KCD'ê ji bo 'Nobeta Berxwedanê' bang li gelê Amedê kir

KCD'ê bal kişand ser 'Nobeta Berxwedanê' ya wekîlên HDP'yî û bang li gelê Amedê kir, ku her roj bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin nobeta berxwedanê.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî 'Nobeta Berxwedanê' ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî li hemberî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şerê qirêj daye destpêkirin û ev şer her roj bi dijwarî tê meşandin."

BERXWEDANA LI DIJÎ TASFIYEYÊ

Daxuyaniyê wiha dewam kir: 

"Bi vî şerê qirêj re bajarên me hatin wêrankirin û hilweşandin, her roj mirovên me tên kuştin û bi operasyonên qirkirina siyasî re di serî de Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP'ê Sabahat Tûncel bi hezaran siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Şaredariyên DBP'ê jî di nav de gelek sazî, komele û dezgehên demokratîk hatin dagirkirin û xespkirin. Her roj bi operasyonên qirkirina siyasî re mirov tên binçavkirin û bi rojan di bin çavan de dihêlin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemberî vî şerê qirêj, ligel hemû astengiyan jî bi dirûşma 'Em Ranewestin, Bêjin Raweste, Faşîzmê Rawestînin' komcivîna meclîsa ya vê hefteyê li Amedê pêk anî û piştî civînê li hemberî tasfiyekirina siyaseta demokratîk bi awayekî berxwedêrî dest bi çalakiya 'Nobeta Berxwedanê' kir."

'EM HER ROJ TEVLÎ ÇALAKIYÊ BIBIN'

KCD'ê ev bang li gelê Amedê kir:

"Em Kongreya Civaka Demokratîk, xwedî li vê çalakiya ji hêla parlamenterên HDP'ê ve hatiye destpêkirin derdikevin û ji gelê Amedê re dibêjin ku bi awayekî çalak tevlî vê çalakiyê bibin. Xwedîderketina li vê çalakiyê berpirsyar û peywireke dîrokî ye.

Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê Amedê dikin ku parlamenterên xwe bi tenê nehêlin û bi awayekî çalak tevlî çalakiya dengderxistinê ya ku her êvarê seat 21.00 pêk tê bibin."