KCD, DBP û HDP'ê ji bo yekîtiya Kurdan serdana esnafan kirin

Şandeya KCD'ê, DBP'ê û HDP'ê bi çarçoweya xebatên ji bo yekîtiya netewî ya Kurd çûne Dihê ya Sêrtê, serdana esnafan kirin û civat kirin.

Şandeyeke ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hatî bi çarçoweya xebatên ji bo yekîtiya netewî serdana Sêrtê kirin. Şande ji Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayandir, Wekîla Serokê Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Wekîlê Sêrtê Sidik Taş pêk dihat.

Siyasetmedar pêşî çûne Dihê ya Sêrtê, serdana esnafên navçeyê kirin. Esnafan bi dilgermî pêşwazî li şandeyê kirin û derheqê rewşa siyasî, aborî û civakî civat danîn.

Di nav civatan de gel hêviyên xwe yên ji bo yekîtiya netewî vegotin.

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz ragihand bi çarçowya xebatên yekîtiya netewî bernameyeke wan a 3 rojan li Sêrtê heye û ji esnafan xwest ku tevlî bernameyê bibin.

Aydenîz diyar kir li dijî êrîşên AKP-MHP'ê wan xebatên yekîtiya netewî dane destpêkirin.

Aydenîz got piştî Amed, Stenbol, Şirnex û Wanê hatine Sêrtê û got, ''Li Dihê ku ji bo gelê Kurd xwedî cihekî girîng e bi dilgermî em hatin pêşwazîkirin. Em ê bernameya xwe sibe li Misircê û roja dîtir li navenda Sêrtê bidomînin. Piştî bernameya Sêrtê di navbeyna 25-29'ê Çile de bernameya me wê li Êlihê be. Ji bo ku bernameya li Êlihê girseyî be xebatên me didomin. Em ê coşiya îro di hemû xebatan de bibînin. Bi tevlêbûna gel.''