jî dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî li Kurdistanê têk çûn û Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi hezaran parlamenter, hevşaredar, rojnamger, akademîsyen û hwd. bi operasyonên qirkirina siyasî girtin û li girtîgehan wekî rehîn radigirin. Her wiha şaredariyên li Kurdistanê, sazî û dezgehên kurd xesp û dagir kirin.

Erdogan ê ku li gel van pêkanînên faşîzan jî nikare vîna gelê Kurd têk bibe, di daxuyaniya xwe ya li Hambûrgê de, ku civîna bilind a G20 lê pêk hat, derbarê Hevserokê HDP’ê birêz Selahattîn Demîrtaş gotinên kirêt bi kar anî û bi van gotinan li xwe mikur hat ku operasyonên qirkirinê li ser fermana wî pêk hatine û ew  xwe vê operasyonê bi rê ve dibe. Kesê ku li hemberî çalakiya demokratîk a gelê Kurd gotina 'zarok be jî, jin be jî wê hêzên ewlehiyê çi pêwîst be bikin' fermana qetilkirina zarokê biçûk Enes Ata û bi dehan zarok û kesan daye, fermana hilweşandina Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gever, Şirnex û gelek bajarên Kurdistanê û şewitandina mirovên di jêrzemînan de bi awayekî zindî hatin şewitandin daye, ji birêz Selahattîn Demîrtaş ê ku bi 6 milyon dengan hat hilbijartin re dibêje 'terorîst' tê wateya 'terorîzekirina' gelên Kurdistan û Tirkiyeyê.

Em Kongreya Civaka Demokratîk diyar dikin ku divê were zanîn hemû çalakiyên demokratîk ên li hemberî dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî yên ku fermana qetilkirina bi hezaran welatiyên me dane rewa û mafdar in. Xwedîderketina li Demîrtaş, Yuksekdag û hwd. ên bi dengên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine hilbijartin û hemû girtiyên siyasî peywireke dîrokî ye. Li ser vê bingehê, em di serî de bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, hemû sazî û dezgehên demokratîk, sosyalîst û şoreşger dikin ku xwedî li hemû girtiyên siyasî derkevin."