KCD: Dixwazin Komkujiya Pirsûsê binixumînin

KCD'ê ciwanên ku di Komkujiya Pirsûsê de şehîd bûn bi bîr anî û got, "Berpirsyar û hêzên ku komkujî plan kirine nehatine eşkerekirin û hewl hatiye dayin ku komkujî bê nixumandin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ciwanên çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyê bi armanca piştevaniya enternasyonal a gelê me û şoreşa Rojava di 20’ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê kom bûn. Çeteyên terorê yên DAÎŞ'ê di nava ciwanan de bombe teqandin. Di vê êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalîst şehîd bûn û zêdetirî sed ciwan jî birîndar bûn. Li gel ku di ser vê komkujiyê re 3 sal derbas bûn hêj 'perdeya tarî' ya li ser vê komkujiyê ranebûye. Hê jî berpirsyar û hêzên sereke yên vê komkujiyê dernexistine holê.  Hewl didin ser vê komkujiyê bigirin û ji rojevê derxînin."

KCD'ê destnîşan kir ku wê hêvî û daxwaza şehîdên Pirsûsê ku yekîtiya gelan û paşerojeke azad û demokratîk e bi têkoşînax we bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê bi dilsoziya şehîdan re rêxistiniya xwe xurt bikin, têkoşîneke hevpar bimeşînin û bi ruhê têkoşîna enternasyonal rê nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Di şexsê şehîdên Pirsûs û Rojava de hemû şehîdên azadiyê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û em minêtdarê wan in."